…Hema di qevdikê de jêkin!
Û mêrikek, yê ku ew nû ji xew radibe û hîn xilmaş e, ew dixwaze
ku avê vexwe û tasik, an jî zerik ji destê wî dişemite û dikeve nava ava, ku di
hindirê şerbik de ye û ew tasik diçe li binê şerbik disekine. Îcar şerbik hem
ji den û hem jî ji cer piçûktir e û bêguman devê wî jî ji yên wanê din tengtir e.
Û ew mêrik destekî xwe dixe nava şerbik û dinava ava hindirê şerbik de, li wê tasikê
digerîne. Di lêgerîna wê tasê de, destê wî di nava wê ava şerbik de, ger
carinan li zerikê dikeve jî û ew dike ku pê bigre jî, lê ew zerik dîsan ji
destê wî dişemite û piştî bînikekê, destê wî, yê ku di nav avê de ye diwerime û
ew dike nake nikare destê xwe ji hindirê şerbik derxe.
Îcar pir bi kurtî ew mesele deng dide û ew bûyer belav dibe,
malî û gundî tev pê dihisin û tên li dora wî kom dibin û difikirin, bê ka gelo
ew ê bi çi awayî, yanî bê ew ê çi, an jî kîjan metodê bi kar bînin, da ku ew bikaribin
wî camêrî ji wî ezabî xelas bikin. Yanî bi gotinrk din; destê wî ji nava şerbik
derxin.
Ji nav wan, yekî rîsipî dibêje: ya herî baş ew e ku em
mirovekî an jî didu bişînin cem jîrik; yanî yê herî zane û bira ew meselê jê re
îzeh bikin, îcar eger ku çarekî hebe ew pê zane, an na rewş ne zêde baş e. Û du
heb meriv xwe amade dikin û berê xwe didin wî gundê cîran yê ku jîrik lê dima. Wexta
ku ew digihêjin gund, hema ew yekser diçin cem jîrik û ew di hizûza jîrik de, jê
re dibêjin: Ey jîrikê zana û hêja! Mirovek li gundê me destê wî ketîye hindirê
şerbik û destê wî tê de werimye û em gundî tev heyirî mane û em nizanin bê em ê
çi bikin, da ku mirov bikaribe destê wî ji nava wî şerbikî derxe, dom dikin; me
kir û nekir tu kesî nikarîbû helekê, çarekê peyda bike û ji ber wê yekê jî, em
hatine ba cenabê we, bê ka hûn çarekê, rêyekê nîşanî me nadin...
Jîrik bi awirnî ji xwe bawer, hinekî jî bi dîqet li wan dinêre
û hinekî jî dibişire û ji wan re dibêje: ê hey wala we ava, ma ew jî pirs e, ku
hûn ji min dipirsin! Yanî we herduya wilo ji wî gundî daye dû hev û gir gir gir
û hatine hetanî vir û ji min dipirsin bê ka ew ê destê wî mirovî çawa ji
hindirê şerbik bê derxistin û filan û bêvan!
Û jîrik çareserîyê ji wan re dibêje: ma hûn ê çi bikin? Hema
herin û ew destê wî yê ku di nava şerbik de asê maye, hûn ê wî di QEVDIKÊ de
jêkin û qedîya û çû! Û ji xwe ne hewce bû, ku hûn ewqas serê xwe pê re biêşînin,
yanî mesele ewqas hêsan e!
Lê ya baş ku diqewime ew e ku, hetanî ew herdu mirov ji cem
jîrik vedigerin gundê xwe, ew şerbik bêhemdî di nava destê gundîyan de dişkê û
bi wî awayî jî, destê mêrik jî, ji jêkirinê xelas dibe!
Temûz 2006
Key Xusre (Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar