Hema ew çîroka ku ker
tê de…
Diya wî, ji mêrê xwe re dibêje: filankes, vaye zarokê me êdî
mezin bû û vêga wexta wî ya zewacê ye! Mêrik lê dinêre û ji jina xwe re dibêje:
rast e, xebera te ye, ew êdî biye xort, lê ka hirmet mala feqîrîyê xera bibe,
wek ku tu jî baş dizanî, destê me jî hinekî teng e. Hingê jinik li mêrê xwe
vedigerîne: belê ew welê ye, lê wekî ku tu ji dizanî, ewan çend kurişên ku me
danîye ser hev û wa kerekî me ji heye, hema em ê kerê xwe jî bifroşin, wê gavê
belkî heqê qelenê wî derkeve, û ew wê çîrokê di şevên zivistanê yên dirêj de gelek
caran tekrar dikin.
Îcar weke ku tê zanîn, di zivistanan de şev pir dirêjin, ji
ber wê yekê; xelk jî ji xwe re piştî şîvan, li malekê tên cem hev û ji hev re
çîrokan dibêjin.
Îcar ew jî, yanî mêrik, jinik û lawikê xwe, weke herkesî ew
jî piştî xwarina êvarê, yanî piştî şîvê, ew wê şevê naçin bi cîkî de û ji xwe re
li malê li hev rûdinên. Û mêrik dest bi xeberdanê dike û ji jina xwe re dibêje:
ka hirmet ji me re çîrokekê, serpêhatîkê bibêje! Jinik li mêrê xwe dinêre û jê
re dibêje: heyran ew çîrok û serpêhatîyên ku min zanîbun qediyan, yanî, ji xwe min
teveka ji ew re gotiye, yani tûrikê min vala ye, îcar, eger ku li cem te tiştekî
mabe tu dikarî ji me re tiştekî bibêjî.
Mêrik li jina xwe û kurik dinêre û dibêje: heyran, wele li
cem min jî tu tişkî nema ye, yanî tûrikê min jî vala bûye.
Û tam di wê navberê de, kurikê wan, wê yekê ji xwe re weke
fersendekê dibîne û piçekî jî bi heyecan, ew li diya xwe û bavê xwe dinêre û ji
wan re dibêje: hema ew çîroka ku ker tê de ye bêjin!
Nîsan 2006
Key Xusre (Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar