Ê herê ma çavên min
kor in!..
Mirovekî ku çavên wî sipî sax û tu qusûrek di çavên wî de
tune bû, yanî didît. Îcar ew bi tikîtenê ji mizirî, diçe û di nava orta kolanê de,
xwe li yekî hafiz, yanî li yekî ku çavên wî nedidîtin û dîsan yê ku bi
alîkariya gopal wî pê pêşîya xwe, derûdorê xwe kontirol dikir, ji bo ku ew
bikarîbûna bimeşîya û dîsa ji bo ku ew li tişkî neqelibya, yan jî neketana
kortekê û hwd, diqelibîne. Lê berî ku mirovê hafiz devê xwe veke, hema ji nişka
ve; ew mêrikê ku çavên wî sax bûn, hêwirzekê, qerebalixekê li wê kolanê radike
û bi dengekî bilind diqîre û ji mêrikê kor re dibêje: ê herê hey malmîrat, hey
malxerab, ê ma ez kor im! Hey Xwedê mala we xera bike! Hey Xwedê bela xwe bide
we, ma qey hûn jî kor in, ku hûn werê li nava orta rê û wilo serserî xwe li min
diqelibînin!…
Îcar li ser wê yekê, ew mirovê hafiz, yanî yê kor, qet li
eynê xwe danayne û dengê xwe nake û wek e ku ew ne ew ê kor be û bi gopalê xwe
pêşîya xwe û piçekî jî bê deng kontirol dike û hema zû zû xwe ji wê derê bidûr
dixe.
Nîsan 2006
Key Xusre
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar