Kî bi zimanê milyaketa dizane?
Îcar yekî dîn, yanî yekî kêmaqil, ew jî ji xwe re werê beraday beraday li
wan derûdora digere û rêya wî jî bi ser mezela dikeve û ew li wirê dibîne ku wa
tirbek nûkolayî û vala û tu kes jî li wan dera tune. Îcar ew mirovê dîn, piçekî
jî ji ber baran û bapeşkê, yanî ba û baran bihevre, û ew li gorî aqlê xwe, ji
xwe re dibê, de ez ê xwe ji vê şilopê hinekî biparêzim û hema ew xwe dixe
hindirê tirbê û ew xwe tam dixe wî cîyê ku mirov cenazê yên mirî di wê derê de
bi cî dike.
Îcar gundî, piştî şûştina cenaze, ew wî dixin nav kefen û datînin ser
darbestê û radijin darbesta wî kesê mirî û wî dibin ser mezela. Û piştî limêja
cenaze, du heb mirov ji wan kesên ku li ser mezela bûn dadikevin hindirê tirbê,
da ku mêrikê mirî tê de bi cî bikin. Lê belê bêyî ku haya wan ji yê dîn, yê ku wî
xwe di hindirê mezel de veşartî ye, telandî ye hebe!
Îcar wextê ku ew herdu mirov, yên ku dadikevin hindirê tirbê û hema yê dîn
ji nişka ve bi qevdika nigê yekî ji wan digre. Îcar hingê, pêşî ew ê ku ew ê
dîn bi qevdika nigê wê girtiye, pir bi tirs û bi dengekî bilind, li yên li jorê
ne dike qêrîn û ji wan dipirse: kurooo! Ma kîjan ji we bi zimanê Milyaketa dizane?
Ji wî tirê, ku yê dîn Milyaket e û hinin ji yên jorê jî bi zimazê Milyaketa dizanin
û ew ji wan re dibêje: Ka jê re bibêjin; ku yê mirî ne ew e!
Îcar yên li jorê ne, pêşî zêde ji wê pirsê tiştekî fêm nakin û ji yên ku
li jêrê ne dipirsin, we xêre bira? Ma hûn çi dibêjin? Lê ew mirovê din yê ku ew
jî di hindirê tirbê de ye, îcar vê carê ew hîn ji yê din xerabtir dike qare war
û dibêje: rasteee rasteeee! Melkemot, yanî Milyaket vê carê zû hatine!
Û îcar piştî wê xeberê, terq bi wan, yanî yên ku li ser mezelane dikeve û îcar
serîyo ti bi qurbana niga bî û tev didin dû hev, gir gir gir û direvin diçin
gund û miriyê xwe li wê derê bêxwedî dihêlin. Piştî wê terqa, qerebalixa û wê
teperepa gundîyan, ew mirovê kêmaqil jî, hêdî hêdî ji tirbê derdikeve û dinêre
ku bê wa wana teva çawa daye dû hev û bi alî gud ve direvin, bazdidin û diçin.
Îcar ew jî, yanî yê dîn jî dide dû wan û diçe gund, lê wexta ku ew digêhêje
cem gundîyan û ew ji wan, yên ku ji ber wê bûyerê şoq derbas kiribûn û hê hilke
hilka wan bû, dipirse: we xêr e, hûn ji bo çi werê tev bihevre reviyan, ma gelo
çi bibû? Gundî ji yê dîn re dibejin; hal û mesele… wanî bû.
Li ser wê yekê, mêrikê dîn li wan dinêre, îcar ew mirovên ku hê ew xof û
tirs di rûyê wan de xuya dikir û ji ber wê yekê jî, yê dîn û kawik, lê belê piçekî
jî bitirs, ji wan re dibêje: na na ewîya ne Milyaket bû, ewîya ez bûm!…
Gundî, pêşî qederekî şaş û mat mayî li hev dinêrin, lê di dû re tev bi hev
re hicûmî yê dîn dikin, wey ... dêmekî ew … ti bû he… Îcar gundî ji yê dîn re
siqefa, çêra û xebera dikin û dibêjin: hey malmîratê heram nexwe ew… ti bû he!...
Îcar guruko soro te çi xwariye, yanî bi kurtî; xêr û xweşî li we û şekal,
kevir, dar û şiv li yê dîn barîn...
Key Xusre (Afrîka)