tisdag 8 januari 2013


                                                          Kî bi zimanê milyaketa dizane?  

 
Li gundekî mirovekî diçe ber rihma Xwedê, yanî dimre. Gundî jî weke her car, yanî wextê ku yek dimre, hingê ew jî, yanî gundî diçin ser mezela û ji yê mirî re tirbekê dikolin û vedigerin gund, da ku piştî şûştina meyt, ew wî cenazeyê yê mirî bibin ser tirba û wî veşêrin.  

Îcar yekî dîn, yanî yekî kêmaqil, ew jî ji xwe re werê beraday beraday li wan derûdora digere û rêya wî jî bi ser mezela dikeve û ew li wirê dibîne ku wa tirbek nûkolayî û vala û tu kes jî li wan dera tune. Îcar ew mirovê dîn, piçekî jî ji ber baran û bapeşkê, yanî ba û baran bihevre, û ew li gorî aqlê xwe, ji xwe re dibê, de ez ê xwe ji vê şilopê hinekî biparêzim û hema ew xwe dixe hindirê tirbê û ew xwe tam dixe wî cîyê ku mirov cenazê yên mirî di wê derê de bi cî dike.

Îcar gundî, piştî şûştina cenaze, ew wî dixin nav kefen û datînin ser darbestê û radijin darbesta wî kesê mirî û wî dibin ser mezela. Û piştî limêja cenaze, du heb mirov ji wan kesên ku li ser mezela bûn dadikevin hindirê tirbê, da ku mêrikê mirî tê de bi cî bikin. Lê belê bêyî ku haya wan ji yê dîn, yê ku wî xwe di hindirê mezel de veşartî ye, telandî ye hebe!

Îcar wextê ku ew herdu mirov, yên ku dadikevin hindirê tirbê û hema yê dîn ji nişka ve bi qevdika nigê yekî ji wan digre. Îcar hingê, pêşî ew ê ku ew ê dîn bi qevdika nigê wê girtiye, pir bi tirs û bi dengekî bilind, li yên li jorê ne dike qêrîn û ji wan dipirse: kurooo! Ma kîjan ji we bi zimanê Milyaketa dizane? Ji wî tirê, ku yê dîn Milyaket e û hinin ji yên jorê jî bi zimazê Milyaketa dizanin û ew ji wan re dibêje: Ka jê re bibêjin; ku yê mirî ne ew e!  

Îcar yên li jorê ne, pêşî zêde ji wê pirsê tiştekî fêm nakin û ji yên ku li jêrê ne dipirsin, we xêre bira? Ma hûn çi dibêjin? Lê ew mirovê din yê ku ew jî di hindirê tirbê de ye, îcar vê carê ew hîn ji yê din xerabtir dike qare war û dibêje: rasteee rasteeee! Melkemot, yanî Milyaket vê carê zû hatine!

Û îcar piştî wê xeberê, terq bi wan, yanî yên ku li ser mezelane dikeve û îcar serîyo ti bi qurbana niga bî û tev didin dû hev, gir gir gir û direvin diçin gund û miriyê xwe li wê derê bêxwedî dihêlin. Piştî wê terqa, qerebalixa û wê teperepa gundîyan, ew mirovê kêmaqil jî, hêdî hêdî ji tirbê derdikeve û dinêre ku bê wa wana teva çawa daye dû hev û bi alî gud ve direvin, bazdidin û diçin.

Îcar ew jî, yanî yê dîn jî dide dû wan û diçe gund, lê wexta ku ew digêhêje cem gundîyan û ew ji wan, yên ku ji ber wê bûyerê şoq derbas kiribûn û hê hilke hilka wan bû, dipirse: we xêr e, hûn ji bo çi werê tev bihevre reviyan, ma gelo çi bibû? Gundî ji yê dîn re dibejin; hal û mesele… wanî bû.

Li ser wê yekê, mêrikê dîn li wan dinêre, îcar ew mirovên ku hê ew xof û tirs di rûyê wan de xuya dikir û ji ber wê yekê jî, yê dîn û kawik, lê belê piçekî jî bitirs, ji wan re dibêje: na na ewîya ne Milyaket bû, ewîya ez bûm!…

Gundî, pêşî qederekî şaş û mat mayî li hev dinêrin, lê di dû re tev bi hev re hicûmî yê dîn dikin, wey ... dêmekî ew … ti bû he… Îcar gundî ji yê dîn re siqefa, çêra û xebera dikin û dibêjin: hey malmîratê heram nexwe ew… ti bû he!...

Îcar guruko soro te çi xwariye, yanî bi kurtî; xêr û xweşî li we û şekal, kevir, dar û şiv li yê dîn barîn...

 
2006 08 28

Key Xusre (Afrîka)

 

                                   Yê ku zane, zane, yê ku nizane bakê nîska ne!

 
Weke ku tê zanîn, yan jî tê gotin ku yarê jineke bimêr hebû ye. Îcar rojek, didu, sisê, heftîyek, mehek, yanî bi kurtî; wexta ku carekê mêrê jinikê dîçe malê, dinêre ku wa jina wî  û yarê xwe şilfû tazî di nav cîyan de ne…

Li ser yekê; hiş û aqil di serê mêrik de namîne û hema radije bivirê xwe û bera ser pişta yarê jina xwe dide. Û li vê kolanê, li wê kolanê, li vê taxê, li wê taxê û ew lê dike qêrin: kero ti ti, de tu mêrî nereve! Û ew lê dike hiryo hiryo, de nereve!...  

Bi wî awayî, yanî bivir di destê mirik de û daye dû yarê jina xwe û bi wê hêwirzê û qerebalixa wan re, gundî jî derdikevin derve û ew dibên bê ka çi bûye û li wan temaşe dikin. Îcar li dervê gund û li nav ziyana, mêrê jinikê nizîkatî li yarê jina xwe dike û dibêje: kero ma tê bi kur de herî! Ez ê vêga te bigrim û parçe parçe bikim, geber bikim û bikujim!  

Xelkê gund, yên ku derketibûn derva û li wan temaşa dikirin; ji wan dipirsin: we xêr e? ma wî çi kiriye, ku tu werê dixwazî wî bikujî. Lê berî ku mêrê jinikê devê xwe veke; yarê jinikê ji nav ziyanê radihêje baqek nîskên şîn û ji wan re dibêje: hewar e, hewar e, gelî gundîyan! Rehm û ûjdan nema ye, evîya hew tune ji bo baqek nîsk min bikuje!

Li ser wê gotinê, gundî ji mêrê jinikê re dibêjin, dipirsin: mal xerab, ma tu dîn bûyî, ma tê çawa ji bo xatrê baqek nîsk wî mirovî bikujî?

Lê belê mêrê jinikê, yê ku baş zanibû bê mesele çi ye, ji wan re dibêje: hûn dev ji min û wî berdin! Yê ku zane, zane, yê ku nizane baqê nîska ne!

 
Adar 2006

Key Xusre (Anonîm)

 

                                                          Welahî Hemşerim…

 
Zemanê berê eskerîya tirka ji ya vêga dirêjtir bû, yanî çar, pênc sal dirêj bû û xelk jî ne bi dilê xwe diçûn eskerîyê. Îcar gelek mirovan, hem ji ber wê yekê û hem jî ji ber pir sedemên din, wan xwe qeyd nedikirin. Yanî wan ji tirsa eskerîya tirkan re, xwe qeyd nedikirin û ew welê kitim diman. Û îcar wexta ku xelkê mirovekî dewletê, an jî cendirmekî didîtin, wan pêre pêre xwe vedişart. Lê belê gava ku cendirman hinîn kitim zevt dikirin, wan ew digirtin û wî bi zorê dibirin eskerîyê.

Îcar ji ber ku wî zemanî, eskerîkirin di programa xelkê de tune bû, hingê xelk jî ji xwe re dizewicîn, dibûn xwedî mal û çend heb zarokên wan jî çêdibûn. Lê wextê ku ew li cîkî û ji nişka ve leqay cendirma dihatin, û ew dihatin girtin, hingê ji mecbûrî ew diçûn eskerîyê.  

Îcar yekî gundî û yê ku xwedîyê sê, çar zarokan bû û yê ku yek ji wan zarokan wî jî, kurikekî neh, deh salî bû, û rojekê ji rojan li rêya cot ew leqay cendirma dibe! Her çiqas ku ew hewl dide û dixwaze ku ew ji xwe rê bi cîkî de bireve jî, xwe bide alî, lê ew tu fersendê nabîne û cendirmên tirkan tên cem wî û nasnama wî jê dipirsin. Lê belê nasnama çi û halê çi û ew mêrik digrin û tu li kur û Gelî Bolû, an jî cîkî wilo li kur û wî dişînin eskerîyê.  

Lê disa jî û belkî jî mirov dikare bibêje ku şansê mêrik hebû, ji ber ku, eger ku ew piştî çar salan be jî û tevlî temamê zehmetîyan be jî, qet nebe ew bê qeza û bela, eskerîya xwe diqedîne û tê mala xwe.

Îcar li malê ew dibîne ku wa kurikê wî êdî mezin bûye û hema bêje ew bûye xort, zilam.  

Û îcar rojek ji rojên payîzê, yanî wextê cot û rojekê serê sibê zû, mêrik ji kurikê xwe re dibêje: kuro law rabe! Û wan gaya bide pêşya xwe û here cot! Lê kurik bi awirnî piçekî ecêb û ne zêde kêfxweş li bavê xwe dinêre û jê re, bi uslûbê zarûkên zemanê xwe wanî dibêje: wellaaahî hemşerim ez naçim, ji te re lazim be tu here!…  

Îcar li ser wê bersîva ne zêde biedeb, mêrik, yanî bavê kurik, pir hêrs dibe û ew ji kurê xwe re dibêje: ulllaan! Min çar sal eskerî kir hemşerîkî min çênebû, nexwe hemşerîyê min di bin guhê min de çêbûye lê belê xebera min jê tune ye! De rabe her e, hê ku çavên te ziwa ne!…

 

Cotmeh 2006

Key Xusre 

           

 

                                           Wê çaxê; tu kes di malê de nema ye!

 Zemanê ber ne weke vêga rehet bû, gava ku mirov bixwesta ji cîyekî biçûna cîyekî din, yanî ji gundekî biçûna gundekî din, yan jî ji bacarekî biçûna bajarkî din, îcar, bi kurtî wê demê ne weke vê dema me ya vêga bû, yanî otomobîl, erebe, trên, otobus, firok, teyare û hwd tune bûn. Û wê demê pi piranî xelkê ji xwe re bi ker, qantir, hesp û devehopa rêwîtî dikirin, yanî wan ji xwe re bi heywana; hem karê xwe û hem jî wan, ew heywan weke alavên neqilyat û transportê jî bi kar tanîn. Wexta ku ew bo nimûne, ji gundekî bixwesana biçûna gundekî din an jî ji bajarekî biçûna bajarekî din, wan ew heywanên ku navên wan li jorê derbasbûn bi kar tanîn û hê jî li hin cîya ew welê ye.

Îcar qîzikek ji malbatek halxweş û belkî jî mirov dikare bibêje, hinekî dewlemend û ya ku ew xuşka heft birayan bû, dibe bûk ji bo gundekî, ku bi meşa kera qûnaxa sê rojan dûr bû. Lê belê bi hespa ew mesafe dikaribû hinekî kêmtir bibûna. Îcar wextê ku mesafe wisa dûr dibû û bi wan îmkanê wanî kêm, wê wextê çûyin û hatin jî dibû ji salê carek, an jî ji du salan carek û carinan belkî jî zêdetir. Îcar ew bûk, li mala xwe ya nû û di wê navberê de zemanekî dirêj derbas dibe, ku ew her û hal derfetê wê çênabin ku ew serîkî li mala bavê xwe bide û ew tu xeberekê jî ji mala bavê xwe nagre, bê ka gelo hal û wextê wan çawa ye.

Û rojekê ji rojan, yekî ji gundê wan, yanî ji gundê bûkê yê nû, yê ku ew bi bazirganîyê jî mijûl bû, rêya wî bi şiklekî bi wî gundê mala bavê wê bûkê dikeve û ew mirovê bazirgan ji xwe re dibêje; de hey ku rêya me bi vî gundî jî ketîye, hema ez ê li halê mala bavê wê qizika ku ji wir e û li gundê me bûye bûk jî bipirsim, ji bo ku, gava ku ez herîm gund, ez ê bikaribim xeberekê ji wî re bibim û qet nebe, hama ji bo ku eyb nebe. Lê wextê ku ew li wan, yanî li mala bavê wê bûkê dipirse, îcar ew dibihîze ku mala bavê wê bûkê û pismamên xwe li hevdu xistine û du heb birayên bûkê hatine kuştin û sê biryên wê jî cendirma girtine û ew birine û xistine hepsê û birayekê wê, yê niv dînik jî bûye muxtar.
Wexta ku mêrikê bazirgan vedigere gundê xwe, ew diçe ba mala wê bûkê, lê belê ew meselê ji bûkê re rast nabêje. Yanî ji bo ku ew bûk xemgîn nebe, ew ê bazirgan meselê bi şiklekî din jê re dibêje; ango ku mala bavê tev pir baş bûn, halê wan pir xweş bû û birayê wê yê bi navê ”filankes” jî bibû muxtar!
Îcar wextê ku ew bûk dibihîze ku ew birayê wê, yê bi navê”filakes” bûye muxtar û hama ew dest pê dike û li xwe dixe, digrî, dibê heware heware û porê xwe dikşîne. Ew xelkê ku li wê derê bûn, jê re, yanî ji bûkê re dibêjin: law ma te xêr e, wa vî camêrî mala bavê te dîtîye û ji te re xeber anîye û ew dibeje; ku tev başin, ma îcar tu dawa çi dikî?

Lê belê ew bûk ji wan re wisa dibêje: eger ku birayê min, yê bi navê ”filankes” bûbe muxtar; wê çaxê tu kes di malê de nema ye!

Adar 2006
Key Xusre    (Anonîm)    

 

  

                                               
                                              Tu yekî pir bêsebrî looo!

 

 

Gava ku gundî ji xwe re tedbîrên ewlekarîyê li derûdora qoxên mirîşkên xwe digrin, wê gavê rêvî jî, mecbûr dibe ku ew jî ji xwe re li cîyekî din li qismetekî bigere.

Û gava ku rêvî ji xwe re; vir de û wir de li çekurekî, ku ew ji xwe re bikaribe lê bikoje, yanî ji xwe re li tiştekî xwarinê digere. Û hema carekê ji dûr ve çavên wî bi tiştekî dikeve û ew pêre pêre xwe li wî tiştî digre û hêdî hêdî ber bi wir ve diçe. Îcar wextê ku ew nêzî wî tiştî dibe, ew, yanî rêvî, pir bihezir, pir bidîqet, hem ji alîyekî de ew derûdora xwe û hem jî ji alîyê din de ew li wî tiştî dinêre. Lê belê ew çi binere! Û rêvîyê gewr yê ku hestiyê parxwanên wî ji birçîna di zikê wî de çûbûn xwarê, carekê dibîne ku wa termê pezekî mirî û bêxwedî li wê derê ye. Rêvîyê qurnas, hê bêtir bihezir li dora xwe dinêre, tûrekê li dora wê beratê dizîvire û dora devê xwe dialêse û hêdî hêdî xwe nêzî wî termê pez dike. Îcar heçî nêzîkbûnê ew xwe nêzîk dike, lê wexta ku piçekî baş li dora wî termî dinêre, ew dibîne ku haylooo! Bê çewa li dora wî laşî, faq û xefk hatine danîn!

Rêvîyê qurnas hinekî difikire û ji xwe re dibêje; ev termê pez têra min î mehekê heye, yanî qûtê mehekê. Û bêguman fersendek werê her roj nayê ber nigên rêvî û ew li ser wê yekê difikire, bê ew ê çawa çarekê ji wan faqa re bibîne û ew yekser berê xwe dide ew cîyê ku ew guman dike, ku belkî gur lê wê derê peyda bibin.

Rêvî qedereki li wan derûdora digere û ew gumana ku wî dikir vala dernekeve û ew leqay gurekî dibe. Rêvî li gur dinêre û jê re dibêje: hooo, merheba birakê gur, tu çawanî, başî? Û qaşo li halê wî dipirse! Ew gurê ku ruhî wî bi xezebê dagirtî û yê ku hew tune ku ew ji nêza bimre, li rêvî dinêre û jê re dibêje: birakê rêvî, çi baş û çi hal, ji birçîna zikê me bi piçta me ve zeliqîye, em hew tine ku ji birçîna bimrin û tu jî dibêjî hûn çawa ne!

Rêvî dora devê xwe dialêse, awirekê davêje gur û jê re dibje: guhdarî bike birakê gur! Û qet meraq neke, wa min termê pezeki li derê ha dîtîye, de haydê were em bi hev re herin û ew laş, ew ê têra te ya heftîyekê bike! Guhên gur mûç dibin, li rêvî dinêre û jê dipirse: birakê rêvî ma  tu bera dibêjî? Rêvî bersîva wî dide, yanî jê re dibêje: bi serê bavê te, birakê gur! Û eger ku tu ji min bawer nakî, were em bi hev re herin wir. Îcar gur: ê birakê rêvî, ka bêje bê ew li kê derê ye û ma çima tu wî naxwî? Rêvî: ava ew li derê ha ne û li ser mesela xwarinê, birakê gur weke ku tu ji baş dizanî, yê me rêvîya îmkanên me ji yê we guran pirtir in, yanî her çiqas gundî zêde tedbîra li ber koxên xwe bistînin jî, lê em dîsan rêyekê dibînin. Mesela; min do mirîşkek wek betekê xwar, ez têr im û tu li min qet nefikire û ew herdu, yanî rêvî û gur didin dû hev û diçin ber bi wî cîyê ku ew term lê ye.

Û gava ku ew diçin nêzî termê pez, rêvî ji gur re dibêje: ha ji te re, ava ew li vir e, de îcar ka tu ji xwe re lê binêre û ji xwe belkî jî te ji min bawer jî nedikir, da haşte ava ew li ber çavên te ye!

Îcar gava ku çavên gur bi wî termê pez dikeve, êdî ne hiş û ne jî aqil di serê wî de namîne û bêyî ku ew faq û xefka bifikire û hema pêre pêre ew êrîşî wî termî dike û xwe davêje ser wî laşê pez. Lê belê, ew, yanî gur, bi carekê dikeve nav faqê!

Îcar wexta ku ”rebenê” gur hewl dide, da ku ew xwe ji wê faqê derxe û ew, xwe li viyalî û li wiyalî û bê netîce û dîsa ew xwe vir de û wir de badide û ew xwe di nav faqê de digevizîne, digindirine da ku ew bikaribe xwe ji wê faqê derxe, lê belê ew dike û nake ew nikare xwe ji wê faqê derxe û ji ber êşa wê faqê; kaze kaza û zûre zûra wî ye.

Û gava ku gur di wî halî de û hewil dide da ku ew xwe ji wê xefkê xelas bike, hingê rêvîyê gewr dikeve ser hêta pez ya paş û ew hem dixwe û hem jî ji xwe re li gur temaşe dike.

Her çiqas gur li ber rêvî digere û ew xwe davêje tor û bextê wî û jê re dibêje: eman zeman, birakê rêvî, hey malneket ma bextê dinyayê werê ye! Ji bo xatirê Xwedê û Pêxember, alîkarîya min bike!  

Lê belê rêvîyê qurnas, ew goştê ku di devê wî de ye jî, ew wî jî bi îştahek mezin dadiqurtîne, yanî dixwe û dora devê xwe dialêse, tahma devê xwe xweş dike û nigê xwe yê pêş datîne ser hêta pez û li gur dinêre û jê re dibêje: tu yekî pir bêsebrî looo!

 

Adar 2006

(Anonîm) Amadekar: Key Xusre

 
 

                                                           Tiştek di wir de tune!

 
Li bacarekî Siwêdê jinikek qereçî, romî diçe dikanek, mixazeke mezin, ji bo ku ew hinek alava, lazmatiya ji xwe re bikire. Îcar weke ku tê zanîn, dikanên vêga ne weke yên berê ne, yanî ne weke; ”dikana Beko, ku du qalib sabûn bi tenê lê hebûn”. Dikanên vêga gelekî mezin in û gelek şiklê eşya, alava li wan tên firotin, yanî ji xwarinê bigre, cil, lîbas, tiştên elektronîk û hema bêje her tişt li wan tê firotin. Û gelek insan, yanî mişterî, di nava wan mixazan de di tevgerê de ne. Îcar ji alîyekî de, yên ku erebokê bi teker li pêşya wan û ew ji xwe re li tişta, yanî li ew eşyayên ku ji wan re lazime û yên ku ew dixwazin ji xwe re bikirin, ew wan dixin erebokên xwe û ji alîyê din de, yên ku selikên wan di destên wan de, di milên wan de û ew jî ji xwe re, di wan dikana de, vir de û wir de li ew tiştên ku ew dixwazin bistînin, ji xwe re li wan digerin.  

Îcar wextê ku dikan werê mezin bin û bi sedan mirov di nava wan de, di heraketê de bin, hingê hinek tiştê ne zêde baş jî diqewimin, yanî mesela bûyerên weke dizîyê jî rû didin, diqewimin.

Û ew dizîya dikanan, pir hindik hema bêje; ji temamê kategorîyên civatê, çi mezin çi piçûk, çi zengîn çi feqîr, û çi xerîb, biyanî, yan jî siwêdî, ango li ser wê yekê, mirov dikare nûçeyan, xeberan di derheqê dizîya dikanan de, bi rêya televizyona û rojnama, û hema bêje her roj bibîne, an jî di rojnaman de bixwîne.  

Îcar narkoman, pêxas û diz, ji xwe ne hewcî gotinê ye, yanî ew ”camêr”, ji xwe ew debara xwe bi piranî, bi dizîyê dikin, yanî, ji bo ku ew ´nemrin´, yan jî ji bo ku ew pera ji bo narkotikê peyde bikin, ew bi şiklekî ”mecbûrin” ku dizîyê bikin, yanî, dizî ji xwe meslekê wan e û di fêm kirina diziya wan de, mirov zêde zehmetî jî nakşîne.   

Lê eger ku mirov di vê navberê de, ew talana bi milyonan, ya dîrektorên, yanî midûr û şefên fabrîka, şirketa, an jî şefên Skandîya, yan jî birokratên mezin, an jî wezîr û walîyan, û dîsa yan jî, mesela wek serokê Amnesty Înternasyonal û hwd, deyne alîyekî… Yanî, fêm kirina wê dizîya, wê talana van ”camêran”, yên ewqas çavbirçî, an jî ji bitrî, ne weke ya ew ”camêrên” li jorê rehet û hêsan e!     

Îcaar wextê kû dizî li dikana zêde dibe, dikandarî jî mecbûr dibin ku ew jî, ji xwe re hinik tedbîrê ewlekarîyê bistînin, yanî mesela, weke peyde kirina casûsa. Û ew mirovên ku casûstîya dikana dikin, bêşik hinik awayên wan yên xebatê hene û yek ji wan awaya jî ew e, ku ew jî cilê sivîl li wan in û ew jî weke mişrerîyên din, an erebokek li pêşîya wan e û yan jî selika wan di destê wan de ye û goya ew jî ji xwe re danûsitandinê dikin. Awayekî din jî ew e, ku ew casûs di oda de, li ber kamera ne û ew, wan mirovên ku ew ji wan şubhe dikin, ew wan dişopînin û bi wî awayî, ji bo ku ew bikarîbin dizan bidin girtin û qet nebe hinekî dizîyê kêm bikin.     

Li Siwêdê jî, hem di nava siwêdîyan de û hem jî di nava cihê cihê xelkên din de, yanî di nava xerîban û maciran de jî û ji xwe ji bo xwedîyê dikanan ne hewcyî gotinê ye, ku di mesela dizîyê de, şaş rast biheq bêheq, ji qereçîyan zêde gazin tên kirin, ango ku ew pir dizîyê dikin, çi diziya dikana û çi jî ya wekî din.

Îcar ew gazin û tewanbarî, yên di derheqê qereçiyan de, dibe ku piçekî para rastîyê jî tê de hebe, yanî mesela ew, yanî qereçî, îstisna ne tê de, ew tu karî nakin, yan jî pir hindik ji wan kar dikin û ew jî dibe ku ew îdîayek ne zêde vala ye û ji ber wê yekê jî, çavên casûsên dikana bi piranî û ji her kesî zêdetir li ser wana ye.

Û rojek ji rojan, yan jî carek ji caran, wexta ku jinikek qereçî li mixazê û ereboka wê li pêşya wê û ew ji xwe re vir de û wir de û li viyalî û li wiyalî li tiştan dinêre, lê belê bêyî ku haya wê ji bayê felekê hebe, yanî ji casûsên dikanê hebe.  

Casûsekî dikanê, ew jî weke mişterîya selika wî di destê wî de, lê çavên wî li ser jinika kereçî ye û ew dibîne ku jinika qereçî, ya ku fîstanê wê yê tradîsyonel, yê bi qerme û pir giran û yê ku hetanî erdê dirêj lê ye (Zigenar kjol), û ew kirasê ku ew jinik bizor di binî de dimeşîya, ku bê wê çawa tiştekî bi lez xiste binê fîstanê xwe.  

Îcar piştî bêhnikekê, piştî tûrekê, du tûran li dikanê, ew jinik diçe ber bi kasê ve, ji bo ku ew tiştên, alavên ku wê ji xwe re sitendîbû û xistibû ereboka xwe, perê wan tiştan bide.

Lê li ber kasê ew perê hinik alavên ku wê xistibû erbê dide, lê bêguman ew, yê bin fîstan nade û ew dixaze bimeşe û bi rêya xwe de here. Lê belê nobedar, bekçî wê didin seknindin û jê re dibêjin: guman heye ku we tiştekî xistîye binê fîstanê xwe û ew bi destan binê fîstanê wê îşaret dikin, ango ku tiştek di binê wir de heye.

Bêguman jinik wî tiştî înkar dike û bi awayekî ji xwe pir razî, ji wan re dibêje: şaşîtîya we heye, tu tiştek di wir de tune! Ê yê casûs bi çavên serê xwe dîtiye, ku wê jinikê alavekî xistîye binê fîstan xwe û disan ew tekrar dike: em dibên dibe ku tiştek di wir de hebe, îcar ya baş ew e ku tu wî tiştî derxî û perê wî bidî!   

Lê jinika mirtib misêwa înkar dike û ji wan re dibêje: qey weki din karekî we tune, me ji we re got ku tu tiştek di wir de tune! Û îcar bi wî awayî ew nîqaş, ew xire cir, ew minaqeşe û ew gengeşe dom dike, yanî nobedar û casûsên dikanê jê re dibjin: tiştek di wir de heye û jinika qereçî jî ji wan re dibeje: tu tişt di wir de tune!

Îcar; Heye! Tune ye! Heye! Tune ye!...

Û hema carekê jinika qereçî ji nişka ve û bi herdu destan, ji pêş ve radihêje dawa fîstanê xwe, yê qerme kirî û heta ser singa xwe hildide jor û bêyî ku derpîyê piçûk lê hebe û ew ji wan re dibêje: de lê binêrin! Ma min ji we re negot ku tiştek di wir de tune! Û ew pêre pêre dawa fîstanê xwe dadixe xwarê. (Û ew helwesta ku jinika qereçî nîşanî wan dide, îcar ew yek di kultura wan de; heqareta, rûmetşikandina herî mezin e, yanî gava ku jinek heya xwe, organê xwe yê cinsî nîşanî mêrekî bide).   

Û bi wî heraketê wê jinika qereçî, yê ji nişka ve, mêrikên nobedar hinekî şok dibin û dinêrin ku heqîqeten ne derpîyê piçûk lê û ne jî ´tiştek` di wir de heye!

 
Tebax 2006               

Key Xusre 

    

 

                                                               Tê çima nekenî !

 
Etarok,yan jî bi gotinek din û belkî jî mirov dikare bibêje; dikandarê mobîl, an jî dikana seyar, yan jî tiştekî wisa. Îcar etar jî, yên ku zemanê berê û bi piranî cil û ca, yani qumaş û tiştên wilo û pêdiviyên din yên mala, yan bi kera, yan jî bi qantiran, ew li gundan digerîyan û wan eşyayên xwe difrotin xelkê.

Îcar rojekê ji rojan, yek ji wan etaran diçe gundekî û barê xwe li nava orta gund datîne û wan eşyayê xwe ji pişta qantira xwe datîne xwarê û dest pê dike gazî dike: werin cil û caaa, werin cil û caaa! Da ku deng here gundîyan û ji bo ku gundî werin û tiştan, yanî lazmatiyên xwe jê bikirin.  

Û piştî bîstikekê, gundî tev lI dora etar dicivin û ji kê re çi lazime be ew ji xwe re jê dikirin. Lê qumaşekî hinekî biqîmet, giran, yanî piçekî biha jî di nav wan eşyayên wî etarî de hebûye. Îcar gundîyên feqîr, ji xwe nikaribûn wî qumaşî bikirin û heta ew ên ku halê wan hinekî xweş jî bû, ew ji yê etar re dibêjên, ku ew qumaş pir bihaye û tu kes naxwaze ku wî qumaşî bistîne û hê ew werê tev bi hevûdu re, di ber bazarê de û ew dibînin ku wa ji nişka ve Behlûl (Nisredîn Xoce) di wir de derdikeve.

Û piştî selavek û merhebayek kin, Behlûl ji wan dipirse: we xêr e, hûn wisa tev ji bo çi ketine qirika hev û we wilo qirik û gewrî li hevdu qetandiye, yanî dengê ew hêwirze û qerebalxîya we dihat hetanî derveyê gund,  ma gelo ew tiştê ku hûn wisa li serê ketine pêxêra hev û hûn welê li serê li hev nakin çi ye?   

Li ser wê pirsa Behlûl, etar destê xwe datîne ser wî qumaşê biha û ew ji Behlûl re dibêje: Behlûlê delal! Gundî dibêjin ku ev qumaş pir biha ye û ji ber wê yekê jî, kesek naxwaze vî qumaşî bikire. Li ser wê yekê, Behlûl jê yê etar re dibêje: ê baş e, ka wê gavê ez wî distînim. Mêrikê etar li Behlûl dinêre, piçekî di bin simbêlan de dikene û ew jê re dibêje: Behlûlê hêja! Ew qumaş biha ye, tu nikarî wî bistînî! Li ser wê yekê Behlûl bersîv dide: bira, vêga te çi jê ye! Biha ne biha, ma tu ne xwedîyê perê xwe yî, wêêê, hela hela!

Mêrikê etar hinekî dikene û jê re dibêje: ê herê Behlûl efendî, ez dizanim ku perê te tune, ka tu ê pera ji kur bînî? Lê Behlûl li ew mirovên li dora xwe, yanî li ew gundîyên ku li wir bûn dinêre û di dû re berê xwe dide yê etar û jê re dibêje: ê herê belkî wêga destê min piçkî teng be, lê guhdarî bike! Û ew dom dike: binêre etarê hêja! Waye vêga payîz e û piştî ku çile derbas be, ew ê bihar bixêr bê û weke ku tu jî baş dizanî, biharê wextê zayîna pez e, yanî bi destpêka biharê re pez dizên. Îcar havînê koçer, yanî xwedîyên pez, pezê xwe dibin zozana çêrê û payîzê jî ew dîsan ji zozana paşve vedigerin, yanî, ew paşve tên û wexta ku ew colên pezê koçeran paşve tên, ew tev di jora gundê me re derbas dibin û ewder tev tûmik, xirnûf û dirî ne, îcar wexta ku pezê koçera di nav wan sitirîn, dirî, tûmik û hwd de derbas dibe, wê gavê hirîya pez di wan dirî û tûmikan de dieliqe, bi wan ve dizeliqe, yanî bi wan ve dimîne û wê çaxê, ez ê jina xwe bişînim û ew ê wê hirîya ku bi wan tûmikan ve eliqye berhev bike û ew ê wê hirîyê bîne malê, ew ê wê bişo, paqij bike û ew ê wê li şehê hirîyê xe û ew ê wê bi teşîyê birêse û ew ê ew, ji wî rîsî jî gora çêbike û ez ê wan gora bibim li çarşîyê bifroşim û ez ê perekê te bidim te!

Li ser wê bersîva ne zêde kin, mêrikê etar li Behlûl dinêre û vê carê piçekî jî bi dengekî hinekî bilind dike hîre hîr, yanî dikene. Îcar Behlûl, pêşî awirekê davêje gundîyan, yanî li wan dinêre û berê xwe dide mêrikê etar û jê re dibêje: Tê çima nekenî, ji xwe tu zanî ku perê te di berîka te de ye!  

 

Nîsan 2006

Key Xusre (Anonîm)

 

                                              Sebrek û du pif

 
Mirovek, li mala naskirîkî xwe, an jî li mala dostekî xwe dibe mêvan. Û wek ku tê zanîn zemanê berê li Kurdistanê, di zivistanê de, yanî di çile de, hema bêje temamê xelkê, ji bo taştîya serê sibê şorba nîskê dikelandin, çêdikirin. Îcar ew mêvan, wexta ku taştê, yanî şorba serê sibê ya kelandî û ya ku hêja pir germ bû û piçekî jî bêsebir û bêyî ku ew pifî kevçîyê xwe bike û hinekî jî, dibe ku ew zêde pirçî bûbe û bi kurtî, wexta ku ew wê şorba ber xwe dixwe, ew şorba kelandî devê wî dişewitîne. Lê mêvan naxwaze li xwe deyne û goya ji bo ku ew balê bikşîne cîyekî din, îcar ew li qarçê xanî dinêre û ji dostê xwe, yanî ji xwedîyê malê dipirse: ma bira gelo xanîyê we li ser çend dara ye?

Lê belê ew yek, yanî ew ecele û ew bêsebrîya mêvan, ji çavên mazûlvan, yanî ji çavên xwedîyê malê nereve û ew, yanî xwedîyê malê, ango mazûlvan, li mêvanê xwe dinêre û bersîva wî dide, yanî jê re dibêje: birayê hêj, xanîyê me li ser sebrekê û du pifa ye! 

 
Tebax 2006

Key Xusre (Anonîm)

 

 

 

                                                        Ma qey we da, ku vêga…?

 
Li gelek deverên cîhanê, dinyayê, hinek xelk hene, ku henekê xwe bi hin xelkên din dikin. Mesela li Tirkî, tirk henekê xwe bi laza dikin; Temel wisa kir, Temel verê kir, Temel wilo kir û her wekî did.

Îcar li Ewrûpa jî tê gotin ku mesela, li Fransa, fransî nahêlin ku belçîqî herin serê birca Eyfelê û sebeb jî, tê gotin ku, ew, yanî belçîqî li wê derê; findiq û fistiqa diavêjin helîkoptera, yanî ew jî bi şiklekî, dibin weke “lazê” fransîyan.   

Û îcar li Siwêdê Norwecî, li Rûsya ew xelkên qafqasî, li Îspanyayê jî ew xelkên eqelîyet û hwd. Û îcar li Polonya jî qereçî, romî û di vê babetê de, lîste dikare pir dûdirêj bibe.  

Û eger ku mirov di vê mijarê de piçekî lêbikole, îcar bêşik ew ê ew sebebên ku pêkenîna xelkek bi xelkekî din, dê ew ê nijadperestî, yanî rasîzm derkeve holê, lê de bira ew ji lêkolîneran re bimîne.     

Belê, me got li Polonya jî qereçî. Îcar dibêjin li Polonya jî, yekî qereçî, ew jî weke her kesî ji xwe re muracaeta ajotnamê, yanî muracaeta ehlîyetê dike û wekî ku te zanîn, ew jî gerekî ku mirov pêşî têkeve îmtîhana teorî, niviskî û didûre jî, gerek mirov gelekî erebe bajo, hetanî ku mirov gihîşt astekê, sewîyekê û di dûre jî, divê ku mirov têkeve testa ajotinê û ger di wir de jî ku mirov biserket, wê gavê kerta ajotinê didin mirov.

Îcar di têkçûna testê de, divê ku mirov ajotina xwe dom bike, ji bo ku mirov xwe baş hîn bike, ji bo ku mirov disan jinûve têkeve testê û bi wî şiklî ew tişt dom dike, hetanî ku mirov biserkeve.  

Îcar rebenê Qereçî jî û bi gelek zor û zehmetîyan û piştî bêhejmar car, ya ketina testa teorîyê û bi zor û heft bela be jî, ew wê imtîhana teorîyê dide, yanî di wir de ne zêde rehet be jî, dîsan jî ew wek qismî serketinek bi dest dixe. Lê belê di piraktîkê de, yanî di ajotinê de, qereçîyê reben, weke teorîyê ne zêde bi “şans” e. Îcar ew carekê dikeve testê na, du car dikevê na, sê car dikevê na, deh car dikêvê na, bist car dikêvê na, yanî ew kefte left ew zor û zehmetî tu fêde nake.

Û dawîya dawî, mêrikê qereçî dev ji sitendina ehilyetê berdide û ew ji xwe re dibêje: ê ji xwe li vir, yanî li Awrûpa zêde kontirola ajotnamê tune û ez çima serê xwe bi vê ajotnameyê re bîlasebeb û bilaheq ewqasî têşînim!

Û ew, yanî mêrikê qereçî, ji wê rojê û şûnde, ew ji xwe re bê ehilyet erebê dajo.   

Ê tabî bi wî awayî, yanî bê ehilyet erebe ajotin; rojek, didu, sisê, heftek, mehek, îcar weke ku gotinek pêşîyan jî dibêje: “Eger însan teyr  be, dewlet erd e”. Yanî bi gotinek din; teyr çiqas bifire û li hewa bimîne jî, lê wê ew her carekê li bejayîyê deyne û nihayet ew yek, rojek ´xweş´, tê serê mêrikê qereçî jî.  

Yani, rojek ji rojan, wexta ku mêrikê qereçî dîsan wek her car û li ereba xwe siwar, cixara wî di kêleka devê wî de û berçavka wî ya reş li ber çavên wî, qolya wî ya zêr di situyê wî de, nigê wî li ser pedela gazê û destên wî li ser direksîyon û fike fika wî ye, yanî pir bi kurtî, kêf kêfa wi ye. Lê belê feleka xayîn ne bi tenê ji bo me kurdan, lê herweha; ew yek ji bo wî rebenê qereçî jî derbas dibû. Û hema carekê ji nişka ve, qereçîyê belengaz dibîne ku wa polîs jê re îşaret dikin, da ku ji bo ku ew ereba xwe li kêleka rê bide sekinandin!

Îcar ew îşareta polîs, dike ku, ew, weke ku kûzekî ava cemidî, qerisî bi ser serê qereçîyê reben de birjê, lê belê tu çare tune û ew ji mecbûrî disekine. Îcar qudûm şikestî û bi awirnî vala û bê çare ew li polîsan dinêre. Polîs bi awirnî ne zêde pozîtîv li wê temtêla wî dinêrin û jê dipirsin: Gelo, ji kerema xwe re hûn dikarin ehlîyeta xwe nîşan bidin?  

Îcar mêrikê qereçî, wê kefte lefta, wê zor û zihmetîya ku wî ji bo ehilyetê kişandibû, tev di çend sanîya de û weke şirîta fîlm di ber çavên wî re derbas dibe û pir hêrs dibe û bi dengekî tona wî piçekî bilind û bihidet û hinekî jî bi uslûbekî îsyakar, lê belê dîsan jî ne zêde hişk, ew li polîsan dinêre û ji wan re dibêje: Ehlîyeta çi! Ez bi dehan car ketim sitajê, testê… Ma qey we tiştek da, ku vêga hûn wê dixwazin?   

 
Tebax 2006

Key Xusre.         

                         

 

                                               Ma ez jî dikarim lê binêrim?

Hema bêje li hemû welatên cîhanê, ji bo ew însanê ku nerihetîyên wan yên ruhî hene, yan jî bi gotina xelkê; ji yên dîn re nexweşxaneyên ruhî, an jî di nava xelkê de, zêdetir ew weke tîmarxane tên bi nav kirin, tên çêkirin. Îcar li bakurê Kurdistan, li Xerpêtê tirkan jî qaşo nexweşxaneke ruhî, tîmarxaneyek çêkirine û ew nexweşên wê herêmê, yanî ew ên ku ji alî ruhî de nerihetin, wan dibin wê derê.

Lê belê hin malbatên, yên ku mirovnî wan yên ku ji hêla ruhî ve nerhetin an jî dînin jî hene, lê dîsan jî û tevlî temamê zehmetîyan jî, ûjdanê wan tahmûl nake ku ew wî an jî wê mirova xwe bişînin wê derê. Û bi piranî jî xelk, ji ber ew şertên xerab û yên neînsanî ku ew belangazên dîn, di nava wan tîmarxana de lê rast tên…

Tew tu dibê qey ew îdeolojîya ku tirkan aniye wirê, yanî Kurdistanê, hê însanîtir e! Lê de…

Îcar li bexçê wê tîmarxanê, ew ên dîn tev bi rêz û didin dû hevûdu û dikevin dorê û yek bi yek, li qulikek pir piçûçik, ya ku ew weke şûna bizmarekî bû dinêrin û yê ku carekê lê wê dinêre, ew dîsa diçe paş û ji nû ve dikeve dorê, ji bo ku ew dîsa lê wê qulikê binêre û ew di dorê de li benda dora xwe û li gorî meşa dorê pêş ve diçe û ew yek bi wî awayî dom dike.   

Îcar rojekê bi wî şiklî, du rojan bi wî şiklî, sê rojan bi wî şiklî, lo niza, pênc rojan bi wî şiklî û tev di dorê de û yek bi yek li wê qulika piçûçik dinêrin.  Îcar ew berdewamî û ew israra wan ji bo nihêrtina wê qulikê, dike ku ew yek ji bo hekîmê wan jî dibe meraqek mezin, ango bê ka gelo; ew li wirê li çi dinêrin! Û li ser wê yekê, hekîm jî diçe cem wan û ji wan re dibêje: ka hinekî xwe bidin alî! Ma gelo ez jî dikarim li wê derê binêrim? Lê belê yekî dîn ji hekîm re dibêje: belê tu jî dikarî lê binêrî, lê belê pêşî divê ku tu jî wek her kesî têkevî dorê û kengê ku dora te hat, tu ê wê çaxê bikaribî lê binêrî!

Û diktor jî ji mecbûrî, bi ya wî dike û ew jî dikeve dora xwe. Îcar wexta ku dora wî tê, ew hinekî jî bêsebir û bi meraq li wê qulika ku wek şûna mîxekî bû dinêre, bê ka gelo ew ê çi tiştê enteresan di wir de bibîne! Lê wê gava ku ew tu tiştî di wir de nabîne, hingê ew li wanê dîn vedigere û ji wan re dibêje: heyran, min tu tiştek di wir de nedît! Îcar li ser wê gotina hekîm, yek ji ew ên dîn li hekîm dinêre û jê re dibêje: Ê me îroj niza çendik û çend rojin, ku em tev û dor bi dor li wê qulê dinêrin lê hîna jî me tu tiştek tê de nedîtîye û dom dike; ê hey malneket ma tu ê bi carekê çi tê de bibînî?  

Adar 2006
Key Xusre         

 

                                                Ê law tu ji şîşa tendûrê xwartir…

 
Çekoyê kurê pîrê mirovekî feqîr, ji xwe re kar dikir û yekî di halê xwe de bû, yanî ew însanekî mulahîm û weke ku kurd jî dibêjin: ew karkerê xwe û şêrinê dilê xelkê bû.  

Îcar rojekê ji rojan, pîra diya Çeko, ji kurê xwe re dibêje: law, wa êdî tu bûyî zilam û wexta te ya zewacê jî hat û heta derbas jî dibe û wekî ku tu jî dizanî, ew çend qurişên me, yanî ew perê ku me daye ser hev, têra qelenê te nakin û eger ku ne fikireke zêde baş be jî, divê ku ji mecbûrî be jî em xanîyê xwe bifroşin, ji bo ku em bikaribin ji binê vî barî rabin. Û ew wilo jî dikin, yanî ew xanîyê xwe difroşin û qîza camêrekî ji Çeko re dixwazin.  

Lê wexta ku nîşanîya Çeko çêdikin û ji ber ku kêfa xelkê jî pir ji Çeko re dihat û belkî jî hinekî jî gunehê xelkê jî pê dihat, yanî ji ber wan sedemên wisan, îcar gundîyên wan jî, li gorî urf û adetên wê herêmê, di nîşanîya wî de, yanî wextê ku her kes hediye û xelatên xwe dide û bi piranî jî di nîşanîyê de xelk pera davêjin, didin û wê gavê hinek pere komî serhev dibin.  

Piştî nîşanîyê, Çeko û dîya xwe perê xwe dijmêrin, hesab dikin û dibînin, eger ku wan xanîyê xwe nefirotana jî, ew ê bi wê alîkarîya, yanî bi wan perê ku gundîyan di nîşanîyê de avêtibûn û tevlî perê wan î ku hebûn, yanî yê ku wan ji xwe re, ji berê de dabûn serhev, ew ê têra qelen kiribûna û ji ber wê yekê jî, ew hinekî poşman dibin ku wan xanîyê xwe firoştibû.   

Îcar Çekoyê reben, Xwedê poşmanîyê nede tu kesî, lê belê piştî wê poşmanîyê, ew êdî li wî mirovê ku wî xanîyê xwe firotibû wî digere, yanî bi wê hêvîya ku bê ka gelo, ew ê xanîyê xwe paş ve nestîne.

Piştî operasyonekê, yanî lêgerîneke ne zêde dirêj, Çeko wî mêrikê ku wî hanîyê xwe firotibû yê, ew li qahwa gund, wî mirovî dibîne.

Piştî silav lihevdûdayinê û merhebayek kin, Çeko meselê vedike û jê re dibêje: heyran filan kes me xanî bi riza xwe firote te, lê belê mala camêrên weke te, gundîyan û haziran ava be, piştî alîkariya wan, ya di nîşanîyê de me fêm kir ku me ew xanî nefirotana jî, ew ê perê me têra wî qelenî bikirina. Îcar ez hêvî û sed rica ji te dikim; ku tu xanîyê ma paş ve li me vegerînî û aşte perekê te û xanîyê me paş ve bide me! Û dom dike; wekî ku tu jî dizanî, ez mirovekî feqîr im û sibê roj belkî zarok jî çêbibin, wê gavê em ê çi xwelîyê li sere xwe bikin û belkî jî em tu carî nikaribin ji binê kirêya wî xanîyî derkevin!   

Lê ew zilamê ku xanî ji Çeko kirîbû, ne mirovekî zêde biûjdan bû û ji ber wê yekê jî, bersîva  wî jî, ne zêde medenî bû û ew bi dengekî bilind û bi hêwirze û qerebalix li Çeko dinêre û jê re dibêje: na wele bira, te xanîyê xwe nefirotana! Ma kesî bi zorê ji te sitendibû? Te xanî firotîye û perê xwe sitendîye û ev mesele xelas bûye û çûye, yanî wî xanîyî jibîrbike!   

Her çiqas Çekoyê reben li ber digere û jê re dibêje: eman, zeman, ji bo xatrê Xwedê û pêxember, werhasil ew şêxekî meşayîxekî, ziyaretekê li cîkî nahêle û xwe diavêje tor û bextê wî, lê belê tu tiştek li wî mirovî tesîr nake. Îcar li ser wê yekê, Çekoyê belengaz, di wê rewşa xerab de û eciz, li dora xwe dinêre û li wê derê çavên wî bi Satilmîş dikeve, yê ku ew jî li kêleka wan rûniştî ye. Lê nebêje Satilmîş, hema bêje pêxwas, diz, qumarcî û tawankar, yanî tu çi bibêjî li bejna wî ”camêrî” dihat û tê. Lê Çekoyê reben, ji qehra û ji kerba êdî ronî di çavên wî de namîn e, li derûdora xwe dinêre û ji bêçaretî û bi awirnî alikarxwaz, ew li Satilmîş dinêre û jê dipirse: man ne werê ye hevalê Satilmîş?   

Lê belê Satilmîş, yê ku ji xeynî rastî û însanîyetê; hema bêje her tişt di wî de mewcûd bû, îcar ew bi uslûbê xwe, yanî bi awayê pêxwasan, lê ji yên ku wan wî nasnedikir re, ew dikarîbû weke mirovekî munewer jî bihata fêm kirin! Û ew li ser kursî cîyê qûna xwe baş xweş dike, bi awirnî manîdar lê xerab, li Çeko dinêre û bersîva wî dide: naaa welleee hevaaalll, te xanîyê xwe firoştîye û te perên xwe sitendîye! Hellaaa hellaaa, wêêê, yanî tu doza çi li wî camêrî, wî mêrikê reben dikî?  

Li ser wê bersîvê, Çekoyê reben êdî nûr di çavên wî de namîne û berê xwe dide Satilmîş, keserekê ji kezebê dikşîne, bi awirnî tûj li wî dinêre û jê re dibêje: ê hey bê bext! Ê law ma qey em te nasnakin, yanî tu ji şîşa tendûrê xwartir bû! Îcar law hema ji bextê me re tu wisa wek şîşa tivingê rast bûyî û tê vêga di wê qula pacê re derbas bibî!...

 
Tebax 2006

Key Xusre

                                     

                                             

 

                                                     Kûçkên Ofê û Qereçî

 
Ofê navê gundekî, ku qederê şeş heft kîlometra li bakurê rojhilatê Bismil dikeve. Îcar li gorî gotinên gundiyên wan der û doran, zemanekî kûçiknî wî gundî, yên pir bêhawe hebûne û xelkên ew gundên wan der û dora, yanî şênîyên wê herêmê hevza xwe ji wan kûçkan dikirin. Û li gorî gotina, ew kûçikên wî gundî, bi qelafetên xwe jî, ji ew kûçikên hawirdorê gundê Ofê girtir bûne û li gorî gundiyan; mirov digot qey wan kûçikan çetekê çêkiribûn.

Yanî çend heb ji wan kûçikên Ofê gihîştibûn hev û wan li wê herêmê, li wan der û dora, yanî, li kêderê dawetek çêbibûya, yan jî, dengê def û zirnê ji cikî bihata, îcar ew tev digihêştin hev û êrîşî wê derê dikirin, yanî teva berê xwe didan wê derê, ji ber ku wan dizanîbû, ku ew dengê def û zirnê dihat wê maneyê, ango ku li wê derê dawet heye û dawet jî dihat wê manê; ku li wirê, qe nebe hema hinek hestî hene.

Weke ku tê zanîn, dawet li kê derê çêbibe, li gorî urf û adetê kurda, xelk pez, heywana serjêdike û xwarina dawetê çêdike, yanî; goşt, savar, girar tirşik, yanî bi kurtî xelk wê rojê, ji xwe re bi xwarinê kêf dikin û tabî di dû wê xwarinê de jî, hestî dimînin. Belê hestî, yanî imkana ji bo bidestxistina û kojandina hestî, di navbera kûçkan de dikarîbû, dikare û ew ê her û her bikarîbe, ku bibe sebebê dijminatiyê, yanî, ew yek dikarîbû biba egera, sebeba şerekî mezin û wan, yanî wan kûçikan jî dikarîbûn li ser hestîkî hevdû parçe parçe bikin. Îcar bi kurtî, kûçikên Ofê nedihiştin ku devê kûçikên wan gundê cîran bi hestîyekî xwarina wan dawetên ku li wan deveran çêdibûn bibe.

Tabî, ji wê metoda ku wan kûçkên Ofê bi kar tanîn, yanî wan nedihiştin ku devê tu kûçikên din bi hestîkî goştê dawetên ewan gundên wan der û dora bibe. Û ji wê yekê kûçikên qereçiyan jî nisîbê xwe, jê wê çavsoriya wan kûçikan distendin. Ji ber ku her sal, wexta ku payîzê qereçî dihatin û ji xwe re di dawetên xelkê de, li def û zirnê dixistin û ew jî bibû weke parçekî ji jiyana wan. Lê ji qereçîyan re, yên ku her sal ew leqay wan talûkeyan dihatin, êdî ew kiryarên kûçikên Ofê bibû êşkenceyek, ku êdî sînorê tehamula wan derbas dikir!

Û ew yek bû egera, sebeba fikira çareseriya wê meselê di navbera rîsipîyên qereçiyan de.

Îcar salekê ji salan dîsa wexta ku xelk, piştî paleyîyê, şixre, gêre, bênder hilanîn û di dû re jî

 kelandina savar û ber bi payîza dawî de, yanî bi kurtî dîsa dibe wextê daweta û dîsa wekî her sal qereçî jî li wan derdoran xwîya dikin.

Ê tabî, dawet li kur qereçî li wir! Îcar ew mirtib, ji alîyekî de ji xwe re li savar, dan û tiştên wilo digerin û ji aliyê din de jî, ew ji xwe re, di dawetê xelkê de; li def û zirnê dixin û bi wî hawî jî ew hewil didin, ji bo ku bikaribin debara xwe bikin.

Dîsa weke her sal, wextê ku Qerçî konê xwe li dervayê gundekî nêzî Ofê datînin û radijin def û zirnên xwe, ji bo ku ew biçin û di daweta kurê, yan jî keça camêrekî de li def û zirnê xin. Weke her car û li gorî tore û adetên kurdan, heywan tên ser jêkirin, beroş û sîtil dikelin, xwarin tê xwarin û piştî lîstina govend, dîlan, giranî,delîlim, çepik û hwd, bûk tê peya kirin û dawîya dawî jî, yanî weke ku pêşîyan jî gotiye: ”Dawet ferikî berbû hetikîn”. Û piştî dawetê jî, pir tabiî, yanî dîsa hestî û dîsa kûçkên Ofê!   

Îcar gire girên qereçîyan, yên ku ji xwe ji berê de, ew li wan kûçkan bi kîn bûn, yanî, ewan kûçikên bêhawe, hem ne dihiştin kûçkê wan ji xwe re li hestîkî bikojin û hem jî, êdî konê wan jî tehdît dikirin, yanî eger ku kewê wan, yanî ew kewên ribat jî, ku wan ji canê xwe jî bêtir ji wan hez dikirin Îcar ku kew jî têkevin bin tehdîda wan kûçikên xwînxwar, wê gavê ew dihate wê maneyê, ku rewş pir cidî bû. Û ji ber wan sebebên, ku ji bo qereçîyan, belkî ew yek ne mesela man û nemanê bû, lê belê dîsa jî ew yek ji bo wan pir muhîm bû û ji ber wan kirinên ew kûçikên çavsor û tawankar, îcar rîsipîyên qereçîyan, bi şiklekî awarte li hev dicivin û ji hev re dibêjin: êdî bes e! Divê ku em çareyekê ji van kûçikên çavsor û xwînxwar re bibînin û pêre pêre civînekê li dar dixin.

Rîsipîyên mirtiban, di civîna xwe ya ´awarte´ de difikirin, bi hevûdu di şêwirin, nîqaş dikin, bê ka planê kîjanî ji wan, plana herî baş e, ya di derheqê çareserîya wê meselê de, û ji bo ku ew wî planê xwe pêşkêşî cimaetê bikin. Û yek ji wan rîsipîyên wan, yan jî mirov dikare bibêje mîrê wan, di civînê de deste xwe bilind dike û çavên xwe li rast û çepê xwe digerîne, îfada rûyê wanên di civînê de baş dixwîne û destpê dike û dibêje: fikirek, pêşnîyazek min heye, gelî kewvan, defvan û zirnevanên hêja!

Mirovên din yên ku di cimaetê de, di civînê de bûn, tev guhê xwe mûç dikin û ji can û dil û piçekî jî bêsebir, li wî guhdarî dikin û di dû re, li wî rîsipîyî dinêrin û ji wî rîsipîyê xwe re dibêjin: ka em pîşnîyaza pîrê def û zirne û bisporê kewan, yanî mîrê xwe guhdarî bikin. Û bêguman em dixwazin bi kêfxweşiyek mezin bibihîzin, bê ka mîrê me dê çi bibêje. Îcar fermo mafê gotinê yê birêz pîrê def û zirnê û yê kewên ribat e.

Li ser wê rêz û eleqeya cimaetê, rîsipîyê ku xwedîyê fikira, plana, yan jî bi gotinek din mîrê mirtiban, awirnî ji xwe emîn tavêje der û dora xwe û bi awayekî ji xwe bawer û razî û rehet, dest pê dike û ji wan re dibêje: Gelî defvan, zirnevan û kewvanên hêja! Wekî ku hûn jî û ji nêz ve dizanin, evan kûçikên Ofê yên xwînxwar, her sal wextê ku em bi vir ve, yanî bi alî Ofê û ew gundên wan derûdoran de tên, îcar ew kûçikên har me tînin qelaqa Xwedê.

Belê, gelî kewvan, zirnevan û defvanên birêz, planê min wanî ye: bi hindikayî çar heb mirov ji bo vî karî, yanî ji bo vê taktîkê, vê planê lazim in. Ji wan çar mirovan, em ê du heb taxim çêbikin, yanî mesela; ew ê defvanek û zirnevanek herin pişta girekî nêzîkî Ofê û ew ê li wir bisekinin û li alîyekî din jî, ew ê defvanek û zirnevanêkî din jî herin pişt girekî nêzîkî Fetlê û ew ê jî li wir bisekinin. Û mesela, ew ê pêşî taximê nêzî Fetlê dest pê bike û li def û zirnê xe,  yanî weke ku li wirê dawet hebe. Û ji xwe wek ku hûn jî hemû û ji tecrûba xwe ya jîyanê jî pir baş dizanin, yanî wexta ku dengê def û zirnê ji kê derê tê, hema pêre pêre ew kûçikên çav sor û zalîm xwe li wê derê digrin û dibezin diçin ber bi wê derê ve.  

Îcar, bira pêşî ekîba nêzî Fetlê dest bi lêxistina def û zirnê bike û wexta ku ew kûçikên çavsor hatin nêzî wan, bira ew bisekinin û vê carê jî bira ekîba nêzî Ofê dest bi lêxistina def û zirnê bike û bi vî awayî, ew ê ew kûçik, hingî di navbera wan herdû giran de, ew li viyalî û li wiyalî bibezin, ew ê bi wî şiklî tev, yanî temamê wan kûçikan bi bazdana di navbera wan herdu giran de, yanî di wê rêyê de, ew ê bibeecin û bimrin û em ê jî bi wî şiklî, tevlî îmana xwe ji wan cinawiran xelas bibin! Û ew rîsipî berê xwe dide cimaetê û ji wan re dibêje: Belê, gelo hûn ji vê planê re çi dibêjin?

Îcar ew defvan, zirnevan û kewvanê ku di wê civînê de bûn, tev li hev dinêrin û tevek bi hev re û bi yek dengî dibêjin: Ey pîrê def û zirnê! Ey kewvanê mezin! Ê ku li dijî, li hemberî vê plana muhteşem û şahane ku ji alîyê we ve û yê ku hûn li serê pir hûr û kûr fikirîne û dîsan ew planê, ku bi şiklekî mikemel û intîke li ser hatiye tesewir kirin û hwd, ew ê ku li dijî wî planî derkeve, an kor e, an jî di nava ´îxanetê´ de ye! Ji vî planî çêtir rehma Xwedê ye! 

Piştî ku ew wê plana û taktîka şahane bi yek dendî qebûl dikin û hema pêre pêre û bê kêmanî, ew wî planî tatbiq dikin. Îcar wexta ku taximê nêzî Fetlê dest bi lêxistina def û zirnê dike, ew kûçikên bêhawe yekser û bi çar gavê êrîşî wê derê dikin. Lê belê wexta ku ew digihêjin nêzî wir, îcar ew taxim disekine û vê carê taximê nêzî Ofê dest bi lêxistina def û zirnê dike. Û ji ber wê yekê, yanî wexta ku ji nişka ve deng ji cîyekî din tê, hingê kûçikên Ofê guhên xwe ji nû ve didêrin û lê hay dibin ku, wa dend ji aliyê din tê û hema bêsekin ew paşve dizîvirin û dîsa bi çar gavê gir gir gir bazdidin, lê dîsa wexta ku diçin û nêzî girê Ofê dibin, îcar ew ekîb, tam li gorî plan, dev ji lêxistina def û zirnê berdide, yanî disekinin û vê carê ekîba din dest bi lêxistina def û zirnê dike û bi wî şiklî, ew kûçik, geh li viyalî bazdidin û geh li wiyalî bazdidin û dikin nakin tu dawetekê nabinin.

Îcar hingî ku ew vir de û wir de bazdidin, her yek ji wan kûçkan zimanê wan du bihisata ji devên wan dikşe, bêyî ku haya wan ji wî taktîk û planê yeman, yê mîrê kewan hebe!

Û bi wî awayî, heta ku ew kûçik tev bi wê rê yê de diteqin, dibeecin û dimrin û bi wî şiklî ew kûçkên har jî bela xwe dibînin û qereçî jî ji xwe re; tevî kew û îmana xwe ji wan kûçikên çavsor xelas dibin!   

Adar 2006

Key Xusre  (Anonîm)                                                          

                               

 

                                                 

                                                                                                            

 

                                                … Ji wê dûvê nav teqanê!


Dibêjin, şêr gur û rêvî dibin destbirakên hev û diçin seydê, nêçîrê, ji bo ku ew heywanekî, yan jî tiştekî xwarinê bibînin, peyda bikin û bixwin, ji bo ku ew bikaribin jîyana xwe bidomînin.  Piştî qederekî, ku ew li vir de û li wê de digerin, ew leqay colekî, kerîkî pez dibin. Îcar Şêr hema ji nişka ve êrîşî nav pez dike û pencekî li beranekî dixe û devê xwe dixe sitûyê wî beranî, heta ku ruh jê dibe û ew, yanî şêr, paşve vedikşe û li ser dûva xwe rûdinê, dora devê xwe dialêse, yanî tahma devê xwe xweş dike, li gur dinêre û ji re dibêje: de birakê gur îcar tu vêga dikarî wî goştî li me parê bikî!  

Wê çaxê av bi devê gur dikeve û ew hêteke wî beranî ya paş, ji xwe re datîne alîyekî û hinek hestî jî dide rêvî û goştê mayî jî dide ber şêr û dibêje: fermo birakê şêr ev jî para te ye.  

Lê belê ew hêta paş ya beran, ku gur ji xwe re danîbû alîki, ji çavên şêr nareve û ji ber wê yekê jî, şêr gelek hêrs dibe û heta ku hêz tê de heye pencekî li serê gur dixe, îcar şêr wisa bi hijd lê dixe û dike ku gewdê gur di nava teqana ber cihikê de hinda bibe û bi tenê duva wî di nava wê teqanê de rep bimîne!  

Û di dû re, tevlî ku hê hêrsa şêr baş derbas nebûye ji, ew awirekê diavêje rêvî û jê rê dibêje:  de birakê rêvî, îcar tu dikarî wî goştî li me parve bikî!  

Rêvî bi awayekî pir henûn li şêr dinêre û bersîv dide: eman mîrê min, ma ez kî me, ji xwe cenabê we nêçîr kiriye û ez ê çawa û bi kîjan heq û hiqûqî bi cenabê te re wî goştî li hev parve bikim û ew yek jî, ji xwe ne hedê min e jî, tê wî goştî biafîyet bixwî û eger, şahyet hinik hestî mestî ji ber cenabê we man, ez ê ji xwe re li wan bikojim...  

Şêr, li ser vê bersîva rêvî, li nav çavên wî dinêre û jê dipirse: ma gelo hûn ji kê derê hînî wê edaletê bûne, birakê rêvî?

Rêvî: ji wê dûva nav teqanê, mîrê min!

 
Cotmeh 2006

Key Xusre  (Anonîm) 

 

                                                 Ji bîstê me re dimîne nozdeh!   

 

Dibêjin berf hatîye û gundî cilê xwe yên germ li xwe kirine, gorên xwe ên rîs xistine nigên xwe, lepikên xwe ên hirî xistine destên xwe û hazirîya xwe dikin, da ku ew biçin hêla kewan. Îcar eger ku gundî bikarîbin herin hêla kewan, ma qey Behlûl (Nisredîn Xoce) kêmî wan e. Yanî ma qey ew jî nikare here hêla kewan?

Û tê gotin, yan jî yekî koçer (ev çîrok ya koçera ye) digot; xwedêgiravî Behlûl jî cilê xwe ên germ li xwe dike û tu li kur hêla kewan li kur û ew jî, qaşo berê xwe dide ew cîyê ku xelk bi wir de diçine, ji bo ku ew jî here hêla kewan!  

Îcar wexta ku danê êvarê, çaxê ku roj diçe ber ava û hêdî hêdî, êdi xelk jî, ji hêla kewan dizîvirin û ber bi mal ve diçin û di wê vegerê de, yên gundî û yên ku her yek ji wan çar, an jî pênc heb kew girtine, lo niza yên ku şeş û heft heb kew girtine, dibînin ku wa Behlûl xwe di cîkî de telandî ye. Îcar ew, yanî gundî selavê lê didin û jê re dibêjin, dipirsin: merheba Behlûlê delal! Ka bêje bê te vê carê çend heb kew girtine?

Li ser wê pirsê, Behlûl ji ew cîyê ku wî xwe ji sibê û hetanî danê êvarê, ku qaşo wî xwe di ber kewekî de telandî ye û ew, yanî Behlûl ji wir li nêçîrvanan dinêre û tilîya xwe dide ber devê xwe û ji wan re dibêje: Hiş bin û zêde dengê xwe nekin! Gava ku ez vî kewî jî bigrim, wê çaxê; ji bîstê me re dimîne nozdeh!

 

Çileya pêşîn 2006

Key Xusre  (Anonîm)

 

                                                       Însaf merhemet haaa!

 
Li bacarekî mêrikek diçe hememê, ji bo ku qaşo ew serê xwe bişo! Û ew kilîdekê ji wî mirovê ku li ber hemamê ye, yanî, ji karkerê ber hemamê digre û ew diçe odeke piçûk, yên ku xelk li wan cilê xwe ji xwe dikin û dixin dolabekê ji bo ku kesek tiştekî wan ne dize. Û ew li wê derê cilên xwe ji xwe dike, dixe dolabekê û diçe hindirê hemamê, ji bo ku ew xwe bişo.

Îcar piştî ku ew mêrik, goya têr xwe dişo, ew ji hindirê hemamê derdikeve û diçe cile xwe ji dolabê derdixe û cilên xwe li xwe dike û destên xwe dixe berîkên xwe, li berîkên xwe digere û dest pê dike û dike qarewar û bi dengekî werê bilind ku temamê mişterîyên hemamê dibihîzin û mêrik dike qêrîn û dibêje: ka cizdanê min! Kê perê min diziye, perê min tev hatine dizîn û hwd.   

Li ser wê yekê, xwedîyê hemamê diçe cem wî, yê ku xwedêgiravî perê wî hatibû dizîn û jê re dibêje: filankes! Em car carna çîrokê wisa dibîzin, lê tu werê di nava mişterîyan de zêde qerebalix neke, eger vê carê perê te tune be jî, tiştek nabe, wexta ku perê te çêbûn tu dikarî bînî û mêrikê ku goya perê wî hatibûn dizîn, bêyî ku zêde piroblema derxe, ew ji hemamê derdikeve û diçe bi rêya xwe de.

Lê belê roja din, eynî mêrik dîsa tê hemamê û dîsa kilîdekê ji wî mirovê ku li wê derê kar dikir distîne û diçe odekê, cilên xwe ji xwe dike û diçe hindirê hemamê ji bo ku xwe bişo. Piştî ku ew mêrik xwe dişo, ew ji hindirê hemamê derdikeve û diçe cilên xwe li xwe dike û dîsan weke roja berê, ew dest bi qarewarê dike û bi dengekî gelekî bilind dibêje: ka cizdanê min! Ka kê perê min diziye! Û bi wê qerebalixa wî re, mişterîyên hemamê jî tên û li dora wî kom dibin û ji hev re dibêjin: heyran, eger iroj perê vî camêrî hatin dizîn, ew ê sibê ên me jî werin dizîn û ji ber wê yekê, ew dikevin nava taswasê û fikara, ji bo hatina xwe ya hemamê, ya pêşerojê.  

Îcar ew sehne ji çavên xwedîyê hemamê jî na reve, lê dîsan jî ew weke cara berê, tê cem ew mirovê ku qaşo perê wî hatibûn dizîn û jê re dibêje: filankes! Hinekî însaf û merhemet bike, yanî, carinan gotinên wilo tên guhên me, ku goya perên hinên weke te qaşo tên dizîn û hwd. Lê carinan heqîqeten jî, yanî jidil jî, perên hin mişterîyan tên dizîn, lê ne wek yên te, ku her roj tên dizîn! Û li vê derê zû bi zû perê kesekî jî wisa hêsan nayên dizîn, lê yê te îroj du roj in ku tu wanî dikî, eger pere li cem te tune be jî, tiştek nabe, hûn dikarin dawîyê jî, ku rêya we bi vir ket, deynê xwe bidin, ew yek ne mesele ye. Û ew mêrikê ku goya perê wî hatibûn dizîn, wê carê jî zêde dengê xwe nake û weke cara berê, ew ji hemamê derdikeve û diçe.

Lê belê roja sisêyan jî, dîsan eynî mêrik tê hemamê û dîsa kilîdekê ji mêrikê ber hemamê distîne, diçe odekê û ew cilê xwe ji xwe dike û diçe hindirê hemamê û serê xwe dişo. Û piştî şûştinê ew ji hindirê hemamê derdikeve, diçe wê oda ku cilê wî lê ne û cilê xwe li xwe dike û disan weke carên berê ew dest bi qareqarê dikê: cizdanê min hatiye dizîn! Ka kê perên min dizîne û hwd! Û weke carên berê, bi wê hêwirzê û qerebalixa wî re, dîsan mişterî li wî dicivin û di wê navberê de mêrikê xwedîyê hemamê jî tê wê derê û dinêre ku; dîsan eynî mirov!  

Li ser wê yekê, xwedîyê hemamê pir eciz dibe û hema bi milê wî mêrikî digre û wî hinekî  ji mişterîyan tenha dike û jê re dibêje: hey bêbext! Ma îman û ûjdanê te tune! Yanî tu wanî miseletî ser me bûyî, îcar te xêr e, derdê te çi ye? Hey Xwedê bela xwe bide te, îcar ne lazim, baş e, ji îroj û pê ve her roj were û xwe bişo û pere jî nede, lê belê di nava mişterîyan de, eybe, wilo hêwirze û qerebalxî neke!  

Îcar piştî wê ”peymanê”, ya ku di navbera xwedîyê hemamê û wî mirovê ku qaşo perên wî dihatin dizîn de û ji wê rojê û pê ve, ew mêrik serêsibê diçe dikeve hindirê hemamê û êvarê ji hemamê derdikeve, lê bêyî ku ew weke berê tu pirobleman derxe, yanî bi kurtî, îcar ewwediyê hemamê û mêrikêmesken û ji wêderê dernakeve maklê mêrik wê derê ji xwe re dike mesken û ji wê derê dernakeve.  

Ew mêrikê hîlebaz, bi wî awayî zemanekî dirêj wilo dom dike, bêyî ku merhemet, însanîyet yan jî ku tiştên werê werin bira wî û îcar serêsibê ew diçe û dikeve hemamê û êvarê ew jê derdikeve û diçe.

Îcar rojekê bi wî şiklî, du rojan bi wî şiklî, heftîyek bi wî şiklî, lo mehek bi wî şiklî, yanî misêwa ew bi wî şiklî û welê dom dike.  

Lê belê her tiştekî jî sînorekî wî heye û ew yek, dibe egera, sebeba ku êdî xwedîyê hemamê jî hêdî hêdî, lê belê tam eciz bibe û ew, yanî xwedîyê hemamê jî êdî ji derdê wî tije dibe, yanî weke ku dibêjin êdî kêr digihîje hestî û xwedîyê  hemamê ji xwe re dibêje: ma heta kengê ew ê ev bêinsaf û bêîman û bêmerhemet wisa dom bike. Û ew li ser wê meselê hinekî difikire, da ku bi hêvîya ku ew çareserîyekê ji wê yekê re peyda bike, ji bo wê problemê, ji bo wî derdê bê derman!  

Rojek ji rojan mêrikê xwedîyê hemamê, çar mirovên xort, li ser xwe, bi hêz û hebekî jî tawankar û yên ku wechên wan jî pir bi xof, ew wan tinê hemamê û bêguman her yek ji wan çend kuruşan jî dide wan û çîroka xwe û ya wî mirovê ku hemam ji xwe re kiribû mesken jî, ji wan re dibêje û li wê derê, ew ”camêr” li benda wî ”camêrê” din disekinin.  

Mêrik hîn bûye, elimîye û bêyî ku ew tu fikara bike, dîsa weke her car ew tê hemamê û dîsan kilîdekê ji yê ku li hemamê kar dike distîne û diçe odekê, cilê xwe ji xwe dike û diçe dikeve hindirê hemamê, lê bêyî ku vê carê, haya wî ji bayê felekê hebe, ku bê ew ê dawîyê çi were serê wî!

Îcar wexta ku ew ji hindirê hemamê û bi tena derpîyê piçûk derdikeve û diçe wê oda ku cilê wî lê bûn û dixwaze ku cilê xwe li xwe bike. Lê belê ji berê de ew xortên ku xwedîyê hemamê wan anibû wir, radijin cilên mêrik û wan diavêjin ser agirê hemamê. Û wexta ku mêrik dinêre ku cilê wî tinin, ne xuya ne û icar vê carê mêrik ji kezeba şewitî dike qarewar: ka cilê min! Ka cilê min! Kê kê cilên min diziye!  

Lê, lê vê çarê ew mirovên tawankar û krîmînel tên nêzî wî, hin xebera, siqêfa pê dikin û çend heb kulm û şeqamê zalimkî lê dixin û bi cengurê wî digrin û wî bi tena derpê û nava orta çile diavêjin nava kolanê. Îcar ew mêrikê ku hemam ji xwe re kiribû mesken, di wê sermayê de, di wî çileyê sar û reş de û bi tena derpê û li nava orta kolanê, li wan xorta û li xwedîyê hemamê dinêre û ji tirsa re jî, ew zêde newêre pir qerebalix jî bike û bi dengekê îsyankar, lê melûl, ew ji wan re dibêje: eman zeman, ji bo Xwedê û ji bo pêxember, ma însanîyet wisa ye! Yanî nava orta çile, we bi tena derpê ez avêtime nava orta vê kolanê, yanî piçekî îman, piçekî ûjdan, ma qey rehm û merhemet di dilê we de tune ye û hwd.  

Lê belê ew gazî û libergerîna wî pir zêde pere nake! 

Xwedîyê hemamê, li wî mirovê ku bi tena derpê û li nava orta kolanê û yê ku ji sermana dilerizî û dîsan yê ku diranên wî lihev diketin dinêre û jê re dibêje: ê hey minafiq, tu hatî hemamê te xwe şûşt û pere neda, te merhemet nekir û bi ser de jî, te di nava mişterîyan de qerebalix dikir û te gelek caran jî digot heware perê min hatîye dizîn, lê wê çaxê îman, ûjdan û merhemet ne dihat bîra te, tevlî wî awayê te yê nedostane jî, dîsan jî me ji te re got: zêde tevlîhevî dernexe û were xwe belaş bişo, icar tu serêsibê dihatî diketî hemamê û êvarê ji hemamê derdikêtî û her roja Xwedê; te bi wî şiklî me êşkence dikir, lê belê te qet rojekê merhemet nekir, lê belê vêga tu ji bo me bûyî mumin û behsa merhemetê dikî haaa!

De biteqize ji vê derê û here hê ku çavên te ziwa ye!

Însaf merhemet haaa!

 

Çileya pêşîn 2006

Key Xusre  (Anonîm)

 

 

                                    

      

          

 

                                              Hema ew çîroka ku ker tê de…

 
Kurik li pişt deri bi tesadifî dibihîze ku diya wî û bavê wî, behsa zewaca wî dikin. Îcar ew yek pir bala wî dikşîne û ew kurik li pişt derî guhên xwe mûç dike, bê ka gelo ew ê dê û bavê wî çi bibêjin.

Diya wî, ji mêrê xwe re dibêje: filankes, vaye zarokê me êdî mezin bû û vêga wexta wî ya zewacê ye! Mêrik lê dinêre û ji jina xwe re dibêje: rast e, xebera te ye, ew êdî biye xort, lê ka hirmet mala feqîrîyê xera bibe, wek ku tu jî baş dizanî, destê me jî hinekî teng e. Hingê jinik li mêrê xwe vedigerîne: belê ew welê ye, lê wekî ku tu ji dizanî, ewan çend kurişên ku me danîye ser hev û wa kerekî me ji heye, hema em ê kerê xwe jî bifroşin, wê gavê belkî heqê qelenê wî derkeve, û ew wê çîrokê di şevên zivistanê yên dirêj de gelek caran tekrar dikin.

Îcar weke ku tê zanîn, di zivistanan de şev pir dirêjin, ji ber wê yekê; xelk jî ji xwe re piştî şîvan, li malekê tên cem hev û ji hev re çîrokan dibêjin.

Îcar ew jî, yanî mêrik, jinik û lawikê xwe, weke herkesî ew jî piştî xwarina êvarê, yanî piştî şîvê, ew wê şevê naçin bi cîkî de û ji xwe re li malê li hev rûdinên. Û mêrik dest bi xeberdanê dike û ji jina xwe re dibêje: ka hirmet ji me re çîrokekê, serpêhatîkê bibêje! Jinik li mêrê xwe dinêre û jê re dibêje: heyran ew çîrok û serpêhatîyên ku min zanîbun qediyan, yanî, ji xwe min teveka ji ew re gotiye, yani tûrikê min vala ye, îcar, eger ku li cem te tiştekî mabe tu dikarî ji me re tiştekî bibêjî.

Mêrik li jina xwe û kurik dinêre û dibêje: heyran, wele li cem min jî tu tişkî nema ye, yanî tûrikê min jî vala bûye.

Û tam di wê navberê de, kurikê wan, wê yekê ji xwe re weke fersendekê dibîne û piçekî jî bi heyecan, ew li diya xwe û bavê xwe dinêre û ji wan re dibêje: hema ew çîroka ku ker tê de ye  bêjin!   

 

Nîsan 2006

Key Xusre  (Anonîm)

                                       …Hema di qevdikê de jêkin!

 
Weke ku tê zanîn, zemanê berê û heta vêga jî li gelek cîya, xelk ava xwe dixin, dixistn tiştên weke: kûz, den, cer û şerbika. Li Kurdistanê û bi piranî jî, li herêmên germ, wextê havîna, xelk li ser xanîya radizan û hîn jî li ser xanîya radizên. Û êvarê, bişev, xelkê ava xwe dixistin wan cer, kûz an jî şerbikan û bixwe re dibirin ser xanîya cem xwe. Îcar wexta ku li ser xênî, bayê hênik li wan kûz û şerbikan dixe, ew ava di wan de hênik dibe, diqerise û bi roj jî, xelk wan kûzan datînin ber sîyê, ji bo ku ew ava di wan de ye hênik bimîne.  

Û mêrikek, yê ku ew nû ji xew radibe û hîn xilmaş e, ew dixwaze ku avê vexwe û tasik, an jî zerik ji destê wî dişemite û dikeve nava ava, ku di hindirê şerbik de ye û ew tasik diçe li binê şerbik disekine. Îcar şerbik hem ji den û hem jî ji cer piçûktir e û bêguman devê wî jî ji yên wanê din tengtir e. Û ew mêrik destekî xwe dixe nava şerbik û dinava ava hindirê şerbik de, li wê tasikê digerîne. Di lêgerîna wê tasê de, destê wî di nava wê ava şerbik de, ger carinan li zerikê dikeve jî û ew dike ku pê bigre jî, lê ew zerik dîsan ji destê wî dişemite û piştî bînikekê, destê wî, yê ku di nav avê de ye diwerime û ew dike nake nikare destê xwe ji hindirê şerbik derxe.  

Îcar pir bi kurtî ew mesele deng dide û ew bûyer belav dibe, malî û gundî tev pê dihisin û tên li dora wî kom dibin û difikirin, bê ka gelo ew ê bi çi awayî, yanî bê ew ê çi, an jî kîjan metodê bi kar bînin, da ku ew bikaribin wî camêrî ji wî ezabî xelas bikin. Yanî bi gotinrk din; destê wî ji nava şerbik derxin.   

Ji nav wan, yekî rîsipî dibêje: ya herî baş ew e ku em mirovekî an jî didu bişînin cem jîrik; yanî yê herî zane û bira ew meselê jê re îzeh bikin, îcar eger ku çarekî hebe ew pê zane, an na rewş ne zêde baş e. Û du heb meriv xwe amade dikin û berê xwe didin wî gundê cîran yê ku jîrik lê dima. Wexta ku ew digihêjin gund, hema ew yekser diçin cem jîrik û ew di hizûza jîrik de, jê re dibêjin: Ey jîrikê zana û hêja! Mirovek li gundê me destê wî ketîye hindirê şerbik û destê wî tê de werimye û em gundî tev heyirî mane û em nizanin bê em ê çi bikin, da ku mirov bikaribe destê wî ji nava wî şerbikî derxe, dom dikin; me kir û nekir tu kesî nikarîbû helekê, çarekê peyda bike û ji ber wê yekê jî, em hatine ba cenabê we, bê ka hûn çarekê, rêyekê nîşanî me nadin...  

Jîrik bi awirnî ji xwe bawer, hinekî jî bi dîqet li wan dinêre û hinekî jî dibişire û ji wan re dibêje: ê hey wala we ava, ma ew jî pirs e, ku hûn ji min dipirsin! Yanî we herduya wilo ji wî gundî daye dû hev û gir gir gir û hatine hetanî vir û ji min dipirsin bê ka ew ê destê wî mirovî çawa ji hindirê şerbik bê derxistin û filan û bêvan!  

Û jîrik çareserîyê ji wan re dibêje: ma hûn ê çi bikin? Hema herin û ew destê wî yê ku di nava şerbik de asê maye, hûn ê wî di QEVDIKÊ de jêkin û qedîya û çû! Û ji xwe ne hewce bû, ku hûn ewqas serê xwe pê re biêşînin, yanî mesele ewqas hêsan e!

Lê ya baş ku diqewime ew e ku, hetanî ew herdu mirov ji cem jîrik vedigerin gundê xwe, ew şerbik bêhemdî di nava destê gundîyan de dişkê û bi wî awayî jî, destê mêrik jî, ji jêkirinê xelas dibe!

 

Temûz 2006

Key Xusre  (Anonîm)