Tê çima nekenî !
Îcar rojekê ji rojan, yek ji wan etaran diçe gundekî û barê
xwe li nava orta gund datîne û wan eşyayê xwe ji pişta qantira xwe datîne xwarê
û dest pê dike gazî dike: werin cil û caaa, werin cil û caaa! Da ku deng here
gundîyan û ji bo ku gundî werin û tiştan, yanî lazmatiyên xwe jê bikirin.
Û piştî bîstikekê, gundî tev lI dora etar dicivin û ji kê re
çi lazime be ew ji xwe re jê dikirin. Lê qumaşekî hinekî biqîmet, giran, yanî
piçekî biha jî di nav wan eşyayên wî etarî de hebûye. Îcar gundîyên feqîr, ji
xwe nikaribûn wî qumaşî bikirin û heta ew ên ku halê wan hinekî xweş jî bû, ew ji
yê etar re dibêjên, ku ew qumaş pir bihaye û tu kes naxwaze ku wî qumaşî bistîne
û hê ew werê tev bi hevûdu re, di ber bazarê de û ew dibînin ku wa ji nişka ve Behlûl
(Nisredîn Xoce) di wir de derdikeve.
Û piştî selavek û merhebayek kin, Behlûl ji wan dipirse: we
xêr e, hûn wisa tev ji bo çi ketine qirika hev û we wilo qirik û gewrî li hevdu
qetandiye, yanî dengê ew hêwirze û qerebalxîya we dihat hetanî derveyê
gund, ma gelo ew tiştê ku hûn wisa li serê
ketine pêxêra hev û hûn welê li serê li hev nakin çi ye?
Li ser wê pirsa Behlûl, etar destê xwe datîne ser wî qumaşê
biha û ew ji Behlûl re dibêje: Behlûlê delal! Gundî dibêjin ku ev qumaş pir
biha ye û ji ber wê yekê jî, kesek naxwaze vî qumaşî bikire. Li ser wê yekê, Behlûl
jê yê etar re dibêje: ê baş e, ka wê gavê ez wî distînim. Mêrikê etar li Behlûl
dinêre, piçekî di bin simbêlan de dikene û ew jê re dibêje: Behlûlê hêja! Ew
qumaş biha ye, tu nikarî wî bistînî! Li ser wê yekê Behlûl bersîv dide: bira, vêga
te çi jê ye! Biha ne biha, ma tu ne xwedîyê perê xwe yî, wêêê, hela hela!
Mêrikê etar hinekî dikene û jê re dibêje: ê herê Behlûl
efendî, ez dizanim ku perê te tune, ka tu ê pera ji kur bînî? Lê Behlûl li ew
mirovên li dora xwe, yanî li ew gundîyên ku li wir bûn dinêre û di dû re berê
xwe dide yê etar û jê re dibêje: ê herê belkî wêga destê min piçkî teng be, lê
guhdarî bike! Û ew dom dike: binêre etarê hêja! Waye vêga payîz e û piştî ku çile
derbas be, ew ê bihar bixêr bê û weke ku tu jî baş dizanî, biharê wextê zayîna
pez e, yanî bi destpêka biharê re pez dizên. Îcar havînê koçer, yanî xwedîyên
pez, pezê xwe dibin zozana çêrê û payîzê jî ew dîsan ji zozana paşve vedigerin,
yanî, ew paşve tên û wexta ku ew colên pezê koçeran paşve tên, ew tev di jora
gundê me re derbas dibin û ewder tev tûmik, xirnûf û dirî ne, îcar wexta ku
pezê koçera di nav wan sitirîn, dirî, tûmik û hwd de derbas dibe, wê gavê hirîya
pez di wan dirî û tûmikan de dieliqe, bi wan ve dizeliqe, yanî bi wan ve dimîne
û wê çaxê, ez ê jina xwe bişînim û ew ê wê hirîya ku bi wan tûmikan ve eliqye berhev
bike û ew ê wê hirîyê bîne malê, ew ê wê bişo, paqij bike û ew ê wê li şehê
hirîyê xe û ew ê wê bi teşîyê birêse û ew ê ew, ji wî rîsî jî gora çêbike û ez ê
wan gora bibim li çarşîyê bifroşim û ez ê perekê te bidim te!
Li ser wê bersîva ne zêde kin, mêrikê etar li Behlûl dinêre
û vê carê piçekî jî bi dengekî hinekî bilind dike hîre hîr, yanî dikene. Îcar Behlûl,
pêşî awirekê davêje gundîyan, yanî li wan dinêre û berê xwe dide mêrikê etar û
jê re dibêje: Tê çima nekenî, ji xwe tu zanî ku perê te di berîka te de ye!
Nîsan 2006
Key Xusre (Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar