Welahî Hemşerim…
Îcar ji ber ku wî zemanî, eskerîkirin di programa xelkê de
tune bû, hingê xelk jî ji xwe re dizewicîn, dibûn xwedî mal û çend heb zarokên wan
jî çêdibûn. Lê wextê ku ew li cîkî û ji nişka ve leqay cendirma dihatin, û ew
dihatin girtin, hingê ji mecbûrî ew diçûn eskerîyê.
Îcar yekî gundî û yê ku xwedîyê sê, çar zarokan bû û yê ku yek
ji wan zarokan wî jî, kurikekî neh, deh salî bû, û rojekê ji rojan li rêya cot ew
leqay cendirma dibe! Her çiqas ku ew hewl dide û dixwaze ku ew ji xwe rê bi
cîkî de bireve jî, xwe bide alî, lê ew tu fersendê nabîne û cendirmên tirkan tên
cem wî û nasnama wî jê dipirsin. Lê belê nasnama çi û halê çi û ew mêrik digrin
û tu li kur û Gelî Bolû, an jî cîkî wilo li kur û wî dişînin eskerîyê.
Lê disa jî û belkî jî mirov dikare bibêje ku şansê mêrik hebû,
ji ber ku, eger ku ew piştî çar salan be jî û tevlî temamê zehmetîyan be jî, qet
nebe ew bê qeza û bela, eskerîya xwe diqedîne û tê mala xwe.
Îcar li malê ew dibîne ku wa kurikê wî êdî mezin bûye û hema
bêje ew bûye xort, zilam.
Û îcar rojek ji rojên payîzê, yanî wextê cot û rojekê serê
sibê zû, mêrik ji kurikê xwe re dibêje: kuro law rabe! Û wan gaya bide pêşya
xwe û here cot! Lê kurik bi awirnî piçekî ecêb û ne zêde kêfxweş li bavê xwe
dinêre û jê re, bi uslûbê zarûkên zemanê xwe wanî dibêje: wellaaahî hemşerim ez
naçim, ji te re lazim be tu here!…
Îcar li ser wê bersîva ne zêde biedeb, mêrik, yanî bavê
kurik, pir hêrs dibe û ew ji kurê xwe re dibêje: ulllaan! Min çar sal eskerî
kir hemşerîkî min çênebû, nexwe hemşerîyê min di bin guhê min de çêbûye lê belê
xebera min jê tune ye! De rabe her e, hê ku çavên te ziwa ne!…
Cotmeh 2006
Key Xusre
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar