Însaf merhemet haaa!
Îcar piştî ku ew mêrik, goya têr xwe dişo, ew ji hindirê
hemamê derdikeve û diçe cile xwe ji dolabê derdixe û cilên xwe li xwe dike û destên
xwe dixe berîkên xwe, li berîkên xwe digere û dest pê dike û dike qarewar û bi
dengekî werê bilind ku temamê mişterîyên hemamê dibihîzin û mêrik dike qêrîn û dibêje:
ka cizdanê min! Kê perê min diziye, perê min tev hatine dizîn û hwd.
Li ser wê yekê, xwedîyê hemamê diçe cem wî, yê ku xwedêgiravî
perê wî hatibû dizîn û jê re dibêje: filankes! Em car carna çîrokê wisa
dibîzin, lê tu werê di nava mişterîyan de zêde qerebalix neke, eger vê carê perê
te tune be jî, tiştek nabe, wexta ku perê te çêbûn tu dikarî bînî û mêrikê ku
goya perê wî hatibûn dizîn, bêyî ku zêde piroblema derxe, ew ji hemamê
derdikeve û diçe bi rêya xwe de.
Lê belê roja din, eynî mêrik dîsa tê hemamê û dîsa kilîdekê
ji wî mirovê ku li wê derê kar dikir distîne û diçe odekê, cilên xwe ji xwe dike
û diçe hindirê hemamê ji bo ku xwe bişo. Piştî ku ew mêrik xwe dişo, ew ji
hindirê hemamê derdikeve û diçe cilên xwe li xwe dike û dîsan weke roja berê, ew
dest bi qarewarê dike û bi dengekî gelekî bilind dibêje: ka cizdanê min! Ka kê
perê min diziye! Û bi wê qerebalixa wî re, mişterîyên hemamê jî tên û li dora wî
kom dibin û ji hev re dibêjin: heyran, eger iroj perê vî camêrî hatin dizîn, ew
ê sibê ên me jî werin dizîn û ji ber wê yekê, ew dikevin nava taswasê û fikara,
ji bo hatina xwe ya hemamê, ya pêşerojê.
Îcar ew sehne ji çavên xwedîyê hemamê jî na reve, lê dîsan jî
ew weke cara berê, tê cem ew mirovê ku qaşo perê wî hatibûn dizîn û jê re
dibêje: filankes! Hinekî însaf û merhemet bike, yanî, carinan gotinên wilo tên
guhên me, ku goya perên hinên weke te qaşo tên dizîn û hwd. Lê carinan
heqîqeten jî, yanî jidil jî, perên hin mişterîyan tên dizîn, lê ne wek yên te, ku
her roj tên dizîn! Û li vê derê zû bi zû perê kesekî jî wisa hêsan nayên dizîn,
lê yê te îroj du roj in ku tu wanî dikî, eger pere li cem te tune be jî, tiştek
nabe, hûn dikarin dawîyê jî, ku rêya we bi vir ket, deynê xwe bidin, ew yek ne
mesele ye. Û ew mêrikê ku goya perê wî hatibûn dizîn, wê carê jî zêde dengê xwe
nake û weke cara berê, ew ji hemamê derdikeve û diçe.
Lê belê roja sisêyan jî, dîsan eynî mêrik tê hemamê û dîsa kilîdekê
ji mêrikê ber hemamê distîne, diçe odekê û ew cilê xwe ji xwe dike û diçe
hindirê hemamê û serê xwe dişo. Û piştî şûştinê ew ji hindirê hemamê derdikeve,
diçe wê oda ku cilê wî lê ne û cilê xwe li xwe dike û disan weke carên berê ew
dest bi qareqarê dikê: cizdanê min hatiye dizîn! Ka kê perên min dizîne û hwd! Û
weke carên berê, bi wê hêwirzê û qerebalixa wî re, dîsan mişterî li wî dicivin û
di wê navberê de mêrikê xwedîyê hemamê jî tê wê derê û dinêre ku; dîsan eynî
mirov!
Li ser wê yekê, xwedîyê hemamê pir eciz dibe û hema bi milê wî
mêrikî digre û wî hinekî ji mişterîyan
tenha dike û jê re dibêje: hey bêbext! Ma îman û ûjdanê te tune! Yanî tu wanî
miseletî ser me bûyî, îcar te xêr e, derdê te çi ye? Hey Xwedê bela xwe bide
te, îcar ne lazim, baş e, ji îroj û pê ve her roj were û xwe bişo û pere jî
nede, lê belê di nava mişterîyan de, eybe, wilo hêwirze û qerebalxî neke!
Îcar piştî wê ”peymanê”, ya ku di navbera xwedîyê hemamê û
wî mirovê ku qaşo perên wî dihatin dizîn de û ji wê rojê û pê ve, ew mêrik
serêsibê diçe dikeve hindirê hemamê û êvarê ji hemamê derdikeve, lê bêyî ku ew
weke berê tu pirobleman derxe, yanî bi kurtî, îcar ew mêrik
wê derê ji xwe re dike mesken û ji wê derê dernakeve.
Ew mêrikê hîlebaz, bi wî awayî zemanekî dirêj wilo dom dike,
bêyî ku merhemet, însanîyet yan jî ku tiştên werê werin bira wî û îcar serêsibê
ew diçe û dikeve hemamê û êvarê ew jê derdikeve û diçe.
Îcar rojekê bi wî şiklî, du rojan bi wî şiklî, heftîyek bi
wî şiklî, lo mehek bi wî şiklî, yanî misêwa ew bi wî şiklî û welê dom dike.
Lê belê her tiştekî jî sînorekî wî heye û ew yek, dibe egera,
sebeba ku êdî xwedîyê hemamê jî hêdî hêdî, lê belê tam eciz bibe û ew, yanî
xwedîyê hemamê jî êdî ji derdê wî tije dibe, yanî weke ku dibêjin êdî kêr
digihîje hestî û xwedîyê hemamê ji xwe
re dibêje: ma heta kengê ew ê ev bêinsaf û bêîman û bêmerhemet wisa dom bike. Û
ew li ser wê meselê hinekî difikire, da ku bi hêvîya ku ew çareserîyekê ji wê
yekê re peyda bike, ji bo wê problemê, ji bo wî derdê bê derman!
Rojek ji rojan mêrikê xwedîyê hemamê, çar mirovên xort, li
ser xwe, bi hêz û hebekî jî tawankar û yên ku wechên wan jî pir bi xof, ew wan tinê
hemamê û bêguman her yek ji wan çend kuruşan jî dide wan û çîroka xwe û ya wî
mirovê ku hemam ji xwe re kiribû mesken jî, ji wan re dibêje û li wê derê, ew
”camêr” li benda wî ”camêrê” din disekinin.
Mêrik hîn bûye, elimîye û bêyî ku ew tu fikara bike, dîsa
weke her car ew tê hemamê û dîsan kilîdekê ji yê ku li hemamê kar dike distîne
û diçe odekê, cilê xwe ji xwe dike û diçe dikeve hindirê hemamê, lê bêyî ku vê
carê, haya wî ji bayê felekê hebe, ku bê ew ê dawîyê çi were serê wî!
Îcar wexta ku ew ji hindirê hemamê û bi tena derpîyê piçûk
derdikeve û diçe wê oda ku cilê wî lê bûn û dixwaze ku cilê xwe li xwe bike. Lê
belê ji berê de ew xortên ku xwedîyê hemamê wan anibû wir, radijin cilên mêrik
û wan diavêjin ser agirê hemamê. Û wexta ku mêrik dinêre ku cilê wî tinin, ne
xuya ne û icar vê carê mêrik ji kezeba şewitî dike qarewar: ka cilê min! Ka
cilê min! Kê kê cilên min diziye!
Lê, lê vê çarê ew mirovên tawankar û krîmînel tên nêzî wî,
hin xebera, siqêfa pê dikin û çend heb kulm û şeqamê zalimkî lê dixin û bi
cengurê wî digrin û wî bi tena derpê û nava orta çile diavêjin nava kolanê. Îcar
ew mêrikê ku hemam ji xwe re kiribû mesken, di wê sermayê de, di wî çileyê sar û
reş de û bi tena derpê û li nava orta kolanê, li wan xorta û li xwedîyê hemamê
dinêre û ji tirsa re jî, ew zêde newêre pir qerebalix jî bike û bi dengekê
îsyankar, lê melûl, ew ji wan re dibêje: eman zeman, ji bo Xwedê û ji bo pêxember,
ma însanîyet wisa ye! Yanî nava orta çile, we bi tena derpê ez avêtime nava
orta vê kolanê, yanî piçekî îman, piçekî ûjdan, ma qey rehm û merhemet di dilê
we de tune ye û hwd.
Lê belê ew gazî û libergerîna wî pir zêde pere nake!
Xwedîyê hemamê, li wî mirovê ku bi tena derpê û li nava orta
kolanê û yê ku ji sermana dilerizî û dîsan yê ku diranên wî lihev diketin
dinêre û jê re dibêje: ê hey minafiq, tu hatî hemamê te xwe şûşt û pere neda,
te merhemet nekir û bi ser de jî, te di nava mişterîyan de qerebalix dikir û te
gelek caran jî digot heware perê min hatîye dizîn, lê wê çaxê îman, ûjdan û merhemet
ne dihat bîra te, tevlî wî awayê te yê nedostane jî, dîsan jî me ji te re got: zêde
tevlîhevî dernexe û were xwe belaş bişo, icar tu serêsibê dihatî diketî hemamê û
êvarê ji hemamê derdikêtî û her roja Xwedê; te bi wî şiklî me êşkence dikir, lê
belê te qet rojekê merhemet nekir, lê belê vêga tu ji bo me bûyî mumin û behsa
merhemetê dikî haaa!
De biteqize ji vê derê û here hê ku çavên te ziwa ye!
Însaf merhemet haaa!
Çileya pêşîn 2006
Key Xusre (Anonîm)
Key Xusre (Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar