Ma ez jî dikarim lê binêrim?
Hema bêje li
hemû welatên cîhanê, ji bo ew însanê ku nerihetîyên wan yên ruhî hene, yan jî
bi gotina xelkê; ji yên dîn re nexweşxaneyên ruhî, an jî di nava xelkê de,
zêdetir ew weke tîmarxane tên bi nav kirin, tên çêkirin. Îcar li bakurê
Kurdistan, li Xerpêtê tirkan jî qaşo nexweşxaneke ruhî, tîmarxaneyek çêkirine û
ew nexweşên wê herêmê, yanî ew ên ku ji alî ruhî de nerihetin, wan dibin wê
derê.
Lê belê hin
malbatên, yên ku mirovnî wan yên ku ji hêla ruhî ve nerhetin an jî dînin jî
hene, lê dîsan jî û tevlî temamê zehmetîyan jî, ûjdanê wan tahmûl nake ku ew wî
an jî wê mirova xwe bişînin wê derê. Û bi piranî jî xelk, ji ber ew şertên
xerab û yên neînsanî ku ew belangazên dîn, di nava wan tîmarxana de lê rast tên…
Tew tu dibê qey
ew îdeolojîya ku tirkan aniye wirê, yanî Kurdistanê, hê însanîtir e! Lê de…
Îcar li bexçê wê
tîmarxanê, ew ên dîn tev bi rêz û didin dû hevûdu û dikevin dorê û yek bi yek,
li qulikek pir piçûçik, ya ku ew weke şûna bizmarekî bû dinêrin û yê ku carekê
lê wê dinêre, ew dîsa diçe paş û ji nû ve dikeve dorê, ji bo ku ew dîsa lê wê
qulikê binêre û ew di dorê de li benda dora xwe û li gorî meşa dorê pêş ve diçe
û ew yek bi wî awayî dom dike.
Îcar rojekê bi
wî şiklî, du rojan bi wî şiklî, sê rojan bi wî şiklî, lo niza, pênc rojan bi wî
şiklî û tev di dorê de û yek bi yek li wê qulika piçûçik dinêrin. Îcar ew berdewamî û ew israra wan ji bo nihêrtina
wê qulikê, dike ku ew yek ji bo hekîmê wan jî dibe meraqek mezin, ango bê ka
gelo; ew li wirê li çi dinêrin! Û li ser wê yekê, hekîm jî diçe cem wan û ji
wan re dibêje: ka hinekî xwe bidin alî! Ma gelo ez jî dikarim li wê derê binêrim?
Lê belê yekî dîn ji hekîm re dibêje: belê tu jî dikarî lê binêrî, lê belê pêşî
divê ku tu jî wek her kesî têkevî dorê û kengê ku dora te hat, tu ê wê çaxê bikaribî
lê binêrî!
Û diktor jî ji
mecbûrî, bi ya wî dike û ew jî dikeve dora xwe. Îcar wexta ku dora wî tê, ew
hinekî jî bêsebir û bi meraq li wê qulika ku wek şûna mîxekî bû dinêre, bê ka gelo
ew ê çi tiştê enteresan di wir de bibîne! Lê wê gava ku ew tu tiştî di wir de
nabîne, hingê ew li wanê dîn vedigere û ji wan re dibêje: heyran, min tu tiştek
di wir de nedît! Îcar li ser wê gotina hekîm, yek ji ew ên dîn li hekîm dinêre
û jê re dibêje: Ê me îroj niza çendik û çend rojin, ku em tev û dor bi dor li wê qulê dinêrin lê hîna jî me tu tiştek
tê de nedîtîye û dom dike; ê hey malneket ma tu ê bi carekê çi tê de bibînî?
Adar 2006
Key Xusre
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar