Ê law
tu ji şîşa tendûrê xwartir…
Îcar rojekê ji rojan, pîra diya Çeko, ji kurê xwe re dibêje:
law, wa êdî tu bûyî zilam û wexta te ya zewacê jî hat û heta derbas jî dibe û
wekî ku tu jî dizanî, ew çend qurişên me, yanî ew perê ku me daye ser hev, têra
qelenê te nakin û eger ku ne fikireke zêde baş be jî, divê ku ji mecbûrî be jî em
xanîyê xwe bifroşin, ji bo ku em bikaribin ji binê vî barî rabin. Û ew wilo jî
dikin, yanî ew xanîyê xwe difroşin û qîza camêrekî ji Çeko re dixwazin.
Lê wexta ku nîşanîya Çeko çêdikin û ji ber ku kêfa xelkê jî
pir ji Çeko re dihat û belkî jî hinekî jî gunehê xelkê jî pê dihat, yanî ji ber
wan sedemên wisan, îcar gundîyên wan jî, li gorî urf û adetên wê herêmê, di
nîşanîya wî de, yanî wextê ku her kes hediye û xelatên xwe dide û bi piranî jî di
nîşanîyê de xelk pera davêjin, didin û wê gavê hinek pere komî serhev dibin.
Piştî nîşanîyê, Çeko û dîya xwe perê xwe dijmêrin, hesab
dikin û dibînin, eger ku wan xanîyê xwe nefirotana jî, ew ê bi wê alîkarîya,
yanî bi wan perê ku gundîyan di nîşanîyê de avêtibûn û tevlî perê wan î ku
hebûn, yanî yê ku wan ji xwe re, ji berê de dabûn serhev, ew ê têra qelen
kiribûna û ji ber wê yekê jî, ew hinekî poşman dibin ku wan xanîyê xwe firoştibû.
Îcar Çekoyê reben, Xwedê poşmanîyê nede tu kesî, lê belê piştî
wê poşmanîyê, ew êdî li wî mirovê ku wî xanîyê xwe firotibû wî digere, yanî bi
wê hêvîya ku bê ka gelo, ew ê xanîyê xwe paş ve nestîne.
Piştî operasyonekê, yanî lêgerîneke ne zêde dirêj, Çeko wî mêrikê
ku wî hanîyê xwe firotibû yê, ew li qahwa gund, wî mirovî dibîne.
Piştî silav lihevdûdayinê û merhebayek kin, Çeko meselê
vedike û jê re dibêje: heyran filan kes me xanî bi riza xwe firote te, lê belê mala
camêrên weke te, gundîyan û haziran ava be, piştî alîkariya wan, ya di nîşanîyê
de me fêm kir ku me ew xanî nefirotana jî, ew ê perê me têra wî qelenî bikirina.
Îcar ez hêvî û sed rica ji te dikim; ku tu xanîyê ma paş ve li me vegerînî û
aşte perekê te û xanîyê me paş ve bide me! Û dom dike; wekî ku tu jî dizanî, ez
mirovekî feqîr im û sibê roj belkî zarok jî çêbibin, wê gavê em ê çi xwelîyê li
sere xwe bikin û belkî jî em tu carî nikaribin ji binê kirêya wî xanîyî derkevin!
Lê ew zilamê ku xanî ji Çeko kirîbû, ne mirovekî zêde biûjdan
bû û ji ber wê yekê jî, bersîva wî jî,
ne zêde medenî bû û ew bi dengekî bilind û bi hêwirze û qerebalix li Çeko
dinêre û jê re dibêje: na wele bira, te xanîyê xwe nefirotana! Ma kesî bi zorê
ji te sitendibû? Te xanî firotîye û perê xwe sitendîye û ev mesele xelas bûye û
çûye, yanî wî xanîyî jibîrbike!
Her çiqas Çekoyê reben li ber digere û jê re dibêje: eman,
zeman, ji bo xatrê Xwedê û pêxember, werhasil ew şêxekî meşayîxekî, ziyaretekê
li cîkî nahêle û xwe diavêje tor û bextê wî, lê belê tu tiştek li wî mirovî
tesîr nake. Îcar li ser wê yekê, Çekoyê belengaz, di wê rewşa xerab de û eciz,
li dora xwe dinêre û li wê derê çavên wî bi Satilmîş dikeve, yê ku ew jî li
kêleka wan rûniştî ye. Lê nebêje Satilmîş, hema bêje pêxwas, diz, qumarcî û tawankar,
yanî tu çi bibêjî li bejna wî ”camêrî” dihat û tê. Lê Çekoyê reben, ji qehra û
ji kerba êdî ronî di çavên wî de namîn e, li derûdora xwe dinêre û ji bêçaretî
û bi awirnî alikarxwaz, ew li Satilmîş dinêre û jê dipirse: man ne werê ye
hevalê Satilmîş?
Lê belê Satilmîş, yê ku ji xeynî rastî û însanîyetê; hema
bêje her tişt di wî de mewcûd bû, îcar ew bi uslûbê xwe, yanî bi awayê pêxwasan,
lê ji yên ku wan wî nasnedikir re, ew dikarîbû weke mirovekî munewer jî bihata
fêm kirin! Û ew li ser kursî cîyê qûna xwe baş xweş dike, bi awirnî manîdar lê
xerab, li Çeko dinêre û bersîva wî dide: naaa welleee hevaaalll, te xanîyê xwe
firoştîye û te perên xwe sitendîye! Hellaaa hellaaa, wêêê, yanî tu doza çi li wî
camêrî, wî mêrikê reben dikî?
Li ser wê bersîvê, Çekoyê reben êdî nûr di çavên wî de namîne
û berê xwe dide Satilmîş, keserekê ji kezebê dikşîne, bi awirnî tûj li wî
dinêre û jê re dibêje: ê hey bê bext! Ê law ma qey em te nasnakin, yanî tu ji
şîşa tendûrê xwartir bû! Îcar law hema ji bextê me re tu wisa wek şîşa tivingê
rast bûyî û tê vêga di wê qula pacê re derbas bibî!...
Key Xusre
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar