Tu yekî pir bêsebrî
looo!
Gava ku gundî ji xwe re tedbîrên ewlekarîyê li derûdora
qoxên mirîşkên xwe digrin, wê gavê rêvî jî, mecbûr dibe ku ew jî ji xwe re li
cîyekî din li qismetekî bigere.
Û gava ku rêvî ji xwe re; vir de û wir de li çekurekî, ku ew
ji xwe re bikaribe lê bikoje, yanî ji xwe re li tiştekî xwarinê digere. Û hema carekê
ji dûr ve çavên wî bi tiştekî dikeve û ew pêre pêre xwe li wî tiştî digre û hêdî
hêdî ber bi wir ve diçe. Îcar wextê ku ew nêzî wî tiştî dibe, ew, yanî rêvî, pir
bihezir, pir bidîqet, hem ji alîyekî de ew derûdora xwe û hem jî ji alîyê din
de ew li wî tiştî dinêre. Lê belê ew çi binere! Û rêvîyê gewr yê ku hestiyê
parxwanên wî ji birçîna di zikê wî de çûbûn xwarê, carekê dibîne ku wa termê
pezekî mirî û bêxwedî li wê derê ye. Rêvîyê qurnas, hê bêtir bihezir li dora
xwe dinêre, tûrekê li dora wê beratê dizîvire û dora devê xwe dialêse û hêdî
hêdî xwe nêzî wî termê pez dike. Îcar heçî nêzîkbûnê ew xwe nêzîk dike, lê
wexta ku piçekî baş li dora wî termî dinêre, ew dibîne ku haylooo! Bê çewa li dora
wî laşî, faq û xefk hatine danîn!
Rêvîyê qurnas hinekî difikire û ji xwe re dibêje; ev termê
pez têra min î mehekê heye, yanî qûtê mehekê. Û bêguman fersendek werê her roj
nayê ber nigên rêvî û ew li ser wê yekê difikire, bê ew ê çawa çarekê ji wan faqa
re bibîne û ew yekser berê xwe dide ew cîyê ku ew guman dike, ku belkî gur lê
wê derê peyda bibin.
Rêvî qedereki li wan derûdora digere û ew gumana ku wî dikir
vala dernekeve û ew leqay gurekî dibe. Rêvî li gur dinêre û jê re dibêje: hooo,
merheba birakê gur, tu çawanî, başî? Û qaşo li halê wî dipirse! Ew gurê ku ruhî
wî bi xezebê dagirtî û yê ku hew tune ku ew ji nêza bimre, li rêvî dinêre û jê
re dibêje: birakê rêvî, çi baş û çi hal, ji birçîna zikê me bi piçta me ve
zeliqîye, em hew tine ku ji birçîna bimrin û tu jî dibêjî hûn çawa ne!
Rêvî dora devê xwe dialêse, awirekê davêje gur û jê re dibje:
guhdarî bike birakê gur! Û qet meraq neke, wa min termê pezeki li derê ha dîtîye,
de haydê were em bi hev re herin û ew laş, ew ê têra te ya heftîyekê bike! Guhên
gur mûç dibin, li rêvî dinêre û jê dipirse: birakê rêvî ma tu bera dibêjî? Rêvî bersîva wî dide, yanî jê
re dibêje: bi serê bavê te, birakê gur! Û eger ku tu ji min bawer nakî, were em
bi hev re herin wir. Îcar gur: ê birakê rêvî, ka bêje bê ew li kê derê ye û ma çima
tu wî naxwî? Rêvî: ava ew li derê ha ne û li ser mesela xwarinê, birakê gur
weke ku tu ji baş dizanî, yê me rêvîya îmkanên me ji yê we guran pirtir in, yanî
her çiqas gundî zêde tedbîra li ber koxên xwe bistînin jî, lê em dîsan rêyekê
dibînin. Mesela; min do mirîşkek wek betekê xwar, ez têr im û tu li min qet nefikire
û ew herdu, yanî rêvî û gur didin dû hev û diçin ber bi wî cîyê ku ew term lê
ye.
Û gava ku ew diçin nêzî termê pez, rêvî ji gur re dibêje: ha
ji te re, ava ew li vir e, de îcar ka tu ji xwe re lê binêre û ji xwe belkî jî te
ji min bawer jî nedikir, da haşte ava ew li ber çavên te ye!
Îcar gava ku çavên gur bi wî termê pez dikeve, êdî ne hiş û
ne jî aqil di serê wî de namîne û bêyî ku ew faq û xefka bifikire û hema pêre
pêre ew êrîşî wî termî dike û xwe davêje ser wî laşê pez. Lê belê, ew, yanî
gur, bi carekê dikeve nav faqê!
Îcar wexta ku ”rebenê” gur hewl dide, da ku ew xwe ji wê
faqê derxe û ew, xwe li viyalî û li wiyalî û bê netîce û dîsa ew xwe vir de û
wir de badide û ew xwe di nav faqê de digevizîne, digindirine da ku ew bikaribe
xwe ji wê faqê derxe, lê belê ew dike û nake ew nikare xwe ji wê faqê derxe û ji
ber êşa wê faqê; kaze kaza û zûre zûra wî ye.
Û gava ku gur di wî halî de û hewil dide da ku ew xwe ji wê xefkê
xelas bike, hingê rêvîyê gewr dikeve ser hêta pez ya paş û ew hem dixwe û hem
jî ji xwe re li gur temaşe dike.
Her çiqas gur li ber rêvî digere û ew xwe davêje tor û bextê
wî û jê re dibêje: eman zeman, birakê rêvî, hey malneket ma bextê dinyayê werê
ye! Ji bo xatirê Xwedê û Pêxember, alîkarîya min bike!
Lê belê rêvîyê qurnas, ew goştê ku di devê wî de ye jî, ew wî
jî bi îştahek mezin dadiqurtîne, yanî dixwe û dora devê xwe dialêse, tahma devê
xwe xweş dike û nigê xwe yê pêş datîne ser hêta pez û li gur dinêre û jê re
dibêje: tu yekî pir bêsebrî looo!
Adar 2006
(Anonîm) Amadekar: Key Xusre
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar