måndag 7 januari 2013

Behlûl û Kurê Wî


                                                    
 

 Dibêjin rojekê ji rojan Behlûl (Nisredîn Xoce) li kurê xwe dinêre, yê ku êdî hema bêje ew bibû çarde an jî pazde salî, difikire û ji xwe re dibêje; divê ku ez hinek şîreta li vî naşîyî bikim, lewre, ku Xwedê tu qeza û bela nede, jîyanek dûr û dirêj li pêşîya wî ye. Û Behlûl dest pê dike û ji kurê xwe re dibêje: lawê min! Wa tu êdî hêdî hêdî mezin dibî, dibî zilam û dinya ye, dibe ku sibê roj Xwedê emanetê xwe ji min bistîne, yanî, kîjan kêlîkê be ez dikarim herim dinya wiyalî, yanî bimrim, îcar wê çaxê divê ku tu bikaribî xwe bi xwe idare bikî û şîreta min ji bo te ev e, ku tu, tu carî guh zêde nedî gotinên xelkê û pir bi ber bayê wan nekevî. Û eger ku mirov wan guhdarî bike jî, lê divê ku mirov dîsan jî bi ya xwe bike, an na ew ê her roj berê mirov li rêkê be!

Û ji bo ku ew yek di piraktîkê de jî, ji kurik re bibe ders, Behlûl ji kurê xwe re dibêje: law rabe! Wî kerî bîne û kurtanê wî lêke û hevsarê wî têxe serê wî, em ê herin hetanî wî gundê ha, wî gundê cîran!

Îcar Behlûl û kurê xwe ji gund dertên û kerê wan, yê kurtankirî li pêşya wan û ew li dû kerê xwe, ji xwe re bi rê de dimeşin. Gava ku ew qederekî bi rê de diçin, ew leqay mirovekî dibin. Mêrik ji wan re dibêje: merheba ji were Behlûlê delal! Û ew ji wan dipirse: Hûn wilo bi kur ve diçin? Behlûl jê re dibêje: wele bira em ê herin hetanî wî gundê han. Mêrik ji wan re dibêje: de oxra we ya xêrê be û Xwedê bi we re be. Lê belê piştî çand gava, ew zilam disekine û ew ji paş ve li wan dinêre û di ber xwe de dike niçe niç û ew di ber xwe de dibêje: yaho çi însanên ehmeq û kêmaqil hene, yanî kerekî wek qantirekî bi wan re ye û ewan herduyan jî dane dû quna wî kerî û dimeşin û dom dike; Xwedê tu kesî ji aqil mahrûm neke! Û ew dîsa bi rêya xwe de dimeşe. Behlûl li kure xwe dinêre û weke ku ew jê re bibêje, law deng hate te, bê wî zilamî çi got û ew bi rêya xwe de dimeşin.

Di berdewamîya rê de, Behlûl ji kurê xwe re dibêje: law de ka tu li kerê siwar be, bê ew ê xelk vê carê çi bibêjin. Kurik li kerê siwar dibe û ew dimeşin. Piştî ku ew hinekî dimeşin, ew dîsan rastî mirovekî dibin. Mêrik dibê: selamuneleykum ya Behlûl hêja! Maşela, Xwedê emrê wî dirêj ke, wa kurikê te edî bûye zilam! Û ew ji wan dipirse, ma gelo hûn wanî bi kur ve diçin? Behlûl: wele bira em ê herin hetanî wî gundê ha. Mêrik: ê de baş e oxra we ya xêrê be.

Lê belê piştî çend metra, ew mêrikê diduyan jî disekine û ew jî ji paş ve li wan dinêre û serê xwe li vîyalî û li wîyalî kil dike û ji xwe re dibêje: ya Rebî, ne terbye maye û ne jî tore, ne mezinantî maye û ne jî piçûkantî, ne îman û ne ûjdan û ne jî eyb û fedî! Yanî, kurê wî bûye weke qeraseyekî zilama û ew li kerê siwar bûye û ew rebenê bavê wî, yê yextîyar jî daye dû wî û dimeşe, ya sitarrr, ya Rebî tu me ji zarokên wî zemanî bistirînî, em di kîjan zemanî de dijîn û ew bi rêya xwe de dimeşe û diçe.

Behlûl dîsan awirekê diavêje kurê xwe û weke ku ew dîsa ji kurê xwe re bibêje; law te dengê vî mirovî jî bihîst, bê wî çi got û ew dîsa bi rêya xwe de dimeşin.  

Îcar, Behlûl vê carê jî ji kurê xwe re dibêje: lawê min ka icar ez ê li kerê siwar bibim, bê ka ew ê xelk vê carê çi bibêjin. Û Behlûl li kerê siwar dibe û lawikê wî jî li dû wî û ew bi rêya xwe de dimeşin. Lê piştî ku ew bêhnikekê bi rê de diçin naçin, ew dîsa leqay mirovekî dibin. Ew mirov jî wek yên berê selavê dide wan û ji wan dipirse: ma gelo hûn wisa bi kur ve diçin? Bersiva Behlûl disan weke ya carên berê ye: em ê herin hetanî wî gundê derê ha. Mêrik: ê baş e, rêya we vekirî be, hûn bi xêr herin û bi selamet vegerin.

Lê belê ew jî piştî çend gava, weke ew herdu mirovên din disekine û ji paş ve li wan dinêre û di ber xwe de dibêje: yanî tu dibîni, ew zilamê qerase û zexm, sitûyê wî naçe nîrekî û ew li kerê siwar bûye û ew zarok jî peyatî daye dû wî, yanî, eger ku alim, xoce û seydayê me yên wek Behlûl wanî bikin, îcar ê wele ji cahilan re! Bê hey malmîrato, ma qey kevir di dilê te ne, hey malneket bê çawa ûjdanê te tehemil dike, hema çawa be ew kezeba te ye, îcar her û hal ev axrê dewrê ye, ku em tê de dijîn!

Behlûl dîsa awirek manîdar diavêje kurê xwe û jê re dibêje: kurê min, te wî camêrî ji bihîst, bê wî çi got û ew dîsa bi rêya xwe de dimeşin.

Îcar vê carê, yanî cara çaran, Behlûl û kurê xwe, herdu bi hev re li kerê siwar dibin û bi rêya xwe de dimeşin, diçin. Piştî bîstikekê ew dîsa leqay mirovekî dibin. Di dû selav û hal xatir pirsînê re, ew mirov jî weke yên berê, ji wan dipirse: ma gelo hûn dê welê bi kur ve biçin? Û dîsan Behlûl, weke bersîva ew carên berê, ji wî re jî dibêje: ku ew ê biçin hetanî wî gundê ha, wî gundê cîran. Û ew mirov jî weke yên din, yên berê ji Behlûl û kurê wî re dibêje: oxra we ya xêrê be û bi rêya xwe de dimeşe. Lê belê piştî çend gava ew jî disekine û ew jî ji paş ve li wan dinêre û di ber xwe de dibêje: Herê aqil ne di şaşik, kum, emir, an jî di xortanîyê de ye, û hûn ji xwe re li wan dinêrin, ew herduyê qerase, yên wek fîta li wê kera reben siwar bûne, hew tune ku pişta wî kera belengaz di bin wan de bişkê. Îcar ma qey ûjdan û merhemet, tirsa Xwedê jî vî zemanî nemaye yabo… Û ew bi rêya xwe de dimeşe û diçe. 

Îcar piştî wan dersa, wê temrînê, Behlûl li kurê xwe dinêre û jê re dibêje: kurê min te bi çavên serê xwe dit û bi guhê xwe bihîst û ew yek ne zêde hewceyî gotinê ye jî, yanî, eger ku aqilê mirov ne ji kisî mirov be, ew ê her roj xelk berê mirov bide cîyekî!   

 

Gulan 2006

Key Xusre (Anonîm)  

        

                                    

                                    

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar