tisdag 8 januari 2013


                                                 Eh amê, axa tiştekî din jî gotibû!

 

Zemanekî li nava bacarê Sêrtê, ew xelkê ku bi erebîyk ne zêde mezbût xeberdidan û yên ku piçekî jî, ji kurmancên wê derê, yanî ji kurmancên li nava bacêrê kevin zêdetir bûn, bi kurtî li hindirê bacêr wê demê rewş wilo bû û wextê ku wan keys didîtin, tade û zilm, hem li kurmancê nava bacêr dikirin û hem jî, li kurdên wan gundên der û doran, yên ku, mesela wextê ku ew ji bo karekî xwe diçûn nava bacêr û gava ku yekî kurd û yekî erebê sêrtî şer dikirin, ewan ereban, dikaribûn pêncî mirov li ser serê yê kurd bicivin û tev bi hev re, li yê kurd bixin û bêyî ku bipirsin, bê ka mesele çi ye, ka bê kîjan ji wan niheq e.  

Yekî sêrtî yê ku hem dikana wî li nava bacêr hebû û hem jî etarîyê dikir, yanî, malê weke cil û ca, wê çaxê wilo digotin û hwd, bi kera yan jî bi qantira li wan gundê der û dorê Sêrtê difrot e. Û ew karê etarîyê, li gelek herêmen din yê welat peyda dibû, bo nimûne, mesela etarên Mêrdîn binavûdeng û meşhûr bûn. Li nav xelkê dihat gotin ku hin ji wan etaran sîxurîya dewletê jî dikirin..  

Lê wextê ku ew etarê sêrtî nediçû etarîyê, hema bêje ew her roj li ber derîyê dikana xwe û bi dengekî hebekî bilnid gazê dikir: şalên rêncber! Şalên rêncber û hwd! Yanî wan şalên bi navran yên ku sêrtîya navê wî kiribûn şalê rêncber, ji ber ku ew şal ji bo kar jî bikêrhatî bûn.  

Îcar rojek ji rojan, mêrikê xwediyê dikanê, wextê ku dîsa wek hercar ew li ber dikana xwe ye û gazî dike; şalên rêncber, şalên rêncber! Carekê dinêre ku wa axayekî kurda û çend heb xulamên wî jî li dû wî û di wir de, yanî di ber dikana wî de derbas dibin. Îcar wextê kû çavên etarê sêrtî bi axa û xulamên wî dikeve, ji bo xatrê ku ew wan eciz bike û bizanebûn, ji dêlva ku ew bibêje şalên rêncber, lê ew hem tona dengê xwe baş bilind dike û hem jî li wan dinêre û dibêje: şalên kurmanc, şalên kurmanc!  

Axayê kurd, yê ku xulamên wî jî li dû wî, li ber dikana mêrik disekine, awirnî tûj diavêje wî  mêrikê etar û ji re dibêje: wisa nebêje şalê kurmanc, şalê kurmanc! Yanî tu hertim dibêjî şalê rêncber, îcar vêga ji bo ku tu me eciz bikî ti wilo dibêjî, xêr e derdê te çi ye? Û eger tu wisa bi wî şiklî dom bikî, wê ew yek ji te re ne zêde baş be!  

Lê belê ew etarê sêrtî, bi wî awayê ku wî bi kurmancî xeber dida, yanî bi wê kurmanciya xwe ya xerabe, li axa û xulamên wî dinêre, çavên xwe digre û devê xwe vedike: eh amêêê îşêêê te çi jê yeee, ma ev malê babê te yeee û hwd, hêwirze û qerebalixekê li wê derê radike, ku yasitar û dîsan dest pê dike û vê carê hîn ji cara berê xerabtir bang dike: şalên kurmaaac, şalên kurmaaanc!

Axa pir bi wê yekê diêşe, lê zêde li eynê xwe danayne, her çiqas xulamên wî xwe dikişkişînin  ber bi alîyê mêrikê etar ve jî, ji bo ku li yê etar bixin, lê axa ji wan re îşaret dike, da ku sakîn bin û ji wan re dibêje: em bimeşin herin karê xwe bikin û tiştên ku ji me re pêwîste, lazime bikirin, bistînin, dawîyê Xwedê ji me û ji yê etar re mezin e û bi rêya xwe de dimeşin.

Piştî ku ew karê xwe li bacêr diqedinin, axa û xulamên wî vedigerin gundê xwe.

Lê belê piştî çend rojan, axa gazî du xulamên xwe dike û ji wan re dibêje: kuro hûn ê herin Sêrtê cem dikana wî etarê ku wî bang dikir û digot; şalên kurmanc û çar pênc şala jê bikirin û jê re bibêjin; gelek silavên gundîyan ji bo we hene û selavên ew gundê jora me jî ji bo we hene û wan digotin; eger hinekî şal cil û ca û hwd, ku hûn bibin wê derê ew ê baş bibe, ji ber ku pir lazmatîya wan pê heye!

Etarê sêrtî, wextê ku ew wê xeberê dibihîze pir kêfa wî tê û bi zimanekî xweş, ji wan herdu kurdan dipirse: eh ebî hûn bera dibêjin? Ên kurd, zîyaretek namîne ku ew pê sond naxwin û ji bo ku ew tam bi mêrikê sêrtî bidin bawerkirin, ew ziyareta Tilo jî pêve dikin û dibêjin: bi ziyareta Tilo em rast dibêjin!

Mêrikê etar, berî ku ew wan bi rê bike, ew pir bi kêfxweşî, ji wan re dibêje: eh ebî, yanî bavo, hûn jî gelek silavên min li wan gundîyan bikin, ji xwe min jî bêrîya wan kiribû û min jî digot; ha iroj ha sibê ez ê bi wir de herim, lê qey ew nedibû qismet, hema hûn bi xêra xwe ji wan re  bibêjin; hetanî heftîkî, eger Xwedê bê herê û tu qeza û bela çênebe ez li wê derê me û gundî xatirê xwe jê dixwazin û berê xwe didin gundê xwe.  

Di vegerê de, xulam diçin cem axa û jêre dibêjin; hal û mesele welê ye, yanî etar hetanî heftîyekê li wir e. Li ser wê xeberê pir kêfa axa tê û ew li xulamên xwe dinêre, dibişire û dibêje: pir baş e, bira çavên we li rê be, wextê ku etar derbas bibe hûn wî digrin û tînin cem min û em binêrin bê ka şalê kurmanc çawa ye!   

Û pir zêde nekişand, ku rojek ji rojan ew etarê sêrtî, yê ku rê û rêwanî li ser pişta qantira xwe nehiştî bû, ku wî ew tev bi malê cil û ca û hwd, bar kirî bû û destên wî li pişt qûna wî, li newala jêra gund û li dû qantira xwe û her û hal wî di serê xwe de hesbê ku bê ka ew ê wê carê çiqas pere kar bike, dikir. Lê carekê ji nişka ve, ji herdu alîyên rê çarheb zilam xwe çengî wî dikin û ew; wî digrin û wî dibin hizûra axê.

Axa bi awirnî manîdar, wilo ji jor hetnî jêr li wê temtêla wî dinêre û bi dengekî pir sert, bi hêrs û cidî jê re dibêje: hey bê ehlaq…! Haydê we got şalê rêncber, tevlî ku şal û şapik cilê me kurda ne jî, lê dîsan jî me got de tişt nabe, em xwe ber bayî wan bêehlaqan nakin, icar wextê ku em tên û di ber dikana te de derbas dibin, vê carê jî, ji bo ku tu me bi qehirînî, me eciz bikî û îcar tu bi dengekî bilind û bi awirnî tûj û pîs li me jî dinêrî û dibêjî; şalên kurmaanc, şalên kurmaaanc! Û wextê ku em ji te re dibêjin; wisa nebêje, îcar tu dibêjî; eh amê ma ew malê babê te ye û ew jî ne bes e, îcar bi ser de jî, ew hêwirze û qerebalixa ku te li nava wî bacarî rast kir! Hey qûnekê heram!…   

Etarê sêrtî ji tirsan re dilerize û li axa dinêre û bi dengekî melûl dibêje: tobeee! Axa ez xulamê te me, ez careke din gûkî wilo naxwim, eh ebî hema vê carê min efû bike, axa ez ketime bextê te! Axa tu min bide xatirê Xwedê, hema vê carê tenê, min efû bike û ew etarê sêrtî bi wî şiklî dom dike û li ber Axê digere.  

Îcar wekî ku tê zanîn, hema bêje di temamên civatan de tek tûk tîpên ku ji civatê cûda hene, mesela yên weke homoseksuelan, yan jî tersê wan û çi jin û çi jî mêr. Lê belê li Sêrtê ew yek, ew nîspetê homoseksueltîyê, yan jî tersê wan, gelekî zêde ye û belkî jî hed û hesabê wê tune. Îcar wextê ku li bakurê Kurdistanê, navê Sêrtê tê gotin, xelk bê hemd di bin simbêlan de dikenin, yanî di wê mana ku ew bacar ji wê hêlê de berbat e.

Îcar ew yek, ji wê axê ye, yan jî di xwîna wî xelkî, yanî ew erebên ku li wê derê dijîn de heye, mirov wê yekê zêde nizane.  

Û bêguman axa jî, ji wan nexweşîyên wan hayedar bû û belkî jî, ji ber wê sedemê bû, axa ji xulamên xwe re dibêje: kuro! Bi çengurê vî bêehlaqî bigrin û wî bibin binê newalê û ya wî bikujin û li wan dera veşêrin û yan jî di q… wî nin û wî berdin, ji bo ku ew careke din gûkî wisa nexwe!

Çar pênc heb xulam, hema pêre pêre bi çengurê yê etar digrin û bi sîle û bi pihîna dibin dervê gund û bi wî şiklî hetanî binê newala jêra gund, ew wî dikişkişînin. Li wê derê, yanî li binê newalê, ew xulam di navbera xwe de niqaş dikin, bi hev dişêwirin; bê ka ew ê ji herdu fermanên ku axa ji wan re gotibû, ew ê kîjanî ji wan bi kar bînin; yanî; ya ew ê wî bikujin û yan jî ew ê ew di q… wî nin û wî berdin. Îcar piştî minaqeşek û gengeşîyek mezin! Ew di navbera xwe de biryar didin ku ew wî mêrikê etar bikujin.

Lê wextê ku mêrikê sêrtî dinêre ku rewş pir cidî ye, yanî mesele ya man û nemanê ye, îcar agir dikeve bin dûvê wî û tu çarekê nabîne û hema ew, ku ne zêde bêhêvî be jî, yanî çara dawî, ji bo ku ew bikarîbe wê talûkê berteref bike, qozê xwe yê dawî bi kar tîne. Îcar etarê sêrtî li wan dinêre û ji wan re dibêje: Eh amê çi bikujin bikujin, axa tiştekî din jî gotibû!

 

Nîsan 2006
Key Xusre                                    

 

 

    

 

                                                 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar