tisdag 8 januari 2013


                                                                     Eş wê mesele?

 

Hem dewleta tirk û hem jî ew devşîrmeyê ku bûne tirk, ew bi emelê xwe yê ne salih, li vê dinyayê navdar in. Yanî; ew bi hovîtî, bi barbarî, bi tevkujî, yanî bi qetlîaman, bi êşkence û talan û bi kiryarên welê tên naskirin. Weke ku tê zanîn, heta berî çend salan jî, muzika kurda, zimanê kurda, elfaba kurda û sembolên wan û hwd qedexe bûn û hîn jî rewş ne zêde baş e.

Bo nimûne, hê jî, yanî; sal 2006 e û hîn jî kireşek, zarokxaneyek ango Baxçetekî Zarokan jî bi zîmanê kurdî, li ew parçê ku hê jî di binê destê tirkan de ye TUNE!

Û îcar zilm û asîmîlasyona li ser kurdan û zimanê wan zemanekî gihêşt astek werê; ku êdî heta li mekteban û li gelek cîyên din, wextê ku xelkê bi kurdî diaxivîn, xeberdidan,  yanî mamosta li mekteban û polîsan li çarşîyan û cendirma jî li gund û deverên welê, wan, yanî mirovên dewletê, li yên ku bi kurdî xeberdidan dixistin û cezayê pera didan wan.  

Îcar wexta ku di destpêka salên heftêyî û heştêyîn (1970-1980) de û dîsan wexta ku eskeran dest datanîn ser hikum û rewşa awarte îlan dikirin, ji xwe hertim tade û zilm li ser xelkê hebû, lê gava ku esker dihatin ser hikum, hingê ew zilm û tade pir zêdetir dibû. Yanî; ji alîyekî de zilma li ser gundîyan û ji alîyê din de jî, li bacaran, qedexe ya li ser zimanê kurdî pir zêdetir dibû.

Lê vê carê jî li alî Mêrdîn, îcar bi kurdî re tirkan zimanê erebî jî qedexe dikin. Û yê kurdan, ji ber ku, ji herkî qaşo ew komara cumhûrîyeta tirka ava bûye, eger mirov berî wê hesab neke, ji xwe li ser kurdan qetlîam, talan û qedexe û hwd, her berdewam bû û ji ber wan sedeman jî, ji xwe kurd jî êdî hinekî li wê gorê heraket dikirin. Lê belê ew erebên Mêrdîn, hînî wê yekê nebibûn, yanî ew hê fêrî qedexeke bi wî şiklî nebibûn. Û ji ber kû ereb hîna ne elimî bûn qedexeke wisa, îcar rojekê piştî hikumê eskerî û rewşa awarte, ew erebên ku serê sibê ji malên xwe derdiketin û ber bi sukê, çarşîyê vê diçûn û wan dîsa weke hergav, bi zimanê xwe, yanî wan bi hevûdu re bi erebî xeber didan. Li ser wê yekê, polîsên tirk çend heb ji wan mêrdînîyên ku bi erebî xeberdida, pêşî wan digrin û ew ji wan re xebera, siqêfa dikin û bi pihîn û sîla li wan didin û bi çengurê wan digrin û wan dibin qereqolê. Û ew nûçe, ew xeber pêl bi pêl û pêre pêre li temamê bacêr belav dibe.   

Îcar di nav wê hewa, wê atmosfera xirecir de û hema kîjan erebê mêrdîn ji mala xwe derdikve û diçe ber bi sûkê ve, ji bo ku ew wê meselê, wê çîrokê baş fêm bike û hema kî digihêje yekî din ew jê wî dipirse: eş wê mesele? Yanî, ma mesele çi ye?

Û bi wî awayî, yek ji yê din, yê din ji yê din û yên din ji yên din, yanî, hema kî digihêje hev, ew yekser ji hev dipirsin: eş wê mesele? Eş wê mesele? Eş wê mesele?..

Îcar kî dibêje eş wê mesele? Polîsên tirkan wan digrin û dibin qereqolê.Yanî pir bi kurtî; eş wê mesele? Polîs wan digrin û dibin qereqolê û eş wê mesele? Polîs wan digrin û dibin qereqolê. Hingî polîs û cendirme wan digrin, êdî rêw û rêwanî, yanî cî ne di eminyetê, tewqîfxanê de û ne jî di qereqola cendirma de dimîne û heta di bexçê eminyetê û qereqolê de jî rêw û rêwanî namîne, ji ew ´mahkûmên´, ´tewankarên´ û girtîyên erbên Mêrdîn.  

Û di dawîyê de ew polîs û esker jî dinêrin ku ew, bi wî şiklî, yani hema ku kî bibêje; eş wê mesele û ew wan bigrin, ew ji bin wî karî û ji bin wî barî dernakevin. Îcar ew polîs û cendirme ji wan girtîyên ereb re têr çêr û siqêfa dikin û ji wan re dibêjin: hadê bi cihimin û herin! Xwedê bela xwe bide we û EŞ WÊ MESELA we!

 

Tebax 2006
Key Xusre  

 

                                                                      

        

                                                                                               

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar