Wê
çaxê; tu kes di malê de nema ye!
Îcar qîzikek ji malbatek halxweş û belkî jî mirov
dikare bibêje, hinekî dewlemend û ya ku ew xuşka heft birayan bû, dibe bûk ji
bo gundekî, ku bi meşa kera qûnaxa sê rojan dûr bû. Lê belê bi hespa ew mesafe
dikaribû hinekî kêmtir bibûna. Îcar wextê ku mesafe wisa dûr dibû û bi wan
îmkanê wanî kêm, wê wextê çûyin û hatin jî dibû ji salê carek, an jî ji du
salan carek û carinan belkî jî zêdetir. Îcar ew bûk, li mala xwe ya nû û di wê
navberê de zemanekî dirêj derbas dibe, ku ew her û hal derfetê wê çênabin ku ew
serîkî li mala bavê xwe bide û ew tu xeberekê jî ji mala bavê xwe nagre, bê ka
gelo hal û wextê wan çawa ye.
Û rojekê ji rojan, yekî ji gundê wan, yanî ji gundê
bûkê yê nû, yê ku ew bi bazirganîyê jî mijûl bû, rêya wî bi şiklekî bi wî gundê
mala bavê wê bûkê dikeve û ew mirovê bazirgan ji xwe re dibêje; de hey ku rêya
me bi vî gundî jî ketîye, hema ez ê li halê mala bavê wê qizika ku ji wir e û
li gundê me bûye bûk jî bipirsim, ji bo ku, gava ku ez herîm gund, ez ê
bikaribim xeberekê ji wî re bibim û qet nebe, hama ji bo ku eyb nebe. Lê wextê
ku ew li wan, yanî li mala bavê wê bûkê dipirse, îcar ew dibihîze ku mala bavê
wê bûkê û pismamên xwe li hevdu xistine û du heb birayên bûkê hatine kuştin û sê
biryên wê jî cendirma girtine û ew birine û xistine hepsê û birayekê wê, yê niv
dînik jî bûye muxtar.
Wexta ku mêrikê bazirgan vedigere gundê xwe, ew diçe
ba mala wê bûkê, lê belê ew meselê ji bûkê re rast nabêje. Yanî ji bo ku ew bûk
xemgîn nebe, ew ê bazirgan meselê bi şiklekî din jê re dibêje; ango ku mala
bavê tev pir baş bûn, halê wan pir xweş bû û birayê wê yê bi navê ”filankes” jî
bibû muxtar! Îcar wextê ku ew bûk dibihîze ku ew birayê wê, yê bi navê”filakes” bûye muxtar û hama ew dest pê dike û li xwe dixe, digrî, dibê heware heware û porê xwe dikşîne. Ew xelkê ku li wê derê bûn, jê re, yanî ji bûkê re dibêjin: law ma te xêr e, wa vî camêrî mala bavê te dîtîye û ji te re xeber anîye û ew dibeje; ku tev başin, ma îcar tu dawa çi dikî?
Lê belê ew bûk ji wan re wisa dibêje: eger ku birayê
min, yê bi navê ”filankes” bûbe muxtar; wê çaxê tu kes di malê de nema ye!
Adar 2006
Key Xusre (Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar