tisdag 8 januari 2013


                                                            Dodoyê Qulinvan

 

 
Kurte çîroka Dodoyê qulinvan û wekî ku tê zanîn, an jî tê rîwayet kirin ku Dodo nêçîrvanekî yeman yê Qulinga bûye.

Û Dodo, bi hunerek û şarezayîyek, bi taktîknî hêsan û rehet, lê bele pir zîrek, bê wî çawa dikarî bû, werê rehet qulinga bigre, zevt bike. Îcar ew yek, li wê herêma ku ew, yanî Dodo lê dijîya, nav û deng dabû.

Û ew xelkên wan derûdora, li wê nêçîra Dodo, ya dahîyane mabûn heyirî û dikirin nedikirin ew yek, ew metod, yanî wan, ew metoda ku Dodo bi kar tanî, fêm nedikirin.

Xelkên gundê wî jî, yanî xelkê wî gundê ku Dodo jê bû jî, diçûn seydê û temamê hunerê xwe, şarezatîya xwe nişan didan û dikirin nedikirin tu qulin zevt nedikirin û ew hertim dest vala vedigerîyan malê. Yanî ew jî diçûn nêçîrê û çi jî ji wan dihat texsîr nedikirin, lê dîsan jî ew vala dizîvirîn malê.

Îcar bi kurtî, Dodoyê qulinvan li wan derûdora nav û deng dabû, xelkê ji hev re digotin: ev Dodo kîjan pilan û taktîkan bi kar tîne, çima em dikin nakin em tu qulinga nagrin, lê ev malneketê Dodo; hema bêje her roj, her cara ku ew ji nêçîre tê, her destekî wî qulingek, an jî du quling tê de û diçe malê.  

Ew yek jî ji xelkê re û bi taybetî jî ji gundîyên wî re dibe meraqeke mazin û gundî dest pê dikin û li dora Dodo diçin û tên û jê dipirsîn; birakê Dodo! Ka tu çawa dikî, û tu kîjan pilana, taktîkan bi kar tînî? Em ji diçin nêçîrê, lê çima em tiştekî nagrin, naqefêlin û hwd.  

Û gundîyên Dodo ji alîyekî de; ew wî bi pirsan gêj dikirin, ji bo ku fêrî bikaranîna taktîk û pilanên wî bibin û hwd û ji alîyê din de jî gundî, Xwedayekî, pêxemberekî, ziyaretekê, şêx û meşayîxekî li cîkî nedihiştin û xwe diavêtin tor û bextê Dodo û jê dipirsin: de ka birakê Dodo tu çawa qulinga digrî, zevtdikî?

Û îcar ew carekê dipirsin, du car dipirsin, sê çar dipirsin, lo nod û neh caran dipirsin, bê ka Dodoyê qulinvan, çawa qulinga digre, zevtdike, diqefêle?

Lê piştî demekê, Dodoyê qulingvan êdî hew ji ber  pirsên, sond û ziyaretên ku gundî; sibê nîvra êvarê, wî pê tînin helaka Xwedê, îdare dike û ew taktîkên xwe ji wan re dibêje.

Belê, Dodo ji gundîyan re wanî dibê: gelî gundî û nêçîrvanan! Wekî ku hûn jî dizanin, ez li ber çem qulingan digrim, lê wextê ku ez diçim nêçîra qulingan û berî ku ez xwe bi ava çem de berdim, pêşî ez sere xwe bi çuqlîyên daran yên şîn, yan jî tiştekî werê, an jî bi tûmika an jî bi tiştekî şînkayî baş dixemilînim û wek ku hûn jî ji nêz ve dizanin, quling tên ser çem ji bo ku avê vexwin û xwe hênik bikin. Lê wê wexta ku quling di nav avê de bêhna xwe didin, ez jî wê çaxê bi wî taktîkê ku me behs kir, xwe bi avê de, yanî bi çem de berdidim, îcar laşêmin dibin avê de ye û quling min nabînin û serê min jî weke ku tûmikekî şîn, yan jî gîyakî şîn, di ser avê de diçe, diherike û wê gavê jî, ji dêlva ku quling birevn, bilekîs ew tên ku qaşo wî giyayê şîn yê ser sere min bixuin û tam wê gavê ez jî ji nişka ve, xwe çeng dikim û radijim yek an jî diduyan ji wan qulingan û ên din jî terq li wan dikeve, difirin û diçin û ez jî bi wan qulingê xwe yên ku min ew girtine vedigerin û têm malê.   

Lê belê wexta ku gundî wê taktîkê hîn dibin, îcar ew berî Dodoyê qulinvan diçin û li nêçîrê; ew wê taktîkê pêre pêre û yekser bikar tînin.

Û îcar ji wir û şûnde, wexta ku Dodo dixwaze biçe nêçîra qulingan, lê belê hê li nîvê rê û ew leqay gundîyên xwe; yên ku her yek qulingek an jî didu di destên wan de û ji nêçîrê tên dibe. Ew gundîyên ku zemanekî ew ji dû Dodoyê qulingvan nediqetîyan, ji bo ku fêrî wê taktîka nêçîrê bibin, lê vê carê ew, yanî gundî, êdî di bin simbêlan de dikenin, lê dinêrin û di ber Dodo re derbas dibin.

 

Gulan 2006  
Key Xusre  (Anonîm)

  

 

  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar