Sebrek û du pif
Mirovek, li mala naskirîkî xwe, an jî li mala dostekî xwe
dibe mêvan. Û wek ku tê zanîn zemanê berê li Kurdistanê, di zivistanê de, yanî
di çile de, hema bêje temamê xelkê, ji bo taştîya serê sibê şorba nîskê
dikelandin, çêdikirin. Îcar ew mêvan, wexta ku taştê, yanî şorba serê sibê ya
kelandî û ya ku hêja pir germ bû û piçekî jî bêsebir û bêyî ku ew pifî kevçîyê
xwe bike û hinekî jî, dibe ku ew zêde pirçî bûbe û bi kurtî, wexta ku ew wê şorba
ber xwe dixwe, ew şorba kelandî devê wî dişewitîne. Lê mêvan naxwaze li xwe deyne
û goya ji bo ku ew balê bikşîne cîyekî din, îcar ew li qarçê xanî dinêre û ji
dostê xwe, yanî ji xwedîyê malê dipirse: ma bira gelo xanîyê we li ser çend
dara ye?
Lê belê ew yek, yanî ew ecele û ew bêsebrîya mêvan, ji çavên
mazûlvan, yanî ji çavên xwedîyê malê nereve û ew, yanî xwedîyê malê, ango mazûlvan,
li mêvanê xwe dinêre û bersîva wî dide, yanî jê re dibêje: birayê hêj, xanîyê
me li ser sebrekê û du pifa ye!
Tebax 2006
Key Xusre (Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar