Ji bîstê me re
dimîne nozdeh!
Dibêjin berf hatîye û gundî cilê xwe yên germ li xwe kirine,
gorên xwe ên rîs xistine nigên xwe, lepikên xwe ên hirî xistine destên xwe û
hazirîya xwe dikin, da ku ew biçin hêla kewan. Îcar eger ku gundî bikarîbin
herin hêla kewan, ma qey Behlûl (Nisredîn Xoce) kêmî wan e. Yanî ma qey ew jî nikare
here hêla kewan?
Û tê gotin, yan jî yekî koçer (ev çîrok ya koçera ye) digot;
xwedêgiravî Behlûl jî cilê xwe ên germ li xwe dike û tu li kur hêla kewan li
kur û ew jî, qaşo berê xwe dide ew cîyê ku xelk bi wir de diçine, ji bo ku ew
jî here hêla kewan!
Îcar wexta ku danê êvarê, çaxê ku roj diçe ber ava û hêdî
hêdî, êdi xelk jî, ji hêla kewan dizîvirin û ber bi mal ve diçin û di wê vegerê
de, yên gundî û yên ku her yek ji wan çar, an jî pênc heb kew girtine, lo niza yên
ku şeş û heft heb kew girtine, dibînin ku wa Behlûl xwe di cîkî de telandî ye. Îcar
ew, yanî gundî selavê lê didin û jê re dibêjin, dipirsin: merheba Behlûlê
delal! Ka bêje bê te vê carê çend heb kew girtine?
Li ser wê pirsê, Behlûl ji ew cîyê ku wî xwe ji sibê û hetanî
danê êvarê, ku qaşo wî xwe di ber kewekî de telandî ye û ew, yanî Behlûl ji wir
li nêçîrvanan dinêre û tilîya xwe dide ber devê xwe û ji wan re dibêje: Hiş bin
û zêde dengê xwe nekin! Gava ku ez vî kewî jî bigrim, wê çaxê; ji bîstê me re
dimîne nozdeh!
Çileya pêşîn 2006
Key Xusre (Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar