… Ji wê dûvê nav teqanê!
Dibêjin, şêr gur û rêvî dibin destbirakên hev û diçin seydê, nêçîrê, ji bo ku ew heywanekî, yan jî tiştekî xwarinê bibînin, peyda bikin û bixwin, ji bo ku ew bikaribin jîyana xwe bidomînin. Piştî qederekî, ku ew li vir de û li wê de digerin, ew leqay colekî, kerîkî pez dibin. Îcar Şêr hema ji nişka ve êrîşî nav pez dike û pencekî li beranekî dixe û devê xwe dixe sitûyê wî beranî, heta ku ruh jê dibe û ew, yanî şêr, paşve vedikşe û li ser dûva xwe rûdinê, dora devê xwe dialêse, yanî tahma devê xwe xweş dike, li gur dinêre û ji re dibêje: de birakê gur îcar tu vêga dikarî wî goştî li me parê bikî!
Wê çaxê av
bi devê gur dikeve û ew hêteke wî beranî ya paş, ji xwe re datîne alîyekî û hinek
hestî jî dide rêvî û goştê mayî jî dide ber şêr û dibêje: fermo birakê şêr ev
jî para te ye.
Lê belê ew
hêta paş ya beran, ku gur ji xwe re danîbû alîki, ji çavên şêr nareve û ji ber
wê yekê jî, şêr gelek hêrs dibe û heta ku hêz tê de heye pencekî li serê gur
dixe, îcar şêr wisa bi hijd lê dixe û dike ku gewdê gur di nava teqana ber
cihikê de hinda bibe û bi tenê duva wî di nava wê teqanê de rep bimîne!
Û di dû re,
tevlî ku hê hêrsa şêr baş derbas nebûye ji, ew awirekê diavêje rêvî û jê rê
dibêje: de birakê rêvî, îcar tu dikarî
wî goştî li me parve bikî!
Rêvî bi
awayekî pir henûn li şêr dinêre û bersîv dide: eman mîrê min, ma ez kî me, ji
xwe cenabê we nêçîr kiriye û ez ê çawa û bi kîjan heq û hiqûqî bi cenabê te re
wî goştî li hev parve bikim û ew yek jî, ji xwe ne hedê min e jî, tê wî goştî
biafîyet bixwî û eger ,
şahyet hinik hestî mestî ji ber cenabê we man, ez ê ji xwe re li wan bikojim...
Şêr, li ser
vê bersîva rêvî, li nav çavên wî dinêre û jê dipirse: ma gelo hûn ji kê derê hînî
wê edaletê bûne, birakê rêvî?
Rêvî: ji wê dûva nav teqanê, mîrê min!
Key Xusre (Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar