… Erê,
ew bavê Ehmedê Qonyayî ye!
Artêşa tirk ne bi tenê bi hovîtî,
bi xerakirinê, bi şewitandinê û bi talanê navdar e, lê belê qaşo ew hinekî jî
bi dîsîplîn û bi xebata xwe ya ku çil heb esker nikarin; ku hêkekê ji cîkî
saxlem bibin hata cîkî din ji hinekî navdar e! Îcar ji bo hovîtî û xerakirinê, mesela
ereb, yên ku bi sedan sal bi tirkan re mane; ji bo artêşa tirk wanî dibêjin:
“Eger ku we gundekî xerakirî û şewitandî
û yê ku; mêr, jin û zarokên wî hatibin kuştin û tecawiz kirin û dîsan yê ku
kanî û bîrên wî hatibin xitimandin dît, hingê hûn zanibin ku artêşa tirk di wir
de derbas bûye!”. Li gorî T. E. Lawrence
“Seven Pillars Of wisdom”.
Îcar ereb, yên ku tirkan ji nêz ve û
baş nas dikin, lê belê yên ku bi îcraatên, bi kirinên xwe, eger ku li vir em texrîbatên
û xerakirinên û Enfalên (bo nimûne weke Enfala dema Ebbasîyan) dîrokî deynin
alîkî û bi tenê, mesela kirinên wek; Helebçe, Enfal û hwd destnîşan bikin, îcar
hingê çiqas heqê wan heye, heye, an na, yan jî kî ji kê xerabtir e, yan jî yê
ku ew kitêb nivîsandiye, yanî; T. E. Lawrence yê îngilîzî (îskoçî), û yên ku ew
jî li dinyayê, weke serokê fitne û fesadî û dek û dolaban tên nasîn û ji ber wê
yekê jî, gelo bê çiqasî heqê wan heye ku ew wilo bibêjin, îcar ew yek jî bi
temamî dibe meseleyek din û her û hal ew ê ya baş ew be ku mirov wan ´camêran´
xwe bi xwe bihêle, ji bo ku bi gotinek herî nerm; her yek ji wan ji yê din
xerabtir e. Lê eger ku em dîsan li eskerîya tirkan vegerin, belê, berê li eskerîya tirkan, piştî ku bi roj di temrîn û talîmê de; yanî esker xwe bavêje erdê! Esker rabe ser xwe! (Yat! Kalk!) û Qandirayî tu jî bisekine! (Kandiralı sen de dur!). Îcar êvaran jî, ji bo ew ên ku hem bi tirkî nizanibûn, yên wek kurdan û ew xelkên din, yên ku ne tirk bûn û hem jî, ji bo yên tirk, yên ku xwendin û nivîsandina wan tune bû û ji bo ew ên analfabet, nexwenda, bişev jî di bin navê ”Dibistan´a Elî” de (Ali Okulu), ders didan ew ên mewzûbaîs. (Her çi hikmet be navê wê Dibistanê danîbûn Dibistan´a Elî. Her û hal tirkan bi wî navî dixwestin bawerîyên nebaş di derheqê Elewîyan de, di serê xelkê de ava bikin, ji ber ku dînê dewlêtê sunî bû û temamê îbadetê Elewîyan qedexe bû, lê belê ev bi xwe dibe mijareke din…) Îcar yên ku bi tirkî nizanibûn, wan qaşo ew, hem hînî xwendinê û nivîsandinê û hem jî fêrî tirkî dikirin û yên tirkên nexwenda jî fêrî xwendin û nivînsandinê dikirin. Îcar di wan dersan de; ji ”kunya, nasnama” nizam çi bigre û heta norm û şoreşên Ataturk qaşo dihat nîqaş kirin. Yanî serçendekî, çawîşekî; ew çîrok ji yên din re digot. Îcar ew ê ku (li gorî yên ku tevlî wan dersa bûne) ders dida yên din, mesela, wî ji yên din re wanî digot: gelî eskeran, mijara, babeta dersa me ya îşev; lûla sobê ye! (askerler, bu gece, dersimizin konusu sobanın borusu dur!). An jî behsa wek, feydeyên tirşika fasûlyê hişk û hwd.
Lê di wan dersan de, wan dînê
dewleta tirk, yanî kemalîzm jî îhmal nedikirin. Îcar şevekê ji şevan, di dersekê
ji wan dersan de, mijara dersa serçend; Ataturk e. Û serçend ji yekî kurd re dibêje:
kuro! Rabe ser xwe û bibêje bê ka Ataturk kî ye! Yê kurd radibe ser xwe û ji
serçend re dibêje: ew kî ye? Weleh qumîtan, ez wî nasnakim. Îcar serçend, ji
ber wê pirs û bersîvê, hew tune ku dîn û har bibe û ji yê kurd re gotinên nebaş
dibêje û li yên din dinêre û ji wan dipirse: kuro! (lan) Kî ji we zane, bê
Ataturk kî ye, bira ew destê xwe bilind bike! Li ser wê pirsê, yakî ji Qonyayê
û bi navê Ehmed destê xwe bilind dike, yanî ku ew dizane, bê ew kî ye! Û
serçend ji yê Qonyayî re dibêje: de haydê bibêje bê ka Ataturk kî ye! Îcar Ehmedê
Qonyayî dest pê dike: Ataturk li dijî heft dewleta şer kirîye, welatê me ji
dujmina rizgar kiriye, Ataturk şoresa elfabeyê çêkirye, Ataturk şoreşa cil û berga kirîye, lo ninzanim
prensîbên înqîlabên wî û pêve dike; Ataturk kalê me ye, Ataturk bavê me ye û
dûdirêj dike!...
Îcar, li ser wê bersîva `intîke´ ya
ew analfabetê Ehmedê Qonyayî û ya ku hema bêje ji bo tirkekî di wê astê de û bi
giştî jî, ji bo tirkan ew yek ne zêde xerab bû, îcar serçend li yê kurd dinêre
û jê re dibêje: te îcar wî nas kir bê Ataturk kî ye? Yê kurd bersîv dide: belê fermandarê
min, min vêga wî nas kir, bê ew kî ye. Yê serçend: de haydê îcar tu bibêje, bê
Ataturk kî ye! Yê kurd û yê ku wî bi tirkî jî baş nizanibû, îcar rebeno bi tenê
ew gotina dawî, ya ku Ehmedê Qonyayî gotibû; Ataturk bavê me ye, di hişê wî de
mabû. Û ew radibe ser xwe û li serçend dinêre û jê re dibêje: Ataturk bavê
Ehmedê Qonyayî ye fermandarê min!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar