tisdag 8 januari 2013


                                                          Eh amê til şifqê wî!

 
Mêrikekî Farqînî, yê ku hinek naskirîyên wî li Sêrtê diman, rûdiniştin, yanî, malên wan li wêderê bûn, hinekî difikire û ji xwe re dibêje; ê yanî ji xwe vêga tu karekî minî wê xeberê tune, ez çima ji xwe re serîkî naçim Sêrtî, cem mirovên xwe û hema berê xwe dide Gara otobusa û ew li wir, ji xwe re bilêtekê dikire û li otobusê siwar dibe û ti likur Sêrt likur, yanî li Otobusê siwar dibe û diçe Sêrtê.  

Zilamê Farqînî, piştî sisê an jî çar rojan li Sêrtê û ew û mirovên xwe li wê derê ji xwe re têr hevûdu dibînin, sohbet dikin, digerin, xeber didin, yanî bi kurtî ew kurmê xwe dişkînin.

Û didûre, icar dibe wextê vegerê û mêrikê Farqînî ji merivên xwe re dibêje: heyran va me têr hevdû dît û bina me bi hevûdu derket û her çiqas destê min ji we nabe jî, lê dîsa jî divê ku ez vegerim mal û niha çavên zarûkan jî li benda min e û êdî a baş ew e ku ez jî herim. Îcar ew û mirovên xwe dikevin rê û berê xwe didin Gara Otobusa.

Li wir, yanî li Gara Otobusa, ew dibînin ku wa wek hergav, ku qare wara simsar e û ew bi dengekî bilind bang dike; Batman, Sîlwan, Diyarbekir! yek didu (bir-iki). Mêrikê Farqînî û yê ku merivekî wî jî pê re bû, li Garê ji xwe re bilêtekê dikire û li benda heraketa, yanî birêketina otobusê disekine. Piştî bêhnikekê, simsar bang dike: gelî rêwîyan herkes herin cîyê xwe! Yanî, bi gotinek din herkes ji xwe re li ser qoltixekî rûnin. Îcar heta ku mêrikê Farqînî xatir ji merivê xwe dixwaze, temamê rêwîya her yek ji xwe re li ser qoltixekî rûdinên û tenê qoltixekî ku av pêde rijîyayî, yanî qoltixekî şil tenê di otobusê de vala dimîne.  

Li ser wê yekê, mêrikê Farqînî ji mêrikê mawin re, yê ku yekî navsere û jî Sêrtê bû re dibêje: bira ev qoltix şil e, ger mimkun be, ji min re ciyekî ziwa peyda bike! Ez li vêderê, li vî ciyê şil rûnanêm! Mêrikê mawin, yê ku çavekî wî çeq û devê wî jî li alîkî û bi kurmacîyek, ku Sêrtî pê xeberdidin, yanî bi kurmacîyeke xerabe, li mêrikê Farqînî dinêre û bi desta wî qoltixê şil nîşan dide û bi dengekî hinekî bilind û tehdîtkar ji yê Farqînî re dibêje: Eh amê deee rûnneee! Ma heye li malê babê te qeltûq? Deee rûnneee û zêde dengê xwe neke!..

Mêrikê Farqînî, piştî wê hêwirzê û qerebalixa mawinê sêrtî, zêde eciz dibe, lê pir zêde li eynê xwe danayne û berî ku rûnê bi dîqet li nava çavên mêrikê mawin dinêre û weke ku ew di dilê xwe de bibêje; ê de baş e, ez ê wêga zêde dengê xwe nakim, lê de ka heta ku em biçin Farqînê, wê çaxê Xwedê ji min û ji te re mezin e û otobus bi rê dikeve.  

Otobus piştî rêwîtîyek ne zêde dirêj û di ser Pira Mala Badê re û di ber Şikeftê Hesûnê de derbas dibe û li Otogara Farqînê, yanî li nava çarçîyê disekine.

Îcar li wir, ji alîyekî de ji bo ku rêwiyên ku wê li wir peya bibin û ji alîyê din de jî ji bo ku rêwîyên nû, yên ku wê li wê derê siwar bibin û di wê navberê de ji bo yên ku ew dê xwarin bixun, an jî îhtîyacekî xwe bibînin, yanî otobus mola dide û li wê derê mawinê sêrtî jî ji otobusê peya dibe.  

Li wê derê, mêrikê Farqînî ber bi mawinê sêrtî ve diçe û jê re bi dengekî bilind û tehdîtkar dibêje: kerooo tii tiii! Deee rûûnneee! Eh amê, ma heyyeee li malêê babê teee qeltûq heee!

Û ew, wî, yanî mawinê sêrtî li wê derê dide ber kulma û de lêxe ku ti lênaxî, îcar mêrikê mawin piştî kulmekê didu dikeve erdê, lê dilê yê Farqînî bi wê jî rihet nabe û li erdê jî, ew bi piya, bi pihîna li yê mawin dixe. Lê dîsa jî şansê yê sêrtî heye, ji ber ku xelkê kurd ne wekî erebê Sêrtê, yên ku dikarin; bêyî ku sebebê bipirsin, pêncî heb li yekî kurd werin hev û tev bihev re lêxin. Lê ew, yanî kurd bi rehm in û tên hewara yê sêrtî û bi zor û heft bela be jî, wî mawinê sêrtî ji nav lepên wî mêrikê Farqînî derdixin û xelas dikin.  

Îcar piştî wê ”Cenga Meydana Gara Farqînê”, yanî piştî wê lêdanê, ew mawinê sêrtê, hêdî hêdî û bi zorê ji erdê radibe ser xwe û ji alîyekî de bi desta, ew gevzika û ew xwelîya ku bi kincên xwe ve paqij dike, yanî, ew bi destan wê ax û toza quna xwe paqij dike û ji aliyê din de jî, ew di bin çavan re li mêrikê Farqînî dinêre û bi dengekî hinekî melûl, yanî ne weke ku wî li Sêrtî, bi uslûbekî zêde tehdîtkar, ji yê farqînî re dibêje: eh amê til şifqê wî!

 

Gulan 2006
Key Xusre (Anonîm)         

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar