Çima tu xwe werê eciz dikî?
Dibêjin şêr, yê ku wekî mîrê temamê heywanan tê nasîn,
rojekê ji rojan radibe û ji xwe re dibêje; ka ez tûrekê, gerekê li nava heywanan
biavêjim, kî dizane belkî jî wan
min jibîr kiribin û êdî ew min nas jî nekin û dest bi gera xwe dike.
Şêr piçekî dimeşe û leqay kîroşkekê tê û li wir disekine û bi
herdu pençên xwe li singa xwe dixe û dengekî bi xof derdixe û jê dipirse; wa
kîroşkê, ma tu min nas dikî bê ez kî me?
Kîroşka ku ji tirsan re dibehite, bersîv dide; eman mîrê min,
ma kî te nas nake, tu yî mîrê me, yê temamê heywanan, ma şupha kê ji wê yekê
heye! Şêr hinekî kêfa wî tê û dîsa bi dengekî hinekî bilindtir pençên xwe li
singa xwe dixe û meşa xwe dom dike.
Şêr qederekî wirde diçe, îcar rastî rêvîkî tê. Şêr disa weke
cara berê pençên xwe li singa xwe dixe û dengekî bi xof derdixe û ji rêvî
dipirse; waa rêvî! Ma tu min nas dikî, bê ez kî me? Rêvîyê xasûk bersîv dide;
ey mîrê temamê heywanan! Ma ew jî pirs e ku hûn dipirsin! Helbet tu yî ew şêrê,
ku mîrê me temamê heywana ye, ma qey em kor bûne ku em te nas nekin! Dîsan kêfa
şêr tê û dîsan ew pençên xwe bi derxistina dengekî bilind ve, li singa xwe dixe
û meşa xwe didomîne.
Şêr hinekî din diçe û vê carê jî leqay gurekî tê, lê şêr vê
carê, ji carên berê piçkî zêdetir deng derdixe û pençên xwe li singa xwe dixe û
ji gur dipirse; wa guroo! Ma tu dizanî bê ez kî me? Gurê ku nava wî tije xezeb
bû, dûva xwe dixe nava nigên xwe, hinekî bi tirs li şêr dinêre û bersîv dide:
ji xwe ne hewcî pirsê ye, tu mîrê me hemû heywana yî, ey şêrê çeleng, îcar, haşa
haşa, ma kî te nas nake? Şêr dîsan kêfa wî tê , xwe hinekî diguripîne û herdû
pençên xwe bi derxistina dengekî bilind li singa xwe dixe û bi rêya xwe de
dimeşe.
Şêr tûra xwe didomîne, yanî, hinekî din dimeşe û vê carê jî
leqay hirçekê dibe. Şêr vî carê hê ji carên berê bêtir xwe diguripîne û bi
dengekî bilindtir pençên xwe li singa xwe dixe û ji hirçê re dibêje; wa hirçêêê!
Ma tu min nas dikî, bê ez kî me? Hirça bi gir, lê ji tirsan re ew jî wek
heywanên din ji şêr re dibêje; ey şêr, ey mîrê temamê heywana! Ji xwe ne hewcî
pirsê ye, ma em çawa mîrê xwe nas nakin! Şêr disan kêfxweş û ji wan carên berê
bêtir bi dengekî bilind ve, yanî bi warînek û bi hurmijandineke pir bixof ve, pençên
xwe li singa xwe dixe û rêya xwe berdewam dike.
Şêr qederekî din wir de diçe û vê carê jî rastî fîlekî tê. Şêr
li hember wî qelafetê fîl yê bi heybet, piçekî dudilî dibe, yanî hinekî teredut
dike, lê ew naxwaze wê yekê zêde li eynê xwe derxe, lê vê carê hetanî ku kare, ew
xwe diguripîne û hetanî ku quwet û hêz tê de heye û bi dengekî pir bilind û bi
hurmijandineke gelek bixof, pençên xwe li singa xwe dixe û li fîl dinêre û
dibêje: wa fîlooo! Ma tu min nas dikî, bê ez kî me? Fîl li wî qelafetê şêr û li
wê guripandina wî dinêre, lê belê ew qelebalixa şêr, hinekî kêfa wî direvîne û
li hember wî uslûbê şêr, yê tehdîtkar hêrs dibe û hema ew wê xortoma xwe diavêje
sitûyê şêr û lê badide û şêr ber bi asîmana we çeng dike!
Şêr bi qasî bîst, sî metrî ber bi jor ve difire, diçe û
didûre dibê gurmmm li erdê dikeve û li wirê pahn dibe û heta qederekî baş, ew li
erdê bê hiş dimîne. Lê di dû re, gava ku hêdî hêdî rih pê tê, û îcar ew bi zor
û heft bela û çend caran jî dişewişe, hatanî ku ew ji erdê radibe ser nigên xwe,
û ew li fîl dinêre û bi dengekî ne zêde bilind, yanî ne weke berê tehdîtkar,
ango bi dengekî qels û melûl, ew ji fîl re dibêje: ê herê dibe ku tu min nas
nekî! Lê belê çima tu xwe werê eciz dikî?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar