Em ê rojekê ji felekê bikujin!
Îcar ji serê wê du avê, qederê du an jî sê
kilometra bi alî rojava de, gundekî bi navê Encolînê heye. Reşatê Perîşanê, yê
ku pismamê Heçî Çelebî ji bû, yanî hema bêje ew, yanî Reşat û mala Hecî Çelebî
bûn xwedîyê Encolînê. Lê di destpêka salên heftêyî (1970) de, îcar jin û zarek,
guhertina hin rewşan û hinek jî hevûdu nekişandin û weke ku pêşîyan jî gotiye: “Serê
du berana di beroşekê de nakele”, lê belê yê wan, dîsan jî ne weke ku li gelek
cîyên din, ku xelk ji ber dijminatiyê ji ber hevûdu bar dikin û diçin cîkî din.
Lê yê wan têkilî her berdewam bû. Îcar Reşat mirovekî henûn û di halê xwe de û
ne yekî çikûz jî bû, ew hem ji der û dora xwe re û hem jî ji xelkên din re
bêzerar bû û wî sê, çar kîlometre ji Encolînê bi alî Batmanê ve, yanî hinekî li
rojhilatê Girê Dimsê yê dîrokî; ji xwe re li nav milkê xwe, li raserî wê coka
ku av têde ji Kanîya Kabê tê û di wê de diherike; ji bo avdanîya medreba û hwd,
xanîyekî hinekî mezzin li ser tilmekî ava dike û ew li wir wek malek bitenê, li
ba Kanîya Kabê, ew û pîreka xwe Mêdya, diya wî Perîşan û zarokên xwe, ji xwe re
li wê derê bi cî dibin. Û mirov dikare navê wê derê weke Gundê Reşat jî bi nav
bike. Lê belê piştî çend salan, bi mezinbûna zarokan û bûk, torin û dîsan
zarok, îcar dîsa jî weke ku pêşîyan gotiye; “Malê ji te bibe hezar malî” û ew
der heqîqeten vêga bûye weke gundekî şên.
Reşat hem li tenduristîya , ango li
siheta xwe û hem jî li ya zarokên xwe jî pir miqate bû, (heta ji ber wê yekê
baldûza wî Zerife gazina jê dikir û digot: hema ku serê zarokên Reşat jî biêşe,
ew wê gavê wan dibe ser hekîm), û kêfa wî pir ji kebabên aşxanên Batmanê re jî dihat.
Û eger ku ne bi temamî be jî, yanî ji
dervayî ew lazmatiyên, pêdivîyên malê ku mirov mecbûr bû, ku mirov wan ji bacêr
peyda bike, ew, yanî Reşat, ji bo wan kebab û kûşbaşîya; hema bêje ew her roj
li Batmanê bû.
Li Batmanê hem merivê wî û zilamê
xuşka wî Ehmedê bavê Necat û Tahirê birê wî hebûn û hem jî merivnî wî yên din,
masela; yên weke bacanaxê, hevlingê wî Ehmedê Hecî Cemîl, Emîn hoste û gelek
nas û dostên wî yên din jî hebûn.
Merivê wî, yanî zilamê xuşka wî
Ehmedê mêrê Meyase mirovekî pir henekçî û xweşsohbet bû. Mesela dihat gotin ku
wî carekê li mala Zerîfe henek dikir û digot: hingî ku ew ecele çûbû şînekê,
îcar li wir, yanî li ciyê şînê, wextê wî xwestîye ku ew cixara xwe vêxe û ew
kurikê ku jê re çeqmqk vêxistîye, wî hişyar kirîye ku wî ne alîyê sor, yanî
qûnika cixarê, lê belê alîyê din û di nava wê cimaetê de xistîye devê xwe. Û
piştre jî, wexta ku çavên wî çûye ser nigên wî, wî nihêrtîye ku wa wî her ferek
gore ji rengekî xistîye nigên xwe û gelek meselên wisa yên din.
Îcar rojek ji rojên havînê, vê carê
dost û nasên wî yê Batmanê, yanî yên Reşat, biryar didin ku ew, ji wê germa
havîna Batmanê, ji wê keleqijê piçekî bi dûr kevin û herin, hem xwe di nava ava
çem de hinekî hênik bikin û hem ji; belkî jî ku ew ji xwe re hinekî jî masîya
bigrin. Yanî bi kurtî hinekî bêhna xwe, hama ji bo rojekê be jî berdin û dîsa
êvarê ew paşve vegerin û werin malên xwe.
Wê roja ku ew ê herin Encolînê cem
Reşat, yan jî hîn rasttir, mala wî ya nû, yanî; Gundê Reşat. Îcaar serê sibê
zû, wexta ku Ehmedê zilamê Meyase, yanî bavê Necat, yan jî bi gotinek din
xezûrê Perîxan radibe û xwe hazir dike ku ew here ber tirênê. Îcar pîreka wî jê dipirse: te xêr e, vê sibê
wisa zû, tu bi kur ve diçî Ehmed? Ew li pîreka xwe dizîvire lê dinêre û jê re
dibêje: heyran ez di wî karê refînê de, ji wê qîr û ziftê û ji vê toz û dûmanê
eciz bume, êdê bêhna me hew dertê, yanî em hew tune bifetis in û îro jî ez
betal im, îcar tu dengê xwe neke, ez û hin hevalan em diçin Encolînê cem Reşat
û belkî jî ku ez êvarê ji wê derê ji we re hin masîya jî bînim. Yanî bi kurtî
nîyeta me heya, ku îroj em rojekê ji felekê bikujin! Û xatir ji pîreka xwe
dixwaze, ji mal derdikeve û berê xwe
dide îstasyona tirênê.
Lê ber tirênê, Ehmed dinêre ku wa;
Ehmedê zilamê Zerîfe, yê ku garsontî jî dkir û dîsa yê ku bacanaxê Reşat jî
bû,Tahirê birê wî û Emin hoste, yê ku li Batmanê aşpêjekî navdar bû, ku wa ew
li wir li benda wî ne û tev bi hev re li tirêna reş (Ara tireni) siwar dibin û
´berê xwe didin oxirê û pişta xwe didin felekê` û ti li kur û Kaniya Kabê li kur
û ew bi rê dikevin û diçin.
Di tirênê de kêf kêfa wan e, her
yek ji wan henekekê dike û hire hira kenê wan e û tam di wê navberê de
mirtibekî çav şîn, yê ku zirna wî ji alîyê hundir ve û hertim ew weke çeka wî
di berîka çakêtê wî de bû û yê ku ew hertim amade ku ew wê ji nişka ve ji
berîka xwe derxe û dest pê bike û li wê xe û dîsa yê ku; wî ji xwe re kirîbû
wek adet û hertim wî di wê tirênê de, ya di navbera Batmanê û Amedê de, ji
xelkê re li zirnê dixist, ji bo ku xelkê çend qurişa bidana wî. Û ew qereçî weke mêvanekî bêwext û ji nişka ve
dikeve wê oda tirênê, ya ku ew, yanî Ehmed û hevalên xwe tê de rûniştî ne. Îcar
wexta ku mêrikê mirtib li wê atmosfera, li wê hewa ku ew têde ne dinêre, îcar
ji xwe ew pêwîstî jî pê nabîne ku ew ji wan re bibêje ”Axa, axa ez ji we re
hinekî li zirnê xim!”, weke ku wî normal ji xelkê dipirsî û bêyî ku ew ji wan
bipirse, hema pêre pêre dest pê dike û ji wan re meqamekî li gor wê hewa wan,
yanî meqamekî dawetê “Welat çiqas xweş û rinde” bi zirnê lê dixe. Îcar yê ku
nizanîbûna ew ê wan ji dil jî bigotana qey bera ew diçin dawetê.
Îcar ji dervayî xwarin û vexwarina
ku wan bi xwe re biribû, lê wan dînamît jî ji bo masîyan îhmal nekiribûn. Û di
wê gir girê, di wan heneka de, îcar ji bînê carkê Ehmedê bavê Necat û bi
taybetî jî wexta ku tirên di ser Pira Zilek re derbas dibe, îcar ew di paca
tirênê de li çem dinêre û ew hîn jî bi tona dengekî bilind, li yên din dinêre û
dibêje: gelî hevalan! Em ê îroj, rojekê ji felekê bikujin!
Tirên li îstasyona Sînanê disekine
û ew ji tirênê peya dibin û ew ji wê derê sê kîlometra bi rêve diçin wî gundê
nû yê ku Reşat ji xwe re li nava milkê xwe ava kiribû. Îcar piştî xêrhatinek
kin û vexwarina dewekî cemidî , ew wî ji, yanî Reşat jî bi xwe re dibin û ew
tev bi hev re xwe di ber Kanîya Kabê re berdidin û qederê kîlometerekê an jî
didu, bi alîyê serê du ava ve diçin û li wirê, ew ji xwe re cîkî çêdikin.
Û ew li wê derê ji xwe re dikevin
avê, xwe hênik dikin, xwe dixin qûmê, xwarina xwe dixun, ji xwe re têr heneka
dikin, yanî heqîqeten jî hetanî wê çaxê, ew ji xwe re têra xwe kêf dikin û îcar
dibe wextê ku ew dînamîtê biavêjin goleke ku ew gûman dikin ku masî tê de pir
in. Pir zêde nakşîne, ew cîkî dibînîn û ew, wê dînamîta xwe diavêjin wê golê û icar
piştî çend sanîya masî bi ser avê dikevin. Û îcar ew di nava wê avê de vir de û
wir de şepe şepa wan e, ew li dû masîyan dibezin, yanî hewl didin ku ew wan
masîya bigrin. Lo îcar yak bangî yê din dike; awa yekî mezin li wir derket!. Lo
niza wa yekî xwe li wir xiste binê avê û bi gotinên wilo, ew wê operasyona,
lêgerîna xwe berdewam dikin û ew geleka ji wan masîya jî digrin.
Lê belê tam di wê xire cirê de,
Ehmedê bavê Necat, yê ku kîloyê wî jî hinekî zêde bûn, dide dû masîyekî piçekî
mezin, ku bi alî şîpê ve diçe û bêgûman ji ber ku hişê wî li ser wî masîyî ye,
ew wê şîpê jibîr dike û hew dinêre ku ew bi ber pêlên avê dikeve û bi wê şîpê
de diçe. Îcar ya herî baş ew e ku hevalên wî tev û pir zû pê dihisin, yanî haya
wan jê çêdibe û tev bazdidin diçin hewra wî. Îcar ew bi zor û heft bela û niv
mirê wî ji nava wê avê dikşînin û derdixin qeraxa avê û ew wî hinekî vir de û
wir de dibin û tînin, ji bo ku ew ava ku ketîye nava zikê wî jî derkeve.
Îcar piştî qederekî baş,wexta ku
êdî hêdî hêdî hinekî ruh pê tê û hino hino ew çavên xwe vedike, wê gavê, Emîn
hoste, yê ku hinekî hazir cewab jî bû, pêşî li wî, yanî li Ehmedê bavê Necat
dinêre û di dû re, bi awirnî manîdar li wan hevalên din dinêre û dîsan li
Ehmed, yê ku hê jî li erdê dirêjkirî ye dinêre, hinekî dibişire û jê re dibêje: ew gotina ku te
digot rast derket kekê Ehmed; me îroj rojekê ji felekê kuşt!
Tebax 2006
Key Xusre
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar