tisdag 8 januari 2013


                                          Ê law ma qey bavê te mamûrê nifûsê bû!..

 
Dibêjin; rêvî, gur û hesp dibin destbirakên hev, yanî dibin hevalên hev û ew qerarekê di nav xwe de distînin û ji hev re dibêjin: vêga em bûn wek birayên hev û ji vir û pê ve, em çi nêçîrê bikin, yanî kîjan ji me tiştekî xwarinê bibîne an jî bigre, zevt bike, em ê wî weke bira lihevûdu parê bikin û dest pê dikin dikevin nav lebatê, yanî ew ji xwe re li tiştekî xwarinê digerin.  

Ew her sê heywan, ji bo ku ji xwe re xwarinekê peyda bikin; virde diçin, wirde diçin, werhasil ew newalekê, çîyakî û deştek namîne ku lê nagerin, lê ew leqay tu tiştê ku ew zikê xwe pê têr bikin nabînin, yanî ew tiştekî xwarinê peyda nakin.  

Çend rojan bi wî awayî, bi wî şiklî, cîyekî namîne ku ew sax nakin, lê nagerin, lê belê bêhûde û êdî ji birçîna tu taqet jî diwan de namîne.  

Piştî wê gerê, seydê ango nêçîrê û wê kefte lefta vala, îcar gur, rêvê û hesp li hev dicivin û ji hev re dibêjin; heyran wanî nabe, îroj serê çend rojan e û me tu ciyekî nehişt ku em lê negeriyan, lê êdî ji birçîna, ne ronahî di çavên me de û ne jî taqet di çokên me de ma û eger em wanî dom bikin, dibe ku ji birçîna; em tev bi hev re bimrin, îcar a baş ew e ku em çarekê ji vê yekê re peyda bikin û ew li gorî rîwayetê digihêjin ser Pira Heskîfê a kevnar.  

Êdî li wê derê, ew li gorî rewşa nû, dîsan li hev dicivin û rêvî berî yên din dest bi gotinê dike û ji yên din re dibêje: heyran, gelî destbirkên hêja! Eger hûn bi ya min bikin, ji dêlva ku em tev bimrin, hema kî ji me bi emrê xwe, bi temenê xwe piçûk be, bira yên din wî bixwin, îcar qene be yek diçe, lê herduyên din xelas dibin û li wan dinêre, bê ka bê ew ê çi bibêjin. Gur û hesp li hev dinêrin û dibêjin: baş e, ger ew ne fikirek zêde baş be jî, lê tu çareke me tune.

Îcar piştî wê “mitabaqeta Pira Heskîfê” ya di navbera wan destbirakan de, yanî wê peymana di navbera; rêvî, gur û hespê de. Rêvîyê qurnaz zû dest bi gotinê dike, yanî ew pêre pêre ji gur dipirse: ma destbirakê gur, gelo tu kîjan salê çêbûyî, yanî ji dayik bûyî? Îcar gur qaşo piçekî difikire ji bo ku tiştekî hinekî kevnar bîne bîra xwe û bersîv dide, yanî dibêje: welehî birayên delal, diya min û bavê min digotin; wexta ku hîmê, temelê Pira Heskîfê avêtin, we çaxê tu çêbûyî, hatiyî dinyayê.

Rêvî dîsan zû dest bi gotinê dike û ji gur re dibêje: wey rehmeta Xwedê li wî dê û bavî be, ê min jî tam wê salê daweta min bû û îcar xelkê li ber def û zirnê xwe li viyalî û li wîyalî dihejandin. Îcar xwezî ku we jî ditibûna, lo li alîyekî xelkê ji xwe re bi çepikan dilîstin û li alîyê din yên ku govend û dîlan digirtin, xwezî ku we jî dîtibûna, yanî hingî ku xwarin pir bû, kesekî êdî goşt û savar nedixwar û îcar ez zêde serê we neêşînim, ew dawet, tiştekî şahane, tiştekî muhteşem bû!

Di dû re, gur û rêvî bihev re ji hespê dipirsin: ê birakê hesp, ka bêje, ma gelo tu kengê ji dayik bûyî, yanî tu kengê hatîyî dinyayê? Hesp piştî ku hinekî dihîre û sîmê xwe li erdê dixe, bersîv dide, yanî ji wan re dibêje: welehî destbirakên delal ez çi bibêjim, yanî ê min, bi qasî ku tê bira min, diya min ji min re goibû; me tarîxa rojbûna te li ser nalê te yê paş nivîsandî ye, îcar hevalên hêja, bê ka kî ji we lê dinêre û dixwîne hûn zanin!

Lê ser wê bersîva hespê ya bêîman û xapînok, rêvî li gur dinêre û disa zû zû dest bi gotinê dike û ji gur re dibêje: ê min ez analfabet im, ne xwenda me, yanî ez ji xwendin û nivîsandinê fêm nakim, îcar birakê gur, eger ku zehmet nebe, ka tu bi xêra bavê xwe lê mêzeke, binêre, bê ka çi li wir, yanî çi li bin nalê hespê nivîsandî ye!  

Lê wê gava ku gur diçe paş hespê û dixwaze ku li binê nalê hespê yê paş binêre û hema hesp ji nişka ve zîtikek werê bihijd li serê gur dixe û dike ku gur bi qasî bilindîya minarekê ber bi jor ve bifire, yanî bilin bibe û dawîyê ew dibê gurrmmm û lê erdê dikeve û li wir bê rih dimîne.  

Piştî wê hewldana gur, ya întîxarî û têkçûyî, yanî; ya ji bo fêrbûna tarîxa jidayikbûna hespê, îcar hingê rêvî diçe li ser termê gur disekine, lê dinêre û dibêje: ê law ma qey bavê te mamûrê nifûsê bû? Ma kale te mamûrtîya nifûsê kiribû? Ma qey mamûrtîya nifûsê bi serê te ketibû!..

 

Tebax 2006

Key Xusre  (Anonîm)

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar