Eş behsil dîk?
Îcar wexta ku, li rojhilat Sasanî û li rojava jî Romayî,
demeke dûr û dirêj, yanî bi sedan sal ew bi hevûdu re dilibikîn, hingê li alîyê
Erebîstanê jî Hz. Mihemmed temelê fikra Îsamîyetê avêtibû û wî û hevalbendê
xwe propoganda dînê îslamê dikirin û
hêdî hêdî wan, li dervê Erebîstanê jî derûdorê xwe; çi bi rêya bazirganîyê û bi
rêya alim, yanî propogandîstên dînê îslamê û çi jî bi rêya şer, wan, yanî ereban
dora xwe fireh dikirin, yanî ew li welatên din jî hêdî hêdî belav dibûn.
Îcar wan, yanî ereban, di bîn perda dîn de, di derdora salên
700an de, yanî piştî çêbûna Hz.Îsa, wan împaratorîyek fireh û mezin ava kirin û
ji wê, hem Sasanîyan; yanî împaratorîya kurd û farisa û hem jî ya Romayîyan
nesibê xwe girtin.
Elbet ew yek ne rehet bû, yanî, kî dikarîbû ku ew xwe li ber
wê artêşa îslamê bigirtana, ew artêşa ku bi îdeolojîyek wilo serê wan leşkerên xwe
dagirtibû, yanî, eger ku li vê dinyayê, di cenga firehkirina, belavkirina îslamîyetê
de tu biserketa, ji xwe mikafat te; xenîmeta şer, yanî; jin, zîv, zêr, bi kurtî
malê talanê yê te bû û eger ku tu di şer de `şehîd` biketa, îcar li wê dinyayê,
yanî li dinya wiyalî û ne bi îhtîmaleke mezin, lê ji sedî sed tu li Behiştê, li
Cinetê bû û bê ´şik` tu di nav horî, çemê şîr û hingiv, fêkî, mêwe; yên wekî hinar
û hwd de bû!
De îcar kî dikarîbû wan eşîrên bedewîyan, yên cihê cihê û prîmîtîv û wê artêşê bigirtana, yanî bi kurtî tu bi kîjan alîyî de (yanî tu li kîjan dinyayê bûne) biçûna zêde ferq nedikir…
De îcar kî dikarîbû wan eşîrên bedewîyan, yên cihê cihê û prîmîtîv û wê artêşê bigirtana, yanî bi kurtî tu bi kîjan alîyî de (yanî tu li kîjan dinyayê bûne) biçûna zêde ferq nedikir…
Her çiqas ku kurdan demek dûr û dirêj li ber wan hicûm û
êrîşên dijwar diberxwedan jî, lê piştî gelek qetlîamên mezin, ew jî paşê mecbûr
man û wan jî hukmê îslamê
ne bi kêfa xwe, lê belê mecbûr man û bi zora şûr wan ew qebûl kirin, yanî ew jî
bûn misilman.
Di dû re, wextê ku ereb hinekî ji axa kurda bi şûn de vekişîyan
jî, lê dîsa jî wan li dû xwe li hin herêman, hinek însanê ku bi erebîyek xerabe
xeberdidan hiştîbûn. Yanî, mesela cîyên wek Sêrt, Hatay û Mêrdîn. Îcar ew şopa
wan, yanî ew însanê ku bi erebi diaxivîn, hê vêga jî, her çiqas hindikbin jî,
lê dîsa jî, ew li wan deverên ku navên wan derbas bûn hê jî hene.
Îcar li alîyê Mêrdîn, yek ji van camêran, yanî, ew ên ku bi
diyalektekî erebî û yê ku hinkî jî bi erebîyek xerabe xeberdidan, dîkê xwe
hinda dike, an jî hinek dîkê wî jê didizin.
Lê, şiklekî, versîyonekî vê meselê yê din jî heye, yanî,
mesela; tê gotin ku mêrikek dîkekî didize û loma jî, mêrik ji xwe bi şike û îcar;
ew bi kur de diçe û hema ku du mirov jî bi hev re xeberdidin, îcar ji wî weye
ku ew pê dizanin ku wî dik diziye û ji ber wê yekê jî, hema devê kê, lêvên kê
dilibitin, yanî hema ku du mirov jî bi hev re diaxivin û mêrik yekser diçû cem
wan û ji wan dipirsî: eş behsil dik? Yanî kurdîya wê; ma gelo hûn behsa dîk
dikin?
Ger ku mirov vegere ser versîyonê, yê ku, yanî ya wî mêrikê
ku li gorî rîwayetê, wî dîkê xwe wenda kiribû, yan jî dîkê wî jê hatibû dizîn. Îcar
piştî wendabûna dîk, xwedîyê dîk li dikê xwe digere û kuçekê, kolanekê namîne
ku ew lê nagere û hama ku ew du mirovên ku bi hev re xeberdidin jî dibîne û hema
yekser ew diçe cem wan û ji wan dipirse; eş behsil dîk? Yanî ew dixwaze ji wan
re bibêje ku dîkê wî wendabûye û ma gelo we tu dîk nedîtine, an jî, gelo hûn
behsa dîk dikin?
Û ew, wê gera xwe ya li dîk dom dike, yanî taxek namîne ku ew
sax nakê û ew sûk û çarşîya bacêr ser û binê hev dike û digihîje kê, ma we dîkê
min nedîtiye?
Na dik tune! Yanî erd qelişî û dîkê wî ketê!
Îcar ji ber wê yekê, qûna mêrikê xwedîyê dîk erd nagre û misêwa
ew di heraketê de ye. Vir de diçe dîk, wir de diçe dik, lê ew ger, ew zehmetî û
ew eziyet û ew kefte lefta wî û ew pirsên wî tu fêdekî, netîcekî nayne û êdî ew
mêrik ji bo xatrê dîkê xwe, yanî ew ji kerba wî dîkê xwe, hew tine ku ew serê
xwe bixwe û ew dom dike, hema ku ew kî dibîne û diçe cem wan û ji wan dipirse:
Eş behsil dîk? Yanî, ma hûn li ser dîk mijûl dibin? Ma hûn li ser dîk
xweberdidin?
Mêrikê reben vir de diçe eş behsil dik, wir de diçe eş behsil
dik? Û dawîya dawî jî, hema bêje çîroka wî camêrî, yanî ew mesela wî camêrî; di
serî de li Mêrdîn û derûdorê wê û di dû re jî li seranserê welat belav dibe û
ji wê rojê û vir ve, ew çîrok di nav xelkê de, bi taybeyî li ser behsa tişteki,
bo nimûne; ku hinek mirovên piçekî ji xwe sil, yanî, yên ku ew hinekî ji xwe bi
şik bin, an jî yên ku hebekî bi şuphe li tiştekî bipirsin û ku hinekî ji adetê zêdetir,
ew pirsên xwe tekrar bikin, hingê xelk ji wan re dibêje: te xêr e heyran! Yanî, ma qey yê te jî wek mesela EŞ
BAHSIL DÎK li te hatiye!
Key Xusre (Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar