Çîzovîzo Nizanim…
Mêrikek ji
gund diçe bacêr. Piştî ku ew ji xwe re li bacêr digere û lazmatîyê xwe dikire,
distîne û di dû wê gerê de ew birçî dibe û ti li kur û dikana kebaba cîgerê li kur
û ew dikeve rê û berê xwe dide wê dikana; ku kebaba cîgerê lê çêdikirin û difroin.
Lî dikana
cîgercî, mêrikê gundî ji cîgercî re dibêja: hoste, hema zehmet nebe sisê an jî çar
şîşa kebaba cîgerê çêke û ji min re têxe nava niv nanê firnê û deyne nav perçekî
kaxez, yanî viga ez pêre nagihîjim ku ez bixuim û ji xwe wext jî bû dereng,
hema ez ê ji xwe re bi rê de bixum.
Kebabçî
kebaba wî ya cîgerê jê re dibrêje û bi hinek pîvazên hûrkirî û bisimaq ve, jê
re dixe nav nan û perçekî kaxez lê dipêce û perê xwe jê distîne û kebaba wî dide
destê wî.
Mêrikê
gundî radihêje kebaba xwe û ew eşyayên din, yên ku wî berê li bacêr ji xwe re
kirîbûn û berê xwe dide gundê xwe.
Birêde, li
dervê bacêr, êdî roj jî hema bêje diçe ava û hêdî hêdî dinya jî tarî dibe û
mêrik jî êdî pir birçî bûye û radihêje kebaba xwe û wê dide ber geza. Îcar bi
wî awayî, yanî ew hem kebaba xwe dixwe û hem jî bi rêya xwe de diçe. Pişti
qederekî, mêrikê gundî leqay cokek avê dibe û mecbûr dibe ku ew xwe di ser de çeng
ke, yanî divê ku ew xwe qevzî wiyalî avê bike.
Mêrikê ku
di destekî wî de ew eşyayên ku wî ji xwe re ji bacêr sitendî û di destê din de jî
ew cîgera kebabê ya wî û ew hewl dide, da ku ew xwe di ser wê coka avê re çengî
wiyalî bike. Çeng kirinê ew xwe çengî
wiyalî dike û di wir de tu problem dernakeve, çênabe, yanî ew biserdikeve, lê belê, ya xerab ew e ku di wê
navberê de, nan û cîgera wî ji destê wî dikeve û li wan derdora belav dibe.
Îcar rebeno
di wê tariyê de, destên xwe virde û wirde li wê erdê, li nan û cîgera xwe
digerîne. Lê ne rehet be jî, mêrik di wê operasyona lêgerîna nan û cîgerê de
hem nanê xwe dibîne û hem jî tiştekî nerm dikeve nav destê wî û ew, wî tiştê
nerm, ji dêlva cîgerê re dixe nav nanê xwe, lê bêyî ku mêrikê gundî ferq bike,
lê hay bibe ku ew ne kebab e, lê belê beqeke sax e û ew, yanî mêrik, mîna qasekî
berê dîsan ew rêya xwe dom dike û bi îştahek mezin nanê xwe û qaşo cîgera xwe dide
ber geza.
Lê vê carê
bi geza wî ya pêşîn re, dengê çîzevîzekê tê wî, lê mêrik ne xema wî ye û ew wek
aş xwarina xwe dihêre, yanî dixwe û ji
xwe re dibêje: çîzo vîzo nizanim pere daye giroto!
Nîsan 2006
Key Xusre
(Anonîm)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar