Divê tu êdî me nekenînî !
Gundî,
piştî biryara wê “civîna xwe ya awarte”, gazî Behlûl dikin û jê re dibêjin: Ey Behlûl,
ey Behlûlê delal! Em ketine bextê te û em hêvî û sed rica ji we dikin, ku hûn ji
iroj û pê ve, hema li her derê, tu êdî me nekenînî! Yanî, mala te ava ne ku em
ji te eciz in û em pir jî bi wan henekên te kêfxweş in, lê di jîyanê de hinekî
cidîyet jî lazim e û eger
ku mirov; cîyê şînê û şahîyê, cîyê kar, xebat û betalîyê û rewşa mal û mizgeftê,
piçekî ji hevûdu veneqetîne, wê gavê her tişt tevlîhev dibe û tu tahm di tu
tiştî de namîne. Îcar em hemû gundî, soz didin te, ku tu ji îroj û pê ve, werê
bikî, yanî, li her derê û bitaybetî jî, di şînan de tu wilo me nekenînî, nedî
kenandin, wê gavê em ê jî her yek ji me, yanî serê her zilamekî ew ê her yek
elbek genim bidin te.
Behlûl, yê
ku herdu destên wî dihevde û yê ku tilîyên xwe, yên mezin li hevûdu dizîvirîne
û dîsan yê ku di çavên wî de gelek îfade mewcûd in, hinekî difikire, lê gundîyan
dinêre û ji wan re dibêje: baş e, lê eger ku hûn jî ji ser sozê xwe venegerin,
ez ê jî xisûsî nayêm û yeko yeko li we nagerim, ji bo xatrê ku ez we bikenînim.
Lê belê, eger ku hûn li cîyekî werin cem hev, yanî komî ser hev bibin û ku rewş
musaît be û em jî, yanî ez jî henekekê di cî de bikin, wê gave dibê ku hûn jî
zêde gazina nekin, yanî her û hal mafê me yê henekekê heye…
Rojek, didu,
sisê, yanî piştî çendakî, li gundê wan camêran mirovek dimre, yanî diçe rehmetê.
Zilamên gund, hema bêje tev, diçin ser Goristanê û ji yê mirî re gorekê,
tirbekê dikolin û paşê vedigerin gund. Piştî ku mele cenaze, meyt dişo û di dû re
jî wî dixin nava kefen û datînin ser darbestê û dibin Goristanê, ji bo ku yê
mirî veşêrin, lê tam di wê wexta ku ew xwe hazir dikin da ku limêja cenaze
bikin, lê belê ew dinêrin û çi bibînin!.. Hema bêje temamê gundîyan yên mêr û
mele jî di nava wan de, li ser gorê û cenaze li ber wan, lê, lê dinêrin ku wa Behlûl
hekîbek avêtîye ser pişta tajîyê xwe û elba wî ya genim di destê wî de û ber bi
wan ve dimeşe.
Piştî kenekî
bêhemd û bersîva silav Behlûl, îcar gundî jê dipirsin: hey Xwedê jê razî, ma qey
qewl û peymana me wisa bû? Behlûl: herê heyran ez jî tam ji bo wê peymana ku
hûn bahs dikin hatim vê derê, yanî, ma ez ê we teva werê libahev û civandî li
kê derê zevt bikim û ya herî baş ew e ku hema hûn; li vê derê deynê xwe bidin!
De îcar hûn
gerden aza ne, yanî, hûn dikenin an na, hûn zanin!
Nîsan 2006
Key
Xusre (Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar