Ez pêlikê difroşim!
Li gorî gotina, dibêjin carekê Behlûl (Nisredîn Xoce) diçe
dizîya sêva û ji bo ku ew bikaribe rehet hilkişe ser dara sêvê, ew pêlika xwe
jî bi xwe re dibe. Û wexta ku Behlûl di nava baxçê sêvan de ye û ew çavên xwe
li dora xwe li darek ku sêvê wê baş bin digerîne û pêlika xwe datîne ber dareke
ku sêvê wê pir û baş bûn û wê gava ew tam bi pêlikê ve hildikşe ser darê û xwe
hazir dike ku ew dest bi berhevkirina sêva bike. Lê belê wê çaxê xwedîyê baxçe
di wir de derdikeve û ew, li Behlûl hiryo hiryo dike û ber bi wî ve diçe. Lê belê
heta ku ew nêzî wî dibe, Behlûl jî ji ser darê tê xwarê. Zilamê xwedîyê baxçê
sêva hinekî bi hêrs û bi hidet, ji Behlûl re dibêje: ê herê ew pêlik wanî bi te
re û tu werê li nava vî baxçî li çi digerî?
Behlûl ji mêrik re dibêje: ez pêlikê difroşim! Mêrikê xwedîyê
baxçe, hinekî lê wê bersîva Behlûl ecêb mayî dimîne û dibin simbêlan re dikene
û disa ji Behlûl re dibêje: yanî, hey malik ava, wa sûk heye, çarşî heye, ma îcar
cîyekî nema ku tu hatiyî li nav baxçê min yê sêva pêlikê difroşî!
Behlûl bi awirnî manîdar li mêrik dinêre û ji mêrik re
dibêje: ma te çi jê ye! Hela hela, ma pêlik ne ya min e? Ez pêlika xwe li kur
difroşim ez ê bifroşim!...
Nîsan 2006
Key Xusre (Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar